Di dîrokê de ji bo fêrbûyîna me kurdan gelek bûyerên balkêş qewimîne. Ka em çi dibînin? Qismek kurdên me hene, tu dibêjî qey ji fezayê hatine. Di nav çar parçeyên Kurdistanê de xwe di ser hemû gelê kurd re dibînin. Lê ew bixwe jî dizanin ev destkeftî bi saya çil milyon kurd û rexisinên kurdan in.
Di dîroka nêz de bi zelalî li ber çavên cîhanê ji bo serxwebûna Kurdistana başûr te şamara herî mezin ji kî xwar? Ka bide ber çavên xwe û mejîyê xwe li banga serê xwe bike. Bi vê ferasetê tu dibêjî “bila biçûk be, lê ya min be.” Tu wisa dizanî bi vê binyada ku avabûye te cilê xwe ji avê şêlî derxistiye. Ka tu bixwe jî baş binêre pêsîra te di destê kî de ye? Qet nebe li hêla mirovatiya notr (bêalî) bimînin. Tu qet şerm nakî? Kevirê di nav dawa kirasê xwe de vala bike. Gelê kurd birakujiyek din naxwaze. Li dijî birayên xwe helwesta xwe careke din di ber çavan re derbas bike. Lê hêla din tu xwe li ber hinek cihan şîrîn û şekir dikî. Mixabin bênavber ber bi îxanetê ve diçî. Tê zanîn ku gelê başûr jî ji vê helwestê teqez neraziye.
Êrîşa li ser Zaxoyê di nav Rojhilata Navîn de wekî mîna erdhejeke mezin gelekî tesîr kir. Di vê êrîşê de du zarok, tevahî 9 kesên ereb ên sivîl jiyana xwe ji dest dan. Li gor ragihandinan di navbera 23-30 kes jî birindar bûne. Ev bûyer hesabên kesan e, heta yê dewletên ku di nava pirsgirêka Sûriyeyê de cih digrine ye. Dixwazin li herêmê xwedî hêz û desthilatdar bin. Planên wan jî serûbino bûn. Ev bûyer bi lezûbez li dinyayê belav bû. Di navbera dewleta Iraq û Tirkiyeyê de niqaş derket û têkiliyên wan xera bûn. Li gor agahiyên hikûmeta Iraqê û rêxistina herêma Kurdistana başûr, ev bûyer ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye pêk anîn. Lê Wezareta Derve ya Tirkiyeyê ev angaşt qebûl nekir. Li hêla din, hikûmeta Iraqê jî li ser vê bûyerê got: “Tirkiye, bi aşkera serweriya Iraqê bin pê dike.” Bi vê angaştê serî li Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî da. Di wê civînê de Tirkiye bi tundî hat şermezarkirin. Niha jî di siyaseta hundirê welat de hikmê bêdengiyê çêbûye.
Parlamenterê mûxalefetê Unal Çevîkoz xwe danî holê û bi pifikê çû ser şewatê. Mirov dinêre ji bo aştiyê gavavêtina wan tune ye. Gotinên wî tên vê wateyê: “Biryar çi dibe bila bibe em qebûl nakin.” Halbûkî parlamenterê partiya mûxalefetê ji desthilatiyê re şîretên xwe li ser aştî û xêrxwaziyê çêkirine. Xuyaye ku ev şexs di vê bûyerê de mirovên jiyana xwe ji dest dane kesên sivîl û zarokan nade ber çavan. Ev rastî ji bo wî şexsî bêwate dimîne. Li gor mafên mirovan şer çiqas dijwar dibe bila bibe, zarok û kesên sivîl tu car nayên kuştin, ev wekî sucê şer tê pênasekirin. Zilam, her hal xwe ji bo siberojê amade dike. Gotinek heye “dar li ser koka xwe bilind dibe.” Ev arîşe me eleqeder nake.
Hinek tişt hene gelek dişibin hev. Ev jî bala mirov dikişîne. Wekî di van rojên dawî de televîzyonek ev çendîcare qala Enwer Paşa dike. Gelek jî peznê wî tê dayîn. Gelo ji bo çi ev kes ewqas tê biriqandin? Ev kesên xwe demokrat pênase dikin dema dor tê kurdan; demokrasî, şoreşgerî qet tiştek namîne. Kurdên li Sûriyeyê dijîn, di nav şîroveyên xwe de qet kêm nakin. Dibêjin çi şixûlê Amerîkayê li Sûriyeyê heye? Ji bo kurdan li wir dimîne. Ji ber xatirê demokratbûna hinek tiştan naynîn ziman. Carinan di bin zimanê xwe de gotinên neyînî davêjin derve. Penabertî jî li stûyê kurdên Sûriyeyê dimîne.