Azadiya takekesî yanî azadiya ferdî yan kesayetî ji zarokbûnê ve dest pê dike û heta mirinê dom dike. Ev pêvejoyeke dûr û dirêj e, wekî xelboqên zincîrê bi hevdû ve girêdayîne û hevdû temam dikin. Li welatên paşdemayî piraniya dê û bavan ji bûyîna zarok heta mezinbûna wê li ser navê aramî û parastinê nahêlin zarok bi awayekî azad bihizire, aqilê xwe bi kar bîne, bi xwe bawer be, xwedî şiyan û kesayetiyekî xweser be. Dê û bav tim têkiliyên her daxwaz, raman û liva zarok asteng dikin. Zarok di destê wan de wek pêlîstok an jî konmanda tv’yê ye.
Wek nimûne zarokeke biçûk dema bixwaze hilkişe ser kursiyekî yan palgehekê dê yan bav di cî de, bi tirsa ketin û zirardîtinê nahêlin ew hilkişe ser kursiyê. Ew bixwe bi çengê zarok digirin û radikin ser kursiyê, didin rûniştandin û bi vê yekê hilkişandina ser kursiyê jê re qedexe dikin. Pêş li hewl û daxwaza zarok digirin. Baweriya zarok dişkînin. Hal bû ku zarokan serbest bihêlin bila çend caran hilkişe û bikeve, bi awayekî serbest di dawiya çalakiyê de ew bixwe derkeve ser kursiyê û rûne. Dema ew bixwe hilkişe ser kursiyê, bawerî pê re çêdibe, xwe xwedî hêz, şiyan û mezin dibîne. Zarok bawer dike ku karekî pir zehmet kiriye û hilkişaye jor.
Dayikên ku piçek fîtoz (hembelî/titiz) in nahêlin zarokên wan li nav ax, herî û berfê bi dilê xwe û bi awayekî serbest bilîz in, dest û lingên xwe qirêj bikin û cilûbergên xwe bilewitîn in. Ji zarok re gelek liv û çalakiyan qedexe dike. Ev helwesteke gelekî şaş e. Ji bo tirs û qirêjê, pêş li liv, daxwaz, azadî û geşbûna zarok digire. Zarok tirsonek û kovî dibe.
Zarok dema mezin dibe hem li mal û hem li dibistanê heman helwest û kiryarî dibîne, nikare bi serê xwe bilîze, here cem hevalên xwe, nikare biryar bide û kar bike.
Dixwazin zarok her bi dê, bav û mamosteyê xwe ve girêdayî be. Ji derî destûr û şîreta wan pasîf bimîne û nebe xwedî biryar û kiryar. Nahêlin zarok aqilê xwe bi kar bîne, bihizire û biryara xwe bixwe bide. Her ku mezin dibe, bixwe baweriya wî/wê kêm dibe. Zarok xwe nezan, bê tecrûbe û jar dibîne, dibe dîlê gotin û biryar, ferman û dîrektîfên kesên din. Nabe xwedî kesayetiyeke serbixwe. Bi hinek kes û derdoran ve girêdayî ye. Azadiya takekesî tune û dîlê korbaweriyê ye.
Civak ji takekesan pêk tê. Bi takekesên weha ku nikarin aqilê xwe bi kar bînin, bihizirin, bixwe bawer û bixwe biryar bidin, sirf ji aliyên kes û hin derdoran ve bên birêvebirin, dîreksona wan di destê kesên din de be, ew çawa badin weha diçin û diçerixin.
Hal bû ku parastin û aramî bi aqilkaranînê pêk tê, bi şîret, xurefa û gotinên dê, bav û kesên din pêk nayê. Ev hizir û helwesta dê, bav û derdorê kuştina daxwazên takekesiyê ye, bêkesayetîkirin e. Perwerdeyeke weha paşvemayî û dijzanistiyê, korefamî ye, korbawerî ye.
Rast e, divê mirov bi gotina rasteqîna dê, bav û mezinan bike û ne anarşîst be û hertim li dijî wan derkeve. Lê serbixwe be, aqilê xwe bi kar bîne, ka çi rast e û çi xwar e, ji hevdû derîne.
Li welatên Ewroapayê perwerdeya mal û dibistanê li ser hîmê azadiya takekesî hatiye avakirin. Ji dergûşlankê heta zanîngehê perwerde li ser azadiya takekesî hatiye programkirin. Pêwîst e mirov azad be, bi azadî bijî û bi azadî bihizire.
Bi dê, bav, mamoste û derdorê ve negirêdayî be, ne di bin bandora tu kesî de be û wek wan bihizire û xwedî helwest be. Divê her kes aqil û hizirê xwe bi kar bîne, li ser lingên xwe rawest e, hewceyê tu kesî nebe. Xwedî vîn, bîr û bawerî û biryarên serbixwe be. Mijar û bûyeran bi awayekî azad û berbiçav gengeşe bike.
Bixwe azad be û azadiya kesekî din jî binpê neke. Li gel helwesta empatiyê hebe. Bi empatiyê re sempatî jî hebe, lê ev sempatî ne korbawerî û koletî be. Di vê mijarê de gotineke kurdî ya gelek xweş heye ku dibêjin, “Divê aqilê mirov ji kîsê mirov be, ne ji kîsê xelkê be.”
Li welatê me, azadiya takekesî li mal, li dibistan û li civatê tune. Di şûna aqil û hizira azad de sedaqet, bawerî, pêgirî û kevneşopî gelek xurt in. Ev bawerî û helwest weha xurt û berfireh e ku ji tixûbê mal, dibistan û civatê çirandî ye. Pêgirî, korbawerî, sedeqat û bandora herêmî, olî, eşîrî herherî ne. Êdî di serî de aqil û hizir tune, korbawerî, sedaqet, koletî û pêgirî derbas dibin. Azadî û hizirandina takekesî ya aqilane newêre here nav civat û welatên paşvemayî.
Sedeqat, bêhizirî û korbawerî ji civatên weha paşvemayî re bûne şan û şerefa malbatî, eşîrtî, nîjadî, olî û welatî. Ji kesayetiya azad re dibêjin “rezaletî, bêhurmetî, xaîntî û bêexlaqî.” Kesayetiya azad nikare li van civatan bi mêvanî jî bijî. Wek mînak tirkek xwedî kîjan îdeolojiya çînî dibe bila bibe di doza kurd û Kurdistanê de hema hema hemû wek hev dihizirin.
Hemû xwedî îdeolojiya fermî ne û dewleta xwe diparêzin. Nikarin ji çembera îdeolojiya fermî derkevin der û bi serê xwe bihizirin. Hizira azad a takekesî bi wan re nehiştine. Korbaweriya nîjadperestî çavê wan kor kiriye, guhên wan xitimandiye û zimanê wan mor kiriye. Bûne tûtî, dewlet çi bibêje ew jî dubare û sedbare dikin.
Hinek pedagog û lêkolîner dibêjin, “azadiya takekesî li gel xwe ezeziyê (egoîzmê) û tenêtiyê tîne.” Rast e, lê bexçeyê gulan bê sitirî nabin. Helbet pirsgirêkên weha di nav civata ewropî de jî hene, lê ev pirsgirêka civata endustriyê ye. Her raman û sîstem li gel xwe pirsgirêkan nû û cuda tînin. Ev pirsgirekên talî ne, ne yên bingehîn in. Bi kesên azad, hizirmend û demokrat civakên azad, hizirmend û demokrat çêdibin. Bi wan jî dewletên demokrat û pêşketî pêk tên.