Thomas Bernhard, di vehênana Hilmê (Der Atem) da, wek hemû vehênanên xwe, behsa xwe dike. Li sanatoryumê, li “yekeya siftxaneyê” (intensive care unit) ye. Yên hêviya jiyînê jê nemaye, dibin ciyekê zêde ronahî. Dor tê Thomasê biçûk. Lê Thomas dijî. Difikire ka bo îzbata jiyîna xwe çi bike. Dikare pêçiyên xwe bilivîne, lê na, pêçiyên hin miriyan jî dilivin. Dibe ku peywirdarê ew dibe ber bi ciyê zêde ronahî ve, vê diyardeyê wek nîşaneya jiyînê nebîne. Di dawiyê da hilm tê bîra wî. Hilmê distîne, her hilmê distîne û dide!
Kurê min ê bo dîtina sedyeyê diçû û dihat, bi destê min girtibû û peyva min beriya salan jê re gotibû, dubare dikir: “Netirse!” 18 sal berê gava min jê re gotibû “netirse”, fahm nekiribû ka çi dibêjim, ji ber ku hêj peyvên xwe tunebûn. Ji ber fişara zêde kezeba wî teqiya bû, hilma distend û berdida diçû nav valahiya zikê wî, zikê wî wek kureya hesinkaran hildibû û datanî. Min ew ji “mala nûzayiyan” a xerab a dewletê bi hetk û cersê biribû nexweşxaneyeka taybet. Xortoma cîhaza vantîlatorê ketibû sînga wî ya çepê û berê wî dabû jiyanê. Hingê ev pêçiyên wî yên dirêj ên li ser gitara lê dixe digeriyan nebûn. Bi çar pêçiyên xwe yên ziravoçkî, bi zor û zehmetî pêçiya min a qilîçê, ya min ji şibakoka kuvozê dirêjî wî kirî zevt kiribû. Îca sala çûyî gava li ser sedyeyê bi destê wî hesiyam, ew hilma rebenok a 18 sal berê hatibû bîra min.
Tişta duyem hat bîra min, hilma Bernhardî bû. Ew Bernhardê Otrîşiyên (Austrian) li Leipzigê bi coş pêşwaziya Naziyan dikirin nebexşandiye. Ew nivîskarê tevdîr daniye ser pirtûkên xwe ku li Otrîşê neyên firotin. Hilma Thomasê biçûk ku bide û bistîne wê pê bihesin ku va sax e…
Li yekeya siftxaneya ez birimê, nexweşên gelekî nesax hebûn. Morgeka mirî lê!
Kalemêrek hebû, te digot di roja qiyametê da li benda dora xwe ya hisabê xêr û gunehan e. Zêde nediqilqilî, wisa dixuya ku şerdên dînê xwe anîbû cî. Li derziyên lê dixistin, kontrolkirinê û pîvereyên tensiyonê dinihêrî bêyî bertekekê û wek karmendekê dorhêlî yê li benda dora xwe ye, hilma xwe distend û dida.
Li aliyê min ê çepê jineka laşê wê ew terikandibû, cilik û potên li ser xwe radikirin. Li bal wê fahma şermê nemabû, lê li bal min hebû, min careke dî berê xwe nedayê, lê her guhê min lê bû. Qasê carekê hevokên bi Tirkî yên şikestî wek cilikan ji ser xwe diavêtin û dizivirî Kurdî, ew Kurdiya zimanê jiyana terikandî ye. Te digot dixwaze careka dî bijî.
Mêrikê li aliyê min ê rastê, dibêjî qey tenê bi perçeyê laşê xwe yê hilmê distîne û dide re eleqedar bû. Laşê wî, wek hespê li ber sekrata hişk û ziwa bûbû. Tenê ji bêvila xwe hilm distend û dida. Dijiya, lê nemabû wî bibin ciyê zêde ronahî.
