12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Wêneyên qirkirina daristanên Bestayê

Encamên qirkirina xwezayê ya li Şirnaxê bi wêneyan dertê holê. Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamya (MA) qirkirina daran ku di sala 2019’an de li Şirnexê bi hinceta çêkirina rêyên ber bi kalekol û baregehên leşkerî ve dihate kirin, hêj didome. Piştî Çiyayê Cûdî, cerdevanan li Herêma Bestayê jî bi hinceta “ewlehiyê” bi deh hezaran dar birîn. Bi hinceta “Herêma ewlekariyê ya taybet” qedexeye ku welatî bikevin gundên Cinîwer, Xerbigê Bestin, Navyan, Bêlûzer, Şerevan û Rîsorê û qadên Kaniyamîr, Birateto, Birapeşo, Deyndarok, Serêrû, Tîkera, Qûrteka Pêşya û Girê Derîncê lê belê qirkirina daran a li van herêman bênavber didome.

Rojane di navbera hezar û hezar û 200 ton daran li van herêmên navborî tên birîn û piştre jî bi traktoran vediguhêzin navenda bajêr. Darên ku li kamyon û TIR’an tên barkirin, ji bo firotinê ber bi bajarên din ve tên şandin. Heke hemû lêçûn aydê cerdevanan bin, wê demê tona daran bi hezar û 750 TL’an difiroşin. Ji bo pêşîlêgirtina vê qirkirinê gelek hewldanên hiqûqî çêbûn lê belê heta niha jî tu encamek jê derneketiye. Bi wêneyên peykê yên Google Earth’ê re jî careke din aşkera bû bê ka li Şirnexê qirkirina daran çawa hatiye kirin. Wêneyên hinek herêman di sala 2020’an de û hinek jî di sala 2021’an de hatine kişandin. Di wêneyan de xuya dibe ku bi hezaran dar hatine birîn. Wisa tê texmînkirin ku gelemperiya qadên din ên daristanan ku di wêneyên peykê yên sala 2021’an de xuya dikin, di sala 2022’yan de hatine tunekirin.

Di du wêneyên ku 8’ê cotmeha 2020’an û 17’ê cotmeha 2021’an de li herêmeke li bakurê rojhilatê Girtîgeha Şirnexê hatine kişandin de xuya dibe ku qadeke berfireh a daristanê bi tevahî hatiye tunekirin.

Herêm êdî reng guheriye

Di du wêneyên 18’ê hezîrana 2020’an û 17’ê cotmeha 2021’an de li qadeke cuda ya heman herêmê hatine kişandin de jî heman rewş xuya dike. Qada ku berê di wêneyan de bi tevahî kesk xuya dikir, di nava salekê de êdî reng guherandiye.

Di wêneyên herêmên Besta yên cuda de jî qirkirina hatiye kirin bi aşkerayî derdikeve holê. Birîna bi sedan daran, di wêneyên 21’ê tebaxa 2019’an û 17’ê cotmeha 2021’an de xuya dikin.

Xelkê herêmê yên erdê wan li qadên navborî heye û li dijî birîna daran derdikevin, têkildarî pêvajoya destpêkirina qirkirina daran û ya piştre ji ajansa me re axivîn. Ji welatiyên herêma Bestayê Zekî Îrmez da zanîn ku çendek sal berê ji bo birîna daran teklîf li wan hatibû kirin lê belê wan ev teklîf red kiriye. Bi domdarî Îrmez wiha qala wê pêvajoyê kir. “Me jê re got ku dê darên xwe nebirin. Jixwe her sal dişewitandin. Ev 2-3 sal bûn hinek sekinî bûn. Di sala 2018’an de li Cûdî dest bi birîna daran kiribûn. Ev 2 sal in jî berê xwe dane Herêma Bestayê. Ji 2020-2021’an heta niha jî li deverên Baçuk, Xaykano, Çemê Mezin û Zirviyê daran dibirin. Niha jî berê xwe dan hêla Şax û Cinîwerê.”

Bi domdarî Îrmez diyar kir ku wan ji bo pêşîlêgirtina birîna daran daxwazname dane û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li ser vê yekê jî berê me dan Rihayê. Em çûn Rihayê û me daxwaznameyên xwe dan. Em dîsa şandin Şirnexê. Me bi Midûrê Bajar re hevdîtin kir. Ji me re got; ‘Ev rewş ne bi destê me ye. Vê yekê bi sedema ewlekariyê dikin.’ Îhaleyên wan formalîte ne. Tevekan jî cerdevan dibirin. Me nexwest destûrê bidin. Lê ji me re gotin; ‘hûn destûrê bidin jî nedin jî em ê bibirin.’ Ne bi qanûnên xwe dikin û ne jî li gorî şertên di îhaleyê de tevdigerin. Li gorî îhaleyê tê gotin ku dê 10 ton dar bên birîn lê ev talan dikin. Qirkirineke mezin dikin. Bi hinceta ‘ewlehiyê’ dibirin lê ranteke mezin tê de heye.”

Di berdewamê de Îrmez bi lêv kir ku wan pereyê ji wan re hatiye teklîfkirin qebûl nekirine û ev tişt anî ziman: “Dar birîbûn. Me pereyê wê nexwestibû lê dîsa jî ji hesabên me re hatine şandin. Em wî pereyî nakişînin. Rewşa li Herêma Federal a Kurdistanê jî mîna ya herêma me ye. Vê mijarê eleqeya xwe pirsgirêka kurd re heye. Dema dibêjin ‘em ji ber ewlehiyê dikin’, hemû rêxistinên civaka sivîl û saziyên fermî xwe bêdeng dikin. Kesek dengê xwe nake. Tu eleqeya kiryarên wan bi qanûnan re nîne. Di demên berê de jî bi hinceta ‘ewlehiyê’ gund valakirin û gelek mirov qetilkirin… Tu dixwazî ji hêla qanûnê ve destwerdanê bikî lê dadgeh jî bi hinceta ‘ewlehiyê’ xwe têkil nake. Qanûn, nakevin meriyetê.”

Xwezayê qir dikin

Îrmez, birîna daran weke ‘komkujî’ pênase kir û wiha bertek nîşan da: “Hebûna hemû zindiyan gelek girîng e. Çawa ku dema li Mugla, Aydin an jî li daristanên Îzmîrê şewat derdikeve dewlet hemû derfetên xwe seferber dike, divê li vê derê jî xwedî heman hewldanan be. Lê belê dewlet bi hinceta ‘ewlehiyê’ bi destê xwe vî karî dike. Ev jî nîşan dide ku hiqûqa li vê derê cuda ye. Lê hewceye hiqûq li hemû cihan heman hiqûq be. Divê dawiyê li birîna daran bînin. Derfeta me ya pêşîlêgirtinê heye. Bila gelê me jî serî li rêyên qanûnî bide. Hewceye çalakiyên demokratîk bên kirin. 5 sal berê li dijî çêkirina santrala termîkê çalakiyên girîng hatin kirin. Divê heman çalakî bên lidarxistin. Ji ber ku dar bo her kesî ne. Pêşeroja zarokên me ne. Di dema xwe de bi hezaran sewal li vir hatin xwedîkirin. Heke dar bên birîn êdî kesek nema dikare sewalkariyê bike. Her çend ku ‘ciwankirinê’ weke hincet nîşan bidin jî, darên ciwan jî tên birîn.”

Dar bê agahî tên birîn

Welatiyê bi navê Bahattîn Alkiş jî li ser qirkirina darên wî yên li qada ser sînorê Şirnex û Perwarî ya Sêrtê li dadgehê doz vekir. Alkiş, da zanîn ku gundê wan li herêma Basyanê ye û wiha got: “Nêzî 110 hezar donimên erdê me hene. Gundê me dan valakirin û em jî neçar man ku koç bikin. Niha jî darên me dibirin. Ev nêzî du mehan e dibirin. Dema me ev yek bihîstî, me serî li Midûriyeta Daristanan a Şirnexê, Midûriyata Daristanan a Herêmê ya Rihayê, cendirmeyan, walîtî û Midûriyeta Daristanan a Sêrtê da û îtîraz kir. Me jê re got ku herêma navborî ya me ye û darên li herêmê bêyî agahiya me tên birîn. Me îtîraz kir û jê re got ku dê birîna daran qebûl nekin.”

Di berdewamê de Alkiş got ku piştî serlêdana wan birîna daran hatiye sekinandin û wiha derbirî: “Li wê derê 160 tonên daran hatine birîn. Heta niha jî tu bersiv nedane serlêdanên me. Tenê haya me ji wê heye ku piştî serlêdana me birîna daran dane sekinandin. Veguhestina darên hatine birîn jî dane sekinandin. Ji bo ku yên hatine birîn ji wê derê veguhêzin, bi me re hevdîtinan dikin. Lê em qebûl nakin. Bi hinceta ‘ewlehiyê’ dixwazin kalekolan çêbikin. Qala çêkirina rêya Wanê dikin. Dixwazin ji bo qereqolan bibirin. Em teqez naxwazin darên me bên birîn û xwezaya me bê talankirin. Em beşdarî çalakiyên li dijî vê hatine kirin jî bûn.”

Alkiş bal kişand ser ‘talan, rant û qirkirina’ bi birîna daran tê kirin û axaftina xwe wiha qedand: “Em dixwazin ev talankirina xwezayê bê sekinandin. Li herêmê operasyon heye lewma nikarin biçin herêmê. Dibêjin qada ewlekariyê, qada şer e. Dadgeh jî nikare biçe. Herêm ji darbiran re vekirî ye lê ji dadgeran re qedexe ye. Ji bo ku herêmê ji mirovan xalî bikin van daran dibirin. Dixwazin bêdar bihêlin.”