Doh romanûsê bi nav û deng Selman Ruşdî dema ku li New Yorkê li navendeke çandê beşdarî panelekê bûbû, rastî êrîşekê hatibû û ew rakiribûn nexweşxaneyê. Li gorî agahiyên Reuters’ê dema ku Ruşdî panel dida, mirovekî êrîşî wî kiriye û hewl daye ku wî bikuje. Li gorî agahiyên polîsên New Yorkê kesê ku êrîş kiriye ciwanekî 24 salî ye û navê wî Hadî Meter e.
Der barê mijarê de Andrew Wylie, wekîlê nivîskar Selman Ruşdî ji Reuters’ê re axiviye û wiha gotiye: “Rewş ne baş e dibe ku Ruşdî çavekî xwe winda bike, her wiha hin rehên destekî wî qetiyane û kezeba wî jî zirar dîtiye”
Hêjayî gotinê ye ku piştî romana Selman Ruşdî ya bi navê ‘Ayetên Şeytanî’ hate çapkirin û belavkirin, di sala 1989’an de lîderê Îranê Xumeynî fetwaya kuştina wî dabû û xwîna wî helal kiribnû. Nerazîbûna li dijî vê romana Tuşdî ne tenê ji alî Îranê ve lê bi giştî ji alî hemû alema islamê ve rastî nerazîbûnên tund hatibû.