7 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Weşanxaneya Nûbiharê “Hekîmtiya Kurmancî” weşand

Weşanxaneya Nûbiharê pirtûka “Hekîmtiya Kurmancî” ya Dr. Tekîn Çîftçî çap kiriye. Pirtûk behsa “Hekîmtiya Kurmancî” ya li derdora Semsûrê dike. Di pirtûkê de him têgehên mijarê, him çavkaniyên “Hekîmtiya Kurmancî” yên li Semsûrê û him jî “bijîşkiya gelêrî” û dermanên kurmancî hene.

Dr. Tekîn Çîftçî di pirtûkê de beş bi beş behsa van mijaran kiriye û ji demên kevn heta roja me rewşa “Hekîmtiya Kurmancî” ya li vê herêmê kiriye. Pirtûk ji çar beşan pêk tê.

Di beşa yekem de nivîskar agahiyên giştî yên di derbarê xebatê de daye. Di vê beşê de rê û rêbazên xebatê, derbarê Semsûrê de hin agahî, hin ziyaret û tirbeyên li Semsûrê û hin zanyariyên din hene.

Beşa duyem behsa bawerî û pêkanînên bijîşkiya gelêrî ya li Semsûrê kiriye ku di vir de nivîskar mijarên ducanîbûnê, tenduristiya zarok û dayikan û xwedîkirina zarokan lêkolîn kiriye.

Di beşa sêyem de bijîşkiya gelêrî û dermanên kurmancî ango kurdewarî hene. Di vê beşê de nivîskar behsa bi dehan nexweşiyan kiriye ku navketin, ba, şeliqîn, taya salê, pizik, çavêş û hal beşek ji wan e. Her wiha nîşan daye ku bê ka li beramberî van nexweşiyan çi derman hatine bikaranîn.

Beşa dawî ya pirtûkê ango beşa çarem jî derbarê ocax û saziyên ocaxê yên li herêma Semsûrê de ye. Nivîskar di vê beşê de ocaxên li Semsûrê û bijîşkiya gelêrî ya van ocaxan bikar aniye nivîsandiye.

Dr. Tekîn Çîftçî ev pirtûk di encama xebateke lêkolînê ango dîroka devkî de nivîsandiye. Li Semsûrê geriyaye, bi kesên karên wan “hekîmtiya kurmancî” ye an jî nexweş in û bi “bijîşkiya gelêrî” derman bûne re axiviye û tecrûbeyên wan nivîsiye.