Li biniya mala min, di newalê de dareke sêvê heye, dema ez biçûk bûm ew dar jî biçuk bû, em herdu bi hevre mezin bûn, hema wisa di bîra min de ma ye. Ez jî nizanim kê ew dar li wê newalê çikandî ye!.. Cara pêşîn, dema ewilê biharê min bêhna kulîlkên wê darê dibişkivîn hez dikir, rengê kulîlkên wê spî û sorê vekirî bûn, herdem wisa vedikir.
Lê bêhna wan pir xweş bû, hewce nedikir ez di bin wê darê re derbasbim û bêhn bikim, qasek nêzîk darê jî bêhna wan kulîlkan dihat. Her sal wisa derbas dibû. A din jî min sêvê wê dara ku hîn mezin nebûyî, sêvên biçûk hez dikir. Her roj yan jî çend rojan carekê min sêvek ji wê darê diqetand û dixwar. Dem wisa derbas dibû, ez û ew dar bi hevre mezin dibûn, tenê her roj dara sêvê bejna xwe ji ya min bilintir dibû lê dîsa jî ez pê kêfxweş dibûm.
Piştî çend salan dara sêvê mezintir, ez jî bûm qîzeke xama. Rojeke ji rojên bihara dereng min bala xwe dayê ku ew dar mezin bûye, çikilê wê wisa dirêj weîk konekî di nava zozanan de vegirtî mezin bûye, her wiha sêvên wê jî zêdetir bûne. Kulîlkên darê bêhna xwe dane sêvan, bêhna wan sêvan ez gêj kirim ew roj. Min xwest ez sêveke biçûk ji wê darê biqetînim û têra dilê xwe bêhn bikim, min sêvek qetand, bêhn kir, di wê demê de dengê jinekê hat li ber guhê min, min li der û dora xwe mêze kir, waye jinek li jora min sekiniye, herdu destên xwe daye neqewa xwe, bi herdu çavên hêrs bi ser min de hat û got: Tu çima sêva dara min diqetînî?
Ew dara sêvê ya min e, tu carê heqê te tuneye ku tu sêvan ji dara min biqetînî. Min got: Qey ev dara sêvê ya te ye? ew dar ya kesekî nîne, çend sal berê nayê bîra min ku kê ev dara hanê li vê newalê çandiye, niha tu dibêjî ev dar ya min e? Naa, ev dar herî kêm nêzîkî mala me ye, lê kî bixwaze dikare ji xwe re çend sêvan biqetîne, mala te jî dûrî mala me ye, tu niha hatî li vê darê xwedî derdikevî? Jinikê got: Bi salan e ez avê didim vê darê, ez der û dora wê, pel û pûşê wê paqij dikim, helbet ya min e. Ez naxwazim, heta ku sêvên darê mezin nebin bila tu kes sêvên ter ji vê darê neqetîne ya min ewqas, îca tu çikilên darê dibirî, sêvên ter diqetînî tu zanî, ji min gotin û ji te jî fikirandin.
Min xwest ez herim li cem wê jinikê, vegeriya û ji min re got, ger tu dixwazî ji xwe re li bin wê darê rune, lê sêvên wê yên ter neqetîne. Bi lez û bez vegeriya û çû. Du re min ew jinik ne dît. Nizanim ew ji kîjan malbatê bû, heta niha jî min ew ne dîtiye lê sêvên dara newalê her sal zêdetir û mezintir dibin, hemû cînar jî dema payîzê ji xwe re hinek sêv diqetînin ên mayî jî rêwiyên li ser riyan diçin û tên ji xwe re yek liban tiqetînin. A min, min careke din sêvên wê yên ter û negihîştî neqetand…