Konferansa kurd di salvegera 99’emîn a Peymana Lozanê de, bi tevlêbûyîna 57 partiyên siyasî û sazî û rewşenbîr, hunermend û akademîsyenan, li Qesra Rumine ya peyman lê hatiye îmzekirin, hat lidarxistin, bi dawî bû. Di gotûbêjên hatin kirin de hate destnîşan kir ku divê Kurd bi hev re tev bigerin.
Pişt re encamnameya konferansê û çalakiyên wê di sala 100’emîn a Peymana Lozanê de werin kirin, hatin pêşkêşkirin.
Peyman erêkirina qirkirina kurdan e
Di encamnameyê de wateya Peymana Lozanê û bandora wê ya li ser Kurdistaniyan, wiha hate destnîşan kirin: “ 99 sal berê li Lozanê konferanseke navneteweyî hat kirin û di encama vê konferansê de peymanek hat îmzekirin. Bi vê peymanê Kurdistan bû çar parçe. Nûnerên gelê Kurd di vê konferansê de nîn bûn, pirs ji Kurdan nehatin kirin. Lê di der heqê aqûbeta Kurd û Kurdistaniyan de biryar hatin dayîn û hesabê Kurdan nehat kirin.
Peymana Lozanê, qirkirina Kurdan û êrêkirina vê qirkirinê bi navneteweyî ye. Ermen û Asûr-Suryan-Keldan jî terkê heman aqûbetê hatin kirin. Peymana Lozanê ne bi tenê biryara kuştina Kurdan lê erêkirina Ferman, Meds Yeghern, Seyfo û qetilama sala 1915’an e jî.
Xencereke li ser dilê Kurdistanê
Piştî Peymana Lozanê hat îmzekirin, li Kurdistanê pêvajoyek a tarî dest pê kir. Gelê Kurd rû bi rûyê komkujiyan bû û xwestin ku gelê Kurd ji holê rakin. Ji 1925’ê heta 1938’î li Bakurê Kurdistanê bi sed hezaran kes hatin kuştin û gelek herêmên Kurdistanê hatin valakirin. Li herêmên din jî polîtîkayên kuştin, êşkence, birçîtî û bişaftinê dewam kir. Li Başûr Peymana Lozanê, qetilkirina bi sedhezaran li Enfal û Helepçeyê ye. Li Rojhilat qetilkirina pêşeng û şoreşgerên têkoşîna Şîna, Mehabad û Sîneyê ye. Li Rojava şewitandina Amûdê ye. Xeleka Ereb, li Bakur komkujiyên Dersim û Zîlan, êşkenceyên girtîgeha Amedê ye. Di encama Peymana Lozanê de di navbera Bakur, Rojhilat û Rojava de têlên bi stirî, çavên kor û li wî sînorê dest û piyên hatin birîn hene. Bi kurtasî Peymana Lozanê xençerek e li ser dilê Kurdistanê. Îro Peymana Lozanê êrîşên li ser Kobanê û Şengalê, qirkirina mirovên me yên Êzîdî, dagirkirina Kerkûk, Efrîn û Serêkaniyê, qetil kirina kolberan, li Zap, Avaşîn û Metînayê li dijî şervanên azadiyê bikaranîna çekên kîmyewî ye.
Dil dikin ku sed salên dijî Lozanê dirêj bikin
Gelê Kurd, tevî hemû zehmetiyan li dijî encamên Peymana Lozanê bi hemû hêza xwe li ber xwe daye. Eger mirov şertên sala 1923’yan û yên niha bide ber hevdu; hêza gelê Kurd a sala 1923’yan ewqas nîn bû, lê niha hêza gelê Kurd di hevsengiya herêmê de bi bandor e. Li Başûr statuyeke federal, li Rojava jî statuyeke bi fiîlî û li Bakur û Rojhilat jî tevgera azadiyê ya rêxistinkirî û berxwedaneke geş û gur heye. Gava Peymana Lozanê hat îmzekirin Kurd di asta navneteweyî de nehatin naskirin. Nav û dengê Kurd nebihîstin. Lê îro di qada navneteweyî de Kurd xwedî rol, fam û feraset û dostanî ne. Gava gotûbêjên li Lozanê di nav şandeya Tirk de bi tenê Kurdek hebû û ew jî Kurdekî xayîn bû. Lê niha li heman salonê nûnerên Kurd û Kurdistaniyan tên ba hev û dikin ku dinya bi wan bihise.