Ne şaş bim, li ser berzika min û li bin qarçika min jelên ji qeşemê hebûn. Her diricifîm. Min dikir û nedikir careka dî navbera min û laşê min ê xwestibû min biterikîne xweş nedibû. Ti kes wek ez xwedî laşekî bim bi min re nedibuhirand.
Derengî şevê, yekê umrê xwe li dora 55 salan anîn. Kezebên wî teqiyabûn. Sînga wî wek kureya hesinkeran radibû û datanî. Laşê wî diperpitî, xortom, qablo û tiştikên pîvemeniyê yên reng û qalindiya xwe cuda cuda bûn û bi dev, bêvil, sîng, mil û zendên lingên wî ve bûn her qut dibûn. Dest û lingên wî yên dikirin ji sînga wî ya bêtebat bifilitin, di rû û zikê nojkarên/hevşîreyên zend-zirav de diteqiyan. Ev tevgerên hanê, ji zindiyan zêdetir ayîdê miriyan bûn.
Yek ji nojkaran hat û got em ê ciyê te veguhêrin û nexweşê nûhatî bînin şûna te. Nabêjî, cîhazek li pişt textê min heye ku li pişt textên dî tune. Ez birim aliyê rastê yê dêrî û aliyê çepê yê mêrikê kezeb teqiyayî. Kêmtir kablo bi min ve kirin, şelteyek dî avêtin ser min, min zêdetir hilm stend û da! Bîstek şûn da yek ji dostên min ên doktor, pirtûkeka helbestê di dest da hat û ket hundir. Gotiye dikare li wir helbest bixwîne! Min spasî wî kir û jê tika kir ku heke rewşa min baştir be bila min derbasî jûrekê bike. Bîstek piştî derbasbûna min a jûrê, xebera mirina mêrikê li textê min ê kevn raketî hat. Ew dest û lingên wî ku êdî ne ayîdê wî bûn, heya sibehê di zanedariya min da perpitîn.
Ji wê rojê ve ye min qet cîgare nekêşaye. Ez û jiyana xwe ya duyem a bexşandî li hev in.
Gava gellek kesên xwedî erkên cuda ji gellek deverên cîhanê diyar kirin ku ji rûyê Covid-19’ê yekeyên siftxaneyan bi piranî yan bi giştî tije bûne û doktorên berpirsên jiyandina mirovan mecbûr in biryar bidin ka bila kî bijî û kî bimire, sê tişt hatin bîra min: Kurê min ê hûrik ê bi çar pêçiyên ziravoçkî bi qirna pêçiya min a qilîçê girtibû, Thomasê biçûk ê hilm stend û da ku va dijî û hilma min a cara duyem hat bexşandin.
Bi raya min, ne tenê sîstema tenduristiyê hildiweşe, şaristanî bi xwe hildiweşe. Endamên Dibistana Frankfurtê bi peyva “promesse du bonheur” (wehda dilşadiyê) a ji Stendhalî deyn kiribûn waz didan, lê Nazîzm hat! Wisa dixuye ku ev pandemî jî hatina dîktatoriya dîjîtal diyar dike. 1984, dikare “piçekî bi derengî” be jî, di 2024’an de pêk bê.
Desthilatdar şîret dikin ku em têkevin malên xwe û neçin yekeyên siftxaneyan. Lê ev hilweşîna han, ji rûyê wan qewimî. Ew desthilatdarên evqas bi coş wek welatiyên xwe welatiyên biyanî jî dikujin û didin nav karesatê nikarin bi nexweşînekê re serî bikin. Ev yek diyar dike ku ne jiyandinê, lê kuştinê esas girtine. Ji ber vê yekê, çawa em bi hevkariya hemû mirovan bi ser ketin, bila yekem karê me bo parastina cîhana cara duyem bexşandî derketina derve be. Em derkevin derve, li ser hev û bi hevra hilm bistînin û bidin. Bi vî awayî em dikarin îzbat bikin ku em hêj sax in!
Not: “Siftxane”, pêşniyaza Cîhan Rojê birêz e.