Li navçeya Geverê ya Colemêrgê, leşkeran bi ser gundê Zêckanê de girtin û gund dorpêç kirin. Leşkeran piştî dorpêçkirina gund bi ser malan de girtin û ji heman malbatê welatiyên bi navê Kemal, Nîhat, Şivan, Mûrat, Nîhat û Şukru Polat binçav kirin.
Li gorî nûçeya ku Ajansa Mezopotamyayê (MA) derbas kiriye, leşkeran bi angaşta “endamtiya rêxistinê” her şeş welatiyan binçav kiriye û destê wan pişt ve kelemçe kirine û ew bi xwe re birine Fermandariya Cendirmeyan a Geverê.
Hat hînbûn ku leşkeran di ser de girtina malan de tundiyê li kesên binçavkirî û xizmên wan kiriye.