13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Artêşa tirk gundên Qamişlo û Amûdê topebaran dike

Artêşa tirk gundên Sêgirka û Til Zîwan ên rojhilatê Qamişlo bi çekên giran topbaran kir, di encamê de li gorî agahiyên destpêkê birîndar hene. Lê heta niha hejmar û rewşa birîndaran nehatiye zelalkirin.

Her wiha balafireke bêmirov herêma devera li pişt nexweşxaneya Jiyan-Covid 19 ya bakurê bajarê Qamişlo li nêzî rêya Hîzamê ya bakurê bajêr, bombebaran kir. Li gorî agahiyan li wir hin welatî birîndar bûne.

Li gorî agahiyên ku nûçegihana ANHA’yê ji herêmê ragihandine, artêşa tirk di van kêliyan de gundê Xanikê yê rojavayê navçeya Amûdê topbaran dike.

Di saetên sibehê de jî gundê Xanikê yê navçeyê ji alî artêşa dewleta tirk ve bi çekên giran hatibû êrîşkirin.