13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Evîna du bindestan; kurd û dom

Van rojan filmek ku mijara wî drama-komediya ye li ser Netflixê hat weşandin. Di hemû story û twitên xelkê de bûye mijar. Film, ‘’dil (gönül)’’ ji aliyê senarîst û derhêner Soner Caner ve hatiye çêkirin. Aktorên filmê yên sereke Hazar Erguçlu ya qibrisî, Erkan Kolçak Kostendil û Bulent Emîn Yarar in. Film behsa evîna keça kurd Simbil û lawê domî Pîroz dike. Em ê hem film hem jî têkîliya kurd û doman bikin mijara nivîsa xwe.

Di destpêka film de nivîsek derbas dibe hem di hişê mirov de dimîne hem jî rastiya doman tîne ziman. Wiha hatiye nivîsîn ‘’Xwedê mirovan afirand dît ku ne bextewar in ji wan re doman şand ser rûyê dinyayê, ji bo ku koç bibin, bi cih bibin, lêxin(li amûrên muzîkê), bistirin û bikevin dilekî/ê.’’

Dom/Mitirb ji kom û nijada aryen in, ji Hindistanê ber bi Îran, Tirkiye, Iraq û Misirê ve belav bûne. Zimanê wan ê domarî ji malbata hind- Ewropayê tê, komeke etnîkî ya proto-romî ye. Di sedsala 6’emîn de di ser Îranê re li Rojhilata Navîn belav bûne. Bêtir bi karê paqijî, falbêjî, hêsinkarî û herî zêde jî bi mûzîkjeniyê derdikevin pêş. Ji ber ku qewmeke koçber e, jiyana wan jî ji jiyana xwezayî ne dûr e, jinên wan şîfakar û diransaz in, diranên wan bi piranî yan zêr yan jî zîv in, ji deqan hez dikin û pisporên wan in. Li kolan û dawetan bi amûrên (ribab) xwe debara xwe dikin. Her wekî din ruhekî anîmist û şên ji wan kêm nabe.

Li Nisêbînê daweta ku bêyî ribab û hozanên ribabê bê kirin wekî ku kêmasiyek hebe yan jî ne temam be tê hesibandin. Hest, xwestek û gazincên xwe bi ribabên xwe tînin ziman. Hinek ji wan ji vê hêlê de bi nav û deng bûne. Mirov dikare kesên wekî Bahremo yan jî Ednan Dilxwaz wekî mînak nîşan bide. Niha her xwendevanê/a ku piştî ev nivîs xwend divê yan ji Bahremo yan jî ji Ednan stranekê veke û heke nizanibe jî li gor muzîk û gotinan rîtîmê bigire bi laşê xwe. Ha dê wî çaxî ev nivîs bigihe mirad û meqseda xwe. Vî qewmî jî ji fikr û ramanên netew-dewletê gelek derb xwariye. Wekî ku me behs jî kir qewmekî bi kêf, eşq û rengîn e, bi piranî jî ji kesên wisa re tê gotin ‘’wele dinya jî ne xema wî/ê ye’’, mitirb jî ji wan kesan in. Yanî ji çîrokên ezopê, anku çîroka ‘’çirçirka tebaxê’’ ne.

Film hinekî li gor cil û berg, cih û war, zêdetir jî ziman, utopîk an jî ne utopîk; bi kêmasî behsa jiyan, liv û tevgerên dom û kurdan kiriye lê dîsa jî hin rastiyên me yên civakî li rûyê me xistiye. Jixwe ji çavên serdestekî jî kêm zêde encax dikare bi vî rengî derkeve. Dîsa jî enerjiya film û lîstikvanan, rengîniya film, sahneyên wî yên komîk û evîna di navbera Simbil û Pîroz de hesteke şîrîn dide mirov.

Li Rojhilata Navîn di nav bindestan de ew jî bûne bindest, heta bindestiya wan ducareye. Belê yên ku li wan xwedî derketine dîsa jî kesên ji wan cih û waran bûn. Di vê navberê de film şert û mercên berê nîşan dide, ne yên rojên me. Divê mirov vê ji bîra xwe dernexe û li gor wê şîrove bike, wê baştir bê fahmkirin. Dîsa di film de temaya ku bi salan e ji zihniyeta mêran derdikeve nêrîna ‘’jin-namûs e’’, bi awayekî dramatik di film de xuyaye. Hin kesan ji bo vê meseleyê hêrsa xwe rakirine ezmanan. Helbet vir û derewên serdestan li aliyekî, wexta mirov rastiya xwe jî qebûl neke mirov nikare xwe ji wê rastiya qirêj azad bike. Pêşî mirov qebûl bike paşê jî çareser bike û ji bo dîsa mirov bi civakî nekeve heman xeteyan li berxwe bide. Di kurdan de mijara jin û pêvekirina namûsê yek ji van e.

Axir, Pîroz û Simbil; Bêyî dil, hiş û hestên Simbilê dikin ku wê bidin yekî din lê Simbil û Pîroz dil dikevin hev û di nîvê dawetê de jî ev tê ferqkirin, îcar werine dawet û dîlanê…Navê bênamûsiyê bi jinê ve dikin. Simbilê bi porek kurkirî dikeve ser rêya mala bavê xwe, Pîroz ji ber ku di pevçûna dawetê de derbe ji serê xwe xwariye ji hişçûyî li ser ereboka hespê diçe ber bi konê xwe ve. “Jin êdî lewitiye, navê wê derketiye, divê bê kuştin”. Pîroz bi malbata xwe re li gor erf û edetên xwe Simbilê ji bavê wê dixwazin, lê bav keça xwe nade mitirbekî.

Yanî mesele ev e, bav hem di nava wê civakê de dibêje keça min bênamûsî kir, divê bê kuştin hem jî wê nade yekî din ji bo ku ew zihniyeta bi salan dane avakirin jê derbikeve. Welhasil em kurt lêxin, mitirbek ji bo “namûsa wî paqij bike jî” keça xwe hêjayî wî nabîne. Li gor hin kurdên me jî ew diz, fenek, lewitî û ne yên têkîliyên taybet e. Mixabin mirov di qebûlkirina vê de jî divê ne hişk be û bi vê rastiya xwe re rûbirû bê, têkeve lêhûrbûna vê mijarê.

Ji ber ku ruhek û jiyanek wan ya anarşîst jî heye bêtir weke ku em dizanin koçber in, ji derveyî bajaran dijîn, mixabin dewletê ew cih û war, deşt û newal jî li wan teng kiriye weke ku gelek caran xwastine xelkê ji gundan biterikînin an mecbûr bihêlin ku koç bibin.

Çûne bajaran feqîrî û xizaniya herî zêde jî li wir destpê dike. Gelek ji wana nekarîne biçin dibistanan, nasnameyên wan tune ne, jixwe zimanê wan (domarî) di nav zimanê kurdî de dike ku bihele, wan jî ji van hêlan de li xwe nepirsî ne. Heke rojekê rêya we bi daweteke Nisêbînê yan bi ‘’serê avê ‘’ ket hûn dikarin leqayî vî gelê şîrîn, rengîn û beşer werin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê