13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Joe Biden biryara tevlêbûna Swêd û Fînlanda ya NATO’yê imze kir

Serokê DYA’yê Joe Biden  îro erêkirina Washingtonê ya ji bo tevlêbûna Fînlanda û Swêd ya NATO’yê imze kir. Biden di axaftina xwe ya piştî imzekirinê de wiha got: “Li hember hemû gefan em ê piştgirî û alîkariya Swêd û Fînlandayê bikin, divê em li hember gef û talukeyan hişyar bidin û bikevin nava tevgerê beriya ku ew gef zirarê bidin hevpeymanên me .”

Biden got ku bi tevlêbûna van herdu welatan dê NATO’yê bihêztir bike û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Deriyê NATO’yê li ber welatên din ên Ewropayê vekirî ye”

Çarşema derbasbûyî Kongreya Amerîkayê biryara tevlêbûna Siwêd û Fînlandayê erê kiribû. Piştî erêkirina Amerîkayê hejmara welatên ku heta niha tevlêbûna wan herdu welatan erêkirine bû 23 welat.

Ji bo ku tevlêbûna Swêd û Fînlandayê bi temamî were erêkirin divê her 30 welatên endamên NATO’yê vê biryarê erê bikin.

Welatên ku hîna bi fermî tevlêbûna wan herdu welatan imze nekirine ev in: Yewnanistan, Çîk, Macaristan, Portekîz, Slovakya, Tirkiye û Ispanyayê.