Tevî vê rewşê em hêj azad nebûne û hêj jî pirê welatê me di destê dagirkeran de ye. Me Peymana Lozanê da nav dest û pêyan lê fesh nekir. 99 sal in hêj jî dijminên me planê qirkirina me dikin û bi rê ve dibin. Dixwazin ku sed salên din jî Peymana Lozanê pêk bînin û destkeftiyên me bi dest xistine ji me bistînin.
Berteka herî mezin a li dijî Peymana Lozanê, pêkanîna yekîtiya neteweyî ye. Bi vê peymanê welatê me parçe dibe, gelê me ji hev dibe û em pê ji hev vediqetin. Eger ku em nexwazin sedsaleke din jî Peymana Lozanê li me neyê ferzkirin, divê em yekîtiya xwe xurt bikin û bi yek dengî li ber vê parçebûyînê rabin.“
Biryarên konferansa kurd ya li Lozanê
Di dawiya daxuyaniyê de, hat diyarkirin ku di salvegera 99’emîn a Peymana Lozanê de, li salona ku peyman lê hatiye îmzekirin, nûnerên gelê Kurdistanê konferans li dar xistiye û biryarên di konferansê de hatine dayîn wiha hatin rêz bi rêz kirin:
“1- Peymana Lozanê, bêyî pirsîna ji gelê Kurdistanê hatiye îmzekirin û pê welat û gelê me hatiye parçekirin. Em wek nûnerên gelê Kurdistanê, vê peymanê red dikin.
2- Wek konferans, em bang li Neteweyên Yekbûyî, li dewletên ev peyman îmze kirine û hemû rayedaran dikin û dibêjin ku konferanseke din li dar bixin û peymaneke nû ya bi heqî û li gor rastiya herêmê îmze bikin.
3- Konferans Têkoşîna Azadiyê ya li çar parçeyên Kurdistanê, xebata bingehîn a li dijî dagirkirin û dabeşkirina Kurdistanê dibîne û silav dike.
4- Konferans, gelê Asûrî-Suryan-Keldanî yê mexdûr ê ji Peymana Lozanê zerar dîtiye û hemû gelên li Kurdistanê dijîn wek mexdûr dibîne û silav li têkoşîna azadiyê ya van gelan dike.
5 – Konferans, li berjewendiyên Başûrê Kurdistanê difikire û piştgiriya xebat û çalakiyên ji bo rotasyona herêmên di destê dagirkeriyê de dike û pê re mijûl dibe.
6 – Konferans, piştgiriya ketina bi pey statuya fermî ya Rojavayê Kurdistanê û xilaskirina axa di destê dagirkeriyê de, dike.
7- Konferans, di serî de bikaranîna çekên kîmyewî li herêmên Metîna, Zap û Avaşînê, li dijî hemû êrîşên dewleta Tirk e. Li dijî van êrîşan berxwedana gerîlayên azadiyê silav dike.
8 – Konferans, li dijî bikaranîna çekên kîmyewî, bang li OPCW’yê û hemû hêzên navneteweyî dike li ber bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta tirk xwe ker nekin.
9 – Konferans bang dike ku gelê Kurdistanê hemû partî, sazî û nûneriyên xwe hêzdar bike û li ber êrîşên dagirkeran û planên wan ên bi dijminahî rabe. Di qada navneteweyî de jî em bi hev re deng derbixin û bi yek dengî doza Kurdistanê bi cîhanê bidin bihîstin.“
Dê kurd salekê li ser hev çalakiyan bike
Di dawiya danezanê de hat diyarkirin ku wê piştgiriya çalakiyên wê ji aliyê Komîteya Sala 100’emîn a ku wê sala 100’emîn a Peymana Lozanê li ser hev bike
Xebatên ku wê komîte, di çarçoveya çalakiyên sala 100’emîn a Peymana Lozanê de organîze bike, wiha hatin rêz bi rêz kirin;
Wê ji 22’yê Mijdarê û pê de panel, pêşangeha wêneyan û gotûbêj werin kirin.
22’yê Tîrmehê wê bi şiara ‘’Di sala 100’emîn a Lozanê de 100 Kurd diçin Lozanê’’ meş û mîtîng werin lidarxistin.
23’yê Tîrmehê wê bi tevlêbûyîna hemû sazî û kesayetên Kurdistanî, konferansek were lidarxistin.
24’ê Tîrmeha 2023’yan li cihê peyman lê hatiye îmzekirin, wê encamnameya kongreyê were xwendin.
Konferans bi xwendina Sirûda Neteweyî ya Kurdistanê ‘Ey Reqîb’ bi dawî bû.