Li Mêrsînê, beriya civîna awarte ya ji bo deynên şaredariyê ku wê îro li Şaredariya Akdenîzê bihata kirin, li dijî endamên Meclisê Şaredariya Akdenîzê yên HDP’î operasyona binçavkirinê hat lidarxistin. Di saetên serê sibehê de li bajêr polisan bi ser malên endamên meclisê de girt û ew binçav kirin. Di civîna beriya niha ya ji bo heman armancê de endamên meclisê yên HDP’î daxwaza rêveberiya şaredariyê ya AKP’ê ya ji bo deynan red kiribû.
Balkêş e polisan ji bo serdegirtina xwe ya malan navê “paqijî” bi kar anîn.
Hat hînbûn ku Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê bi angaşta “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” edamên meclisê û Hevseroka HDP’ê ya Mersînê Bedriye Kûş jî di nav de der barê 31 kesan de biryara binçavkirinê derxistiye.
Di serdegirtinan de polisan malan serobin kir û Hevseroka HDP’ê ya Mersînê Bedriye Kûş û endamên meclisa şaredariyê Nûran Arslan, Mehmet Bîtkîn û Alî Tanriverdî jî di nav de bi giştîi 20 kesî binçav kirin û birin Miduriyeta Polisan a Bajar.