Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku di 15’ê Sibata 1999’an de bi komployeke navdewletî radestî Tirkiyeyê hat kirin, zêdetirî 23 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de ye. Di 18 mehên dawîn de hem malbata Ocalan hem jî parêzer û wasiyên wî nikarin bi Ocalan re hevdîtinê bikin. Hemû serlêdanên wan ên ji bo hevdîtinê bi hinceta cezayên dîsîplînê yên li Ocalan hatine birîn, tên redkirin.
Tevî vê polîtîkaya taybet a bi awayekî kêfî li Îmraliyê tê meşandin jî sazî û dezgehên navneteweyî yên siyasî û hiqûqî bêdeng in û ji bo rewşa Ocalan helwesta xwe danaynin holê. Hem malbata Ocalan hem jî gelê kurd ji ber vê rewşê bifikar û bibertek in. Parêzera Buroya Hiqûqê ya Asrin Newroz Uysal, derbarê rewşa li Îmraliyê ya li dijî Ocalan tê meşandin de ji rojnameya me re axivî û nirxandinên girîng kirin.
Polîtîkayên taybet dimeşînin
Parêzer Newroz Uysal, di destpêka axaftina xwe de bi bîr xist ku li Îmraliyê polîtîkayên taybet tên meşandin û wiha got: “Li girtîgeha Îmraliyê zêdetirî 23 sal in tecrîdek giran heye. Li dijî birêz Ocalan kiryarên şerê taybet û nezîkatiyên dijmirovî tên pêş xistin. Ev kiryar bingeha xwe ji avakirina Komara Tirkiyeyê û înkarkirina gelê kurd digire. Di şexsê birêz Ocalan de dixwazin hemû xwestekên aştiyane yên gelê kurd binpê bikin. Ne tenê li dijî birêz Ocalan li hemû girtîgehan ev kiryar tên meşandin. Lê ev polîtîkaya ku li Îmraliyê destpê kiriye û niha bûye pergala tecrît û îşkenceyê. Ji ber vê yekê her roj kiryarên nû derdixînin û ev rewş sekna dewletê ya neçareseriyê derdixe holê.”
Cezayên dîsîplînê hincet in
Derbarê neçûna wan a Îmraliyê de Uysal, diyar kir ku bi hincetên cezayên disiplînê nahelin ku ew biçin Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtinê bikin û ev tişt anî ziman: “Ji çêkirina avahiyê heta ewlehî, xwendin, cihê ku birêz Ocalan lê dimîne û têkiliyên wî yên derve pergala Îmraliyê hatiye pêş xistin. Armanca sereke ew e ku birêz Ocalan bi tenê bê hiştin. Dema em serî li dadgeha Bursayê didin, ji me re dibêje, ‘Ocalan girtiyek siyasî ye û ji bo ku ewlehiya dewletê dixe xeteriyê em agahiyê nadin we’. Dixwazin bi vê pergalê bêdeng bihêlin. Heta niha bi hincetên “keştî xerabe ye” pêşî li hevdîtinê digirtin lê niha jî bi hinceta cezayê dîsîplînê nahêlin malbat, parêzer û wasî hevdîtinê bikin. Naxwazin em weke parêzer rewşa birêz Ocalan di asta hiqûqî de bişopînin.”
Peyman ji bo Ocalan jî derbasdar e
Uysal, bi lêv kir ku ji bo bi Ocalan re hevdîtinê bikin serî li saziyên navneteweyî didin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di asta navxweyî de ji bo ku tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe heta niha me serî li hemû rêbazên hiqûqî dane. Lê piştî ku ev serlêdanên me hatin redkirin me serî li saziyên berpirsiyar da. Heta niha me bi dehan caran serî li Konseya Ewropayê, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, Neteweyên Yekbûyî û li CPT’ê jî daye. Me xwest ku ev sazî berpirsiyariya xwe bi cih bînin. Lewre peymanên navneteweyî hene û ev ji bo birêz Ocalan jî derbasdar in. Lê mixabin dema mijar dibe birêz Ocalan ev sazî jî xwe bêdeng dikin û peywira xwe bi cih naynin.”
Bi sekna xwe durûtiyê dikin
Uysan, destnîşan kir ku saziyên navneteweyî tenê derbarê rewşa Ocalan de nîşeyan digirin lê gavên pratîkî navêjin û wiha pêde çû: “CPT gelek caran di raporên xwe de bal kişandiye ser rewşa Îmraliyê. Dibêjin ku rewşa li wir dijmirovî ye û divê rejîma li Îmraliyê bê guhertin lê ji bo ku ev rejîm û kiryar bên guhertin tu gav nayên avêtin. Peymanên ku wan bi xwe amade kirine bi rewşa birêz Ocalan binpê dikin û bêdeng dimînin. Ji ber wê jî ev sazî û dezgeh li gorî pîvanên xwe tev nagerin. Li gorî siyaseta rojane yan jî li gorî rewşa Kurdistan û Rojhilata Navîn tev digerin. Bi sekna xwe hêz didin dewleta Tirkiyeyê û durûtiyê dikin.”
Divê rol û mîsyona xwe bi cih bîne
Uysal, got ku rol û mîsyona Ocalan a çareseriyê heye ûî: “Birêz Ocalan ne girtiyek ji rêzê ye, ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan aktorek siyasî ye. Lê ji bo ku birêz Ocalan rol û mîsyona xwe pêk neyne hem Tirkiye hem jî sazî û dezgehên navneteweyî her rêbazê bi kar tînin. Ji bo ku birêz Ocalan rol û mîsyona xwe bi cih bîne bêguman gelek tişt hene ku bên kirin. Di destpêkê de divê rejîma Îmraliyê ji holê rabe. Lewre hemû pirsgirêk bi rejîma Îmraliyê destpê dikin. Ji bo ku ev rejîm bi dawî bibe divê birêz Ocalan azad bibe. Divê amadekariyên siyasî hebin ku birêz Ocalan jî karibe derbarê çareseriyek demokratîk de rol û mîsyona xwe bilîze. Ji bo vê jî azadiya birêz Ocalan şert e.”