13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bindarûk

Şener Ozmen
Şener Ozmen
Weswese 2

Kafka di rojnivîska xwe de nivîsiye ku jiyan, wekî xewnekê ye. “Lê,” dibêje Guattari û benik di guhê me re dike di nivîsara xwe de, “ev nayê wê wateyê ku Kafka bi misînê vala çûye destmêjê, bi gotineke din xwe berî nav xewn û xeyalan daye.”[1] Heye ku li ser topa dinyayê ti nivîskarek, temet Kafkayî, em bi derfetên xwendineke sermedî sermest nekirine, ku di heman demê de em bêgav hiştine wekî çendîn û çend sal in, em ên belengaz, mekîneya wî ya ku ji aşopîniya wî ya nîgaşî (imaginaire onirique) pêk hatiye, dixwazin ji hev bikin. Ne biqasî wesweseyên Bob Lazarê teorîzanê dek û dolaban bin jî, yê ku dar di qula mozan re dikir û feqîrên wekî min jî bi angaştên xwe yên seyr dixapand wekî di destê Artêşa Amerîkayê de teknolojiyeke derî cîhanê (Lazar qala reaktora keştiyeke fezayîyan dike, ku di hundirê xwe de dij-bûjen jî dihewand) heye û ji mêj ve ye ku li ser dixebitin, da ku endezyariyeke berovajî pêk bînin, çi ka çi ye û bi çi û çi hatiye çêkirin, em jî bi dilxişûşî ra nêzîkî mekîneyê dibin û nikarin ji nav derkevin. Heke Kafka di xewn û xeyalan de jiya be, di heman demê de wekî ku dinivîsand jî xeyal dikir, di vir de Guattari berê me dide xewnên Kafkayî, ên ku seraqet gilî û gazinc ji wan dikir û digot; “Şevên ku bi xewnên delodîn roda diçin”, lêbelê, piştî Freudî xewn jî, tew nîgaşa xewnê jî, bi şîrovebariyeke delodîntir li me vegeriya; ango bi derfetên nû yên nivîsandinê!

Îhtimala ku Kafka aferîdeyekî fezayî be û ji gersitêrkeke ku tevayiya celebê wî, nivîskarên nola wî bin, bi şaşitî hatibe û li wêjeya cîhanê (yan cîhana wêjeyê) qesidî be, ji sedî yek be, îhtimala ku nivîskareke/î kurd ji derveyî alegoriya ku digel wê ji dayika xwe dibe, tiştekî binivîsîne jî, ji sedî 000000.1 jî nîne. Lewre “kurd” û “êş”hevtayên hev in. Ji ber hindê êş û nîgaşa êşê, derfeta afirandina tiştekî din nade destê wan, nedaye jî! Nivîskarê kurd ji bo mekîneya xwe saz bike, divê ji serê serî de êşa xwe, êşa ku bûye nasnameya wî, destnîşan bike û ev êş, di ‘Bindarûk’a[2] Mem Zînistanî de dibe birakujî, a ku çîroka mîtolojîk a Emeş û Enten (Lahar û Aşnan yan Habîl û Kabîl)[3] bi bîra me tîne, ango mêrkujiya ewilîn!

Navê çîroka ku di navbera salên 2007 û 2013’an de, li Bolû, Êlih û Bayîzdê hatiye nivîsîn ku devîdevî heft sal dom kiriye, Ayeta Sî û Sêyem e û bi êşeke din a nasyar dest pê dike; ew jî, Dayikên Şemiyê ne. Derhêner Zînistanî, di rojeke înê ya payîzeke berwext de, berê kameraya xwe (helbet kamerayeke Xwedayî ye ev) dide goristana mezin a Bayîzdê û encama mêrkujiyeke ku daw û doza qutkirina reh û rîşeyên vî gelî dikir, nîşanî me dide. “Belam,” dibêje Barthes, “ti nivîskar, heya ku ji xweristîtiyê bi dûr nekeve, dê nikaribe azadiya xwe tevlî resenatiya xwe bike…” (Nivîs û Şîrove / Yazı ve Yorum, R. Barthes, 1990), Zînistanî, di çîroka di pey de jî guh nadêre dilê xwe, rasttirê, wekî Kafka, li dû xewna xwe nakeve û a soxîn, mirinê, vê carê bi bombeyeke ku li çolê hatiye dîtin, li bejna çîrokê dike; “…ji ber ku pêrar van çaxan ji çar kuran kurekî wê û kur û qîzeke tîyê wê di qezayekê de miribûn.” (Bindarûk, r.23). Pirsên ku min dixwest li jor bikim ev bûn; aya pêwîstin (naçarbûn) çi bi azadiya ku nivîskêr dixwaze, dike, yekê jî, gelo azadiya nivîskêr heya bi kuderê ye? Bersiva pirsa yekem; bi yê/ya neçakkirinbar re (irreperable, Derrida)[4] têkildar e, bi gotineke din bi yê/ya ku nacebire re û Zînistanî, di herdu çîrokan de jî, bi aşopiyeke ku ji bêgaviyê vezayiye, tevgeriyaye. Heke dibêjim (bi fîtkirina şîroveyên pirole), em di çîroka yekem de (Ayeta Sî û Sêyem), bi boneya mirineke asayî di deriyê wê goristanê re derbasbûna, Hesen û Huseyn bi dendikên xwe vegeriyana malê (ku rê pê ve seba tiştinan bi pev biçandana jî ne xem bû), heke dibêjim di çîroka duwem de (Bindarûk) çar jinên navsere li ser kevirên li fêza zomeyê, ango li wê bindarûkê, xwe bi gilîgotinên xwe ên bêperde egle bikirana û ji xwe re têr têr bikeniyana, salixên teqemeniyê neketa nav giliyan, dê çi bûbûya? “Hebûn, ne goriyê xerabiyê ye, lê heke jê bê, divê xwe di nav sînorên aqilî de bigire…” dibêje George Bataille di Edebiyat û Xerabiyê de, lewre Mem Zînistanî, şahidê xerabiyekê ye, a ku bi aqilê modernîst serederî ji vê yekê re nake, yan nema dikare bike. Bersiva pirsa duwem jî, ya ku nîşaneyên azadiya nivîskêr a rêxistinbar (a ku di vê civakê de tê edilandin) şanî me dide, di çîroka Jana Çargoşe û Mêrê Diya Min (Çîrokeke Bêperde) de derdikeve mexderê, Zînistanî, nêka pênivîska xwe di hibirdanka vegotineke teatral re dike, a ku divê em ji dramayê û rê û dirbên wê vebiqetînin. Ya rast, bi van çîrokan ji me dixwaze wekî