12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Korona û kapîtalîzm

Hisên Çatikkaş

Di vê nivîsê de em ê li ser pergala kapîtalîst û felaketên avakirî bisekinin. Yek ji van felaketan korona ye ku îro mirovahî kiriye girtîgeheke mezin. Koronaya ji bajarekî Çînê derket û weke “bandora perpirîkê” li hemû cihanê belav bû, her tişt serobino kir. Weke mirovek darikekî bixe qula mozan, koronayê jî darikê xwe kiriye qula pergala kapîtalîst. Her tiştên ku vê pergalê pê pesnê xwe dida niha nikarin li hemberî darikê koronayê xwe biparêze an jî nikare tiştekî bike. Ango em dikarin bêjin ku ev pergal ketiye asta destşûştinê.

Koronaya ku li seranserî cihanê belav bûyî, gelek tiştan tîne bîra mirovahiyê û gelek tiştan ji mirovahiyê distîne. Ev bobelat her roj bi hezaran kesî dikuje û bi dehhezaran kesî jî nexweş dixîne. Ne diyar e, dê heta kengî bidome jî lewra vê bobelatê tirseke mezin kiriye nav dilê mirovahiyê. Mirovahî ji mirinê ditirse. Ango koronayê mirin aniye bîra mirovahiyê. Ji ber vê yekê jî mirovahî li hemberî koronayê ketiye şerekî man û nemanê. Lê di şerê li hemberî koronayê de f-16, tank, top, S-400, fûze ango çek û çebilxane bêfeyde ne. Li aliyê din mirov dibêje qey heta niha kes nedihat kuştin. Dibê qey heta niha şer li ti deverên cihanê nebû û kes ji ber şer nedimir. Bi awayekî din dibê qey heta niha di şerê Sûriyê de 500 hezar kes nemirine. Baş e! Heke her tim mirin/kuştin hebe, ev tirsa mirovahiyê ji ber çi ye? Helbet ji ber ku koronayê mirin aniye ber deriyê her kesî. Li vir pirs tê guhertin: nexwe mirovahî dibêje; mirin ji min dûr be, xem tune ye? Ango heke mirin tenê li Sûriyê be, balafir dikarin bifirin, danûstandin dikare bê kirin, maxazayên mezin dikarin vekirî bin, turîzm dikare raneweste û fabrîqe dikarin karên xwe bidomînin! Bi gotineke din pergala kapîtalîst bimeşe, xema mirinên li Sûriyê nake. Heke wiha be, pirsgirêka ehlaq û wijdanê dikeve dewrê. Belê di vê pergala kapîtalîst de mirovahiyê ehlaq û wijdana xwe ji bîr kiriye. Lê weke Camusî jî gotî: “Felaket, tiştekî hevpar e, lê dema hate serê mirov, mirov di bawerkirinê de zehmetiyan dikişîne.” Belê korona jî felaketeke hevpar e ji bo mirovahiyê lê mirovan bawer nedikir bê serê wan. Îro mirin weke Sûriyê li her welatî xwe nîşan dide û mirin li her welatî şilftazî li holê ye. Bêyî ku destûr bixwaze, bêdeng û bêxwîn dikeve nav malên her kesî. A ku mirovahiyê ditirsînê jî ev tişt e.

Belê me got koronayê gelek tişt ji mirovahiyê standin. Yek ji van azadiya pergala kapîtalîst a daye mirovan! Di vê pergalê de mirovan xwe azad hîs dikirin. Mirovan behsa azadiya gerê, jiyana taybet û heq, hiquqê dikir. Lê ji bîr dikirin ku di demên felaketan de hemû mafên vê pergalê tune dibin. Di van rojên koronayê de kî dikare behsa mafan bike? Hemû ‘maf’ hatine rawestandin. Ango hemû maf bûne qurbana mafekî, ew jî mafê jiyanê ye. Di demên felaketên wiha de pergala kapîtalîst dibêje; kî karibe jiyana xwe bidomîne, ew jêhatî ye. Baş e! Lê xulamekî vê pergalê wê li gorî xwediyekî vê pergalê di demên bobelatên wiha de çawa karibe jiyana xwe bidomîne? Vê pergalê dewlemend/xwedî ava kirine, ew dema dixwazin, li nexweşxaneyên herî baş li cem dixtorên herî jêhatî tên dermankirin. Lê feqîrek/xulamek wê çawa bike? Ew pergal bi salan e mirovahiyê bi azadiya xapînok kontrol dike, lê dema vê dike jî her roj bi hezaran mirovî dikuje, xulam û xwediyan ji xwe re çêdike. Ango ev pergal her tim diyalektîka di navbera xulam û xwedî de asêtir dike. Ev pergal, pergaleke kujer e, di demên asayî de jî di demên felaketan de jî. Lewma heta ev pergal li cihanê hebe, wê kuştinên hêsan û erzan li cîhanê xilas nebin. Ango felaketa herî mezin a hatî serê mirovahiyê ev pergala kapîtalîst bi xwe ye.

Beriya du sed salî fîlozof Nietzsche gotibû: “Xweda mir û mirovan ew kuşt.” Ev gotin ji bo nirxên mirovahiyê hatiye gotin. Belê gotina du sed sal berê hatî gotin îro jî xwe dubare dike. Beriya koronayê, li vî gundê em lê dijîn, mirovahiyê nirxên xwe ji bîr kiribûn. Mirin, xweza, ehlaq û wijdan hatibû jibîrkirin. Wê demê em dikarin bêjin, dibe ku korona van nirxan bîne bîra mirovahiyê. Heke mirovahî ji bilî pergala kapîtalîst van nirxan ji nû ve binirxîne û wan ji nû ve ava bike, dibe ku xwe ji bobelatê bi vî awayî rizgar bike. Na heke bi vê pergalê û bênirx jiyana xwe bidomîne, dê bobelatên mezintir bîne serê mirovahiyê.

Çawa beriya çend mehan mirovan bigota wê balafir bisekinin, wê çûnûhatina mirovan a di navbera welatan de bê astengkirin, kesî bawer nedikir. Îro jî hemû mirov li benda derbasbûna van rojan e. Gelo wê ev rojên koronayê kengî xilas bin? Çend salên din wê fikra mirovan li ser koronayê çi be? Tişta xuya dike ev pirs wê heta demekê bên pirsîn. Lê her pirs bersiva xwe jî bi xwe re tîne. Nediyarbûna bersivên van pirsan li aliyekî heta pergala kapîtalîst hebe wê mirovahî li gelek bersivên ji ber felaketan bigerin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê