Wezîrên Rûsya û Ukraynayê ji hev cuda peymana hinartina genimê Ukraynayê îmze kirin, wezîrên herdu welatan di merasîmê de li ser heman maseyê rûneniştin.
Di destpêka merasîmê de Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres ji nûnerên Rûsya û Ukraynayê re wiha got: “we astengiyan derbas kir û nakokiyên xwe dan aliyekî û vê însiyatîfê bipêş xist ku ew ji bo berjewendî û xizmeta her kesî ye, ew di berjewendiya mirovahiyê de ye.”
Wî her wiha li ser bandora hinartina genimê Ukraynayê jî wiha got: “Veguhestina genim ji bo bazarên cîhanê dê fişarê li ser nirxan kêm bike, nirxên ku zêde bûne û ew ji bo hinek welatan wekî kabûsekî ye. Ev însiyatîfa ku me îmze kir, rê vedike ku ji 3 bendergehên girîng ên Behra Reş ku bendergehên Odessa, Chornomorsk û Yuzhny ne, hinartina genim çêbibe.”