Çapemeniya alman hevdîtina Putîn û Erdogan weke peymana qirêj binav kir û got, Eger Putîn destûra êrîşa li dijî Kurdan bide Erdogan, wê ev yek rê li ber encamên xerab veke.
Ji ber şerê li Ukraynayê, NATO û Yekîtiya Ewropayê cezayên giran li Rûsyayê birîne. Di wextekî wiha de endamê NATO dewleta tirk hewl dide pêwendiyên xwe li gel Rûsyayê baştir bike. Ev yek jî di berdêla wergirtina destûra êrîşa li dijî Kurdan e.
Naveroka Hevdîtinê û bazarên li dijî Kurdên Rojava cihekî berfereh di çapemeniya alman de girt. Rojnameya Mitteldeutsche Zeitung (Mîtel-Doçe Saytûng), hevdîtina Putîn û Erdogan bi vî sernavê parve kir: Gelo di berdêla wergirtina balafirên bê mirov, wê Rûsya rê bide êrîşa li dijî Sûriyeyê? Rojname radighîne ku hewldanên Erdogan ew in ku ji bo êrîşa li dijî Kurdên Sûrî destûrê ji Putîn werbigre û wiha dewam dike: “Her çi di navbera Putîn û Erdogan de pêk were, di encamê de wê bibe peymaneke qirêj.
Rojnameya Reutlinger Generalanzeiger (Rotlînger General Aînzayger) jî hevdîtina li Soçî bi vî sernavî deranî pêş: Di berdêla wergirtina balafirên bê mirov de, dibe ku Putîn li dijî êrîşa li hemberî Sûriyeyê bêdeng bimîne.
Rojname diyar dike ku bazirganiya balafiran di navbera Enqere û Moskovayê de wê rê li ber hêrsa NATO veke û wiha dibêje: Eger Tirkiyê balafirên şer ên bê mirov bide Rûsyayê û heke Putîn li hemberî êrîşa li dijî Kurdan bê deng bimîne, wê ev yek ji bo NATO heqaret be.
Rojnameya Ludwigsburger Kreiszeitung (Ludvîgs Burger, Kraîs Zaytûng) têkildarî hevdîtina Soçî ev şîrove parve kir: Erdogan bi peymana genim a Stenbolê dixwaze hêviyekê bide Rûsyayê.
Beramberê vê yekê wê destûra êrîşa li dijî Bakurê Sûriyeyê ji Putîn werbigere. Di encamê de a were kirin wê ji bo mirovan bibe sedema binpêkirina aramî û azadiyê.
Parsek e bi şûr û qetek e
Ji beriya derdora 3 mehan de û heta roja îro rayedarên dewleta tirk bênavber gefên destwerdaneke nû li dijî bakur û rojhilatê Sûriyeyê dikin. Di axaftina hemû rayedarên tirk de gotina em destûrê ji kesekî naxwazin û kengî em bixwazin em ê êrîş bikin heye. Lê di rastiya xwe di nava van sê mehên dawî de me dît ku çawa rayedarên dewleta tirk ji bo destûrgirtinê li ber deriyê hêzên navnetewî digerin.
Rayedarên dewleta tirk ji ber deriyê DYA’ê xwe davêjin ber deriyê Îranê, ji wir jî xwe davêjin ber deriyê Rûsyayê û li hemberî destûrgirtina vê êrîşê bazaran bi wan welatan re dikin.
Doh jî bi vê armancê dîsa rayedarên dewleta tirk berê xwe dabûn Rûsyayê û Bi serokdewletê Rûsya Vlademir Putîn re hevdîtin kiribûn.
Di daxuyaniya çapemeniyê ya piştî vê civînê de hin xalên ku li ser wan li hev kirine bi çapemeniyê re hatin parvekirin. Piraniya wan xalan berê di civîna li Îranê de jî hatibûn gotin.
Bi her halî tevî ku Îran û Rûsyayê li dijî êrîşeke leşkerî derdikevin lê ew gef û zextên dewleta tirk li aliyekî din li dijî kurdan bikar tînin û dixwazin bi rêya wan gefan kurd xwe bi carekê re teslîmî rejîma Sûriyeyê bikin.