13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnamegeran li dijî desteserkirina Xwebûnê çalakî li dar xistin

Rojnameger û xebatkarên rojnameya Xwebûnê ji bo nerazîbûna li dijî desteserkirina rojnameya xwe li cihê ku lê hatibû desteserkirin daxuyaniyek dan.

Ji bilî rojnameger û xebatkarên rojnameyê, xebatkarên çapemeniya azad, şandeke partiya DBP û HDP’ê jî tev li vê çalakiyê bûn. Çalakî îro saet di 13:00’an de li Otogara Mezin a bajarê Amedê pêk hat.

Li ser navê Rojnameya Xwebûnê rojnameger Qedrî Esen daxuyaniyek da û nerazîbûna xwe li dijî desteserkirina rojnameyê anî ziman û wiha got: “ Wekî hûn dizanin beriya heftiyekê polîsan li Otogarê dest danîbûn ser rojnameya me û gef li firmayên ku rojnameyê dibin bajarên din xwaribûn. Em îro li vir civiyane ji bo ku em desteserkirina rojnameya xwe şermezar bikin” Esen di berdewamiya daxuyaniya xwe de behsa zextên dewletê yên li dijî çapemeniya kurd kir û wiha got: “ Ev zext ji ber bêtehemuliya li dijî zimanê kurdî ye, ji ber zimanê kurdî nayê qebûlkirin lewre xebatên bi vî zimanî tên kirin jî ji hêla dewletê ve tên astengkirin û dixwazin bi vî awayî xebatên bi zimanê kurdî rawestînin.”

Esen di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Dibe ku ew îro rojnameyan desteser bikin, dibe ku hin xebatên me asteng bikin lê çi dibe bila bibe li bakurê Kurdistanê wê tucaran rojnamegeriya kurdî neyê bidawîkirin, heta ku ji destê me tê çi rojnameya xwebûnê be, çi dezgehên din ên karên çapemeniya kurdî dikin bin, em ê bêrawestan kar û xebatên xwe bidomînin.”

Piştî Esen, hevserokê DBP’a Amedê Hayrettin Altun axiftinek kir û bal kişand ser zext û zordariya li dijî zimanê kurdî û wiha got: “ Salên dûvedirêje ku hemû kar û xebatên bi zimanê kurdî herdem ji alî dewletê ve hatine astengkirin û qedexekirin, dewlet herdem bi polîtîkayên bişaftinê nêzî kurdan bûye û xwestiye ku kurd zimanê xwe ji bîr bikin û ew ziman tune bibe da ku pê re kurd jî tune bibe. Ji dema Osmaniyan de û heta roja îro her ku rojnameyeke kurdî derketiye rastî zext û zordariyê hatiye. Îro jî vê zextê li ser rojnameya Xwebûnê dikin û şandina wê ya ji bo bajarên din qedexe dikin. Ev yek nayê qebûlkirin û em van zext û astengiyan şermezar dikin. ”

Hayrettin Altun di berdewama axaftina xwe de got: “ Di bin çi şert û mercan de dibe bila bibe dê çapemeniya kurd kar û xebatên xwe berdewam bike, xwebûn em in, hûn nikarin me qedexe bikin”.

Piştî daxuyaniyê kesên ku tev li vê çalakiyê bûn rojnameyên Xwebûnê ya hejmara 145’an li esnafên otogarê belavkirin

Çi bûbû?

Polîsan di 19’ê îlonê de li otogara Amedê 235 rojnameyên hejmara 144’emîn a rojnameya Xwebûnê desteser kiribûn û destûr nedabûn ku rojname ji Mersîn û Stenbolê re bên şandin. Parêzerê rojnameyê Resûl Temûr ev rewş ji serdozgeriya Amedê pirsî û xwest ku sedemên desteserkirina rojnameyê bizanibe.

Serdozgeriyê bersiv da parêzer Resûl Temûr û bi hin hincetan ev rewş parast. Hat zanîn ku di meha sibatê de polîsan di ser avahiya HDP’ê ya Amedê de girtiye û li wir dest danîne ser rojnameyên Xwebûnê jî. Bi vê hincetê polîs di 17-18’ê îlonê de çûne otogarê pirsa rojnameyê kirine û di 19’ê îlonê de li otogara Amedê dest danîne ser 235 rojnameyên hejmara 144’emîn.