Sembol bi rêyên cuda, bi navgînên derbirînê yên cur bi cur daxilî nav metnên edebî dibin. Şairên serdema klasîk wek tercîhên hunerî û her wisa wek kevneşopiyeke serdemê bi form û naverokên hevpar serî li bikaranîna sembolan dane. Sembol ji bo şairên klasîk bûne navgînên bivê nevê ji bo temamkirina berhemê. Sembolên edebî jî bi hêsanî di hişê mirov de cih digirin, lewre li ser wateyên wan lihevkirinek heye.
Sembol wek peyv, wek obje, wek bûyer an jî çalakî, an jî wek karakterek di berhema edebî de xuya dibin. Hêmanên sirûştî sembolên herî binas û berbelav in ku di berhemên edebî de zêdetir cih digirin. Hêmanên têkildarî sirûştê yên wek demsal, ronahî û tarîtî, cureyên daran û riwek û kulîlk, av, çem, hîv, roj, elementên wek zêr, zîv û încî; rewşa hewayê û zeman wek berf û baran, ba û birûsk, danê sibê û êvarê; hemû cure heywan ligel xasyetên xwe yên cihêreng; gewdeya mirov û organên wê wek hestî, dest û çav û dev; hejmar û reng; objeyên wek mifte, pêlekan, awêne, birc û qûle; wargehên wek daristan, baxçe, bajar, an jî cihên tenetiyê yên wek çol û şikeft û zindan û hwd. sembolên herî binas in.
Mem û Zîn wek mesnewî hema bêje hemû xasyetên nerîta klasîk di xwe de dihewîne. Ev berhem mişt bi sembol û mazmûnên edebiyata klasîk dagirtî ye. Termînolojiya edebiyata klasîk, şexs, bûyer, fikr û bûyerên ku şairên klasîk ji bo berhemên xwe wek referans bi kar anîne di Mem û Zînê de jî li ber çav e. Edebiyata klasîk a gelê misilman hem sembolên çand û dîroka îslamê û hem jî ji fikr û baweriyên qedîm ên Rojhilat û Rojava sûd wergirtiye û ji bo şairan îmkana avakirina kompozîsyoneke zengîn dabîn kiriye.
De ka bi çend mînakan em berdewam bikin. Roja Newrozê di Mem û Zînê de semboleke xurt e û derfeta şîroveyên zengîn dide me. Eger em Newrozê her wekî şîroveyên li ser çîroka Kawayê Hesinkar a di mîtolojiya kurdan de, bi wateya wê ya destpêkbûnê bipejirînin, wê çaxê em bi rehetî dikarin wê wek destpêka serpêhatiya evîndariya Mem û Zînê, û her wiha ya Tajdîn û Sitıyê qebûl bikin.
Jixwe mirov çîroksaziya mesnewiyê jî bide ber çav, roja Newrozê fonksiyona sazker a dem û cihê çîrokê dibîne ku tê de lehengên sereke tên pêşkêşkirin. Xanî di roja Newrozê de kolan û taxan wek bazara hevdîtina keç û kuran teswîr dike. Her wisa Xanî berkirina cilûbergên zayendên dijber, ya Mem û Tajdîn û Zîn û Sitiyê, bi awayekî sembolîk bi guherîna demsalê têkildar dike ku wateya cilguhestina sirûştî tîne hişê mirov.
Zewaca Tajdîn û Sitiyê rola Dayê/Heyzebûnê jî ji hêla sembolîzmê ve hêjayî qalkirinê ye. Zewac wek domdariya nifş, berdewama hebûna însên, yekitiya civakê û berdewamiya seltenetê bûyereke sembolîk e. Her wisa zewac û bi vê boneyê jî ziyafeta roja dawetê sembola vîna însên e ku li hemberî zemên û fanîbûnê xwedî xasyeteke lawaz e. Hevdîtina Mem û Zîn’ê ya li baxê Mîr jî bûyereke sembolîk e. Baxê Mîr ê bedew wek wareke sembolîk vebeyîna bihuştê ya li ser rûyê erdê ye. Mem û Zîn bi rêberiya dilê xwe tên nav baxê Mîr, lewre evîna dilê wan rêberê wan ê sembolîk e. Gazîkirin û daxwaza xurt a Zînê dinuqute dilê Mem û wek hêzeke telepatîk wî dikişîne ber bi xwe ve. Ji bilî wan tu kes li wir nîne, her wekî Adem û Hewayê. Mem û Zîn bi awayekî veşartî li vê baxçeyê hev dibînin.
Leyîza setrencê wek hêmaneke sembolîk bi çend awayan dibe bê şîrovekirin. Eger ji bergeha Beko ve em binirxînin, ew leyîz wek navgîna dek û dolabê, amraza xapandinê ye, lewre Beko bi şikandina baldariya Mem û bi rûberîhevkirina wî bi Zinê re dexeliyê dixe nav vê leyîzê. Ji hêla Mîr ve setrenc ji bo hewldana têkbirina Mem wek hecetek tê dîtin, an ku şereke ne rasterast e di navbera wî û Mem de. Mem jî bi serkeftina di leyîzê de hêvî dike ku bigihîje mirazê xwe.
Wek encam, Mem û Zîn ji beşa dîbaceyê ta encamê mişt bi hêman, bûyer û wateyên sembolîk neqş kiriye. Sembol di berhema Xanî de hem bi awayên cuda û hem jî bi fonksiyonên cuda xuya dibin. Xanî hemanên sembolîk hema bêje bi hemû cure û tesnîfên wan xistiye nav berhema xwe û ji bo teserufên cîyawaz ên şairane ji wan sûd wergirtiye. Temsîla sembolîk a sirûştê bi rêya flora û faûnayê, temsîla dîrokê û mîtolojiyê bi rêya lehengan û serpêhatiya wan, temsîla tesewifî bi eşqê û şerabê di berhemê de bi hunreke bilind a gotinê cih girtiye.