Ev çend roj in nûçeyên li Tirkiyê û Kurdistanê bi mijarên binçavkirin, hepskirin û berdanên jinan ve mijûl in. Êrîşên sîstematîk ên li ser jinan ku hem ji hêla dewleta baviksalar, nijadperest û faşîst, hem jî ji civaka baviksalar ve tên pêşxistin, êdî xwe gihandine erşan.
Rastiya dewleta Tirkiyeyê pespayebûna xwe êdî bi tu awayî nikare veşêre, herî zêde di êrîşên li hemberî jinan de xwe nîşan dide. Lewre jin li gorî siyaseta qirêj a hikumetê û rayedaran tevnagerin, xwe natewînin û ava şolî hîn şolîtir nakin, wekî stiriyê dikevin çavên neyarên xwe. Ji ber vê sedemê jî bi awayekî aşkera, heta bi zanebûn rastî êrîşên teşhirkîrî tên.
Desthilatdar dixwazin dijminatiya xwe ya li hemberî jinan bi hemî cîhanê bidin temaşekirin; gefên ku bi awayekî aşkera dixwin, kefên ku beramberî gotinên zayendperest ji devê wan dirêjin, şîdeta li kuçeyan li ser serê jinan çi bi riya polês û leşkeran, çi bi riya hevkarên xwe yên nav civakê – mêr, bav û bira – dimeşînin… Hemî bi kêfxweşiyeke mezin pêşkêş dikin; li pêş kamereyan bi zewqekî, heta ji xwe derbasbuyî fetwayên xwe didin. Bi hazekê, bi siviktiyekê û bi serxweşiyeke erotîk derdikevin pêş ekranan. Tu bipirsî, muhafazakar in, dîndar in, li ser ol û adetên xwe ne; rayedar in, bi hemî pirpirkên dewleta wan ên al li ser milên wan ve vekiriye, analîzên xwe yên li ser jinan (ji dijminên xwe yên ebedî, netewa ku tu carî nikarin bi dest bixin) bi rêze dikin. Her roj dijminekê/î ji xwe re hildibijêrin. Lê bo wan nav ne muhîm e. Herweha çîn, netew, ol, çanda jinên tên hedefgirtin jî ne girîng e. A pêwîst ew e, jina ku hedef tê girtin, li gorî mijara hişê wan ê qirêj be û karibin di mînaka jinê de rastiya xwe bidin der.
Duh Aysel bû, Sezen bû, îro Gulşen e, sibê Semra ye, disiba dayika Makbûle ye…
Lê nêzikbûna li hemberî helwestên jinên sernetewandî pirî caran durûtiya civakê û jinan ji bo armancên xwe enstrumentalîze-kirin, dibe sedem ku em têkiliya navbera êrîşan û potansiyela hêza hevpar û avakirina hevkariyan nabînin. Lê di vir de tiştê ku bê binxêzkirin ew e ku her çiqas hişmendiya baviksalar/desthilatdar hemî jinan wek hêza li dijî xwe wekhev bibîne jî, ev eniya jinan ne yekgirtî ye, ne jî destgirtiye. Pir cîhêreng e, di gelek xalan de ji hev diqetin. Bêguman ji hêla hişmendiyê ve hin jin ji zîhniyeta baviksalar kêmtir nîn in. Vê yekê herî zêde em niha di kesayeta siyasetmedarên wek M. Akşener de dibînin. Ew hemî feraseta dewleta desthilatdar di hemî şaneyên xwe di bin rengê xwe yê mê de jiyan dike û dide der. Beriya wê hevdesta wê Tansû Çillerê di temsîliyeta mêrantiya dewletê de jê zêdetir bû û ne kêmtir bû. Her çiqas desthilatdar di eniya/aliyê xwe de têra xwe jin bibînin û wan ji bo berjewendiyên xwe heta ji dest tê bi kar bînin jî, jin ji bo wan ji bendeyan zêdetir tiştek nîn in. Pîrozkirina jin û dayikan di fêmkirina wan de tenê bikaranîna wê ve girêdayî ye. Dîroka dewlet û desthilatdaran bi mînakên bi vî awayî tijî ne. Tê zanîn ne tenê dewlet, şoreşên qewimî jî jinan bi têra xwe wek amûr bi kar anîne. Dawiya dawî xwestine jin bi malbat û xizmeta wan ve sînordarkirî bimînin. Lê em vegerin ser eniya jinan û cihêrengiya wan.
Parastina mafê jinan mafê mirovan e û di serî de li hemberî binpêkirina mafên jinan – ji ber zayendê – disekine. Ango dema ku jin ji ber zayenda xwe leqayî şîdetê, neheqiyê werin, ev jin ji çi çînî, olî, netewî, çandî û hwd. dibin bila bibin, divê bên parastin. Her çiqas di vir de kesayeta jinê wek sembol derkeve pêş jî, armanc parastina rûmeta jinan wek zayend e. Heman tişt ji bo hemî bindestên rûyê erdê derbasdar e. Lê li hêla din ya ku mijarê tevlîhevtir û komplekstir dike, nêzîkatî yan jî bîrdoziyên cuda yên jinan (an jî bindestan) û helwestên cudakar li hemberî neheqiyê ye. Ev durûtî herî zêde di nîqaş û gengeşiyên li Tirkiyê de derdikeve pêşberî me. Kesên ku li hemberî girtina Hunermend Gulşenê qiyametê rakirin û yek bi yek bûn hawariyên demokrasiyê û mafên jinan, bêyî ku ez bêm rewşa girtiya siyasî Aysel Tûglûk, dema konserên Aynur ji ber kurdbûna wê hatin betalkirin qet ji xwe re nekirin mijar. Heta Gulşen bi xwe dema ji leşkerên dagirker û tecawizkarên ku diçûn Efrînê re silavên xwe dişand, herhal nefikirîbû ku ew ê çekên tecawizkaran bi hêsanî lê vegerin. Ên ku di nav heriyên/ridavên nijadperestiyê de xwe digevizînin, nafikirin ku ev ridav mirovan tenê dikişîne nava xwe û dernaxe ser rûyê erdê.
Ên ku ji jinan û ji bindestan re dimîne, ji tecrubeyên xwe ders derxistin û xwe di nav çeperên azadiya jinan û bindestan de jinûve avakirin e. Encax bi vî awayî ew dikarin ne tenê li rûmeta jinbûna xwe, di heman demî de wek kesayet li rûmeta xwe jî xwedî derbikevin.
Wêneya dayika Makbûle ya 80 salî ku bi serbilindiya xwe û rûyê xwe yê geş ji girtigehê derket, divê ji her jinê re mînak be: Ka binêrin jin bi çi îradeyê dikevin girtîgehê û çawa bi heman îradê û gul di dest de jê dertên. Rojekê dê ew îrade ji we re jî lazim bibe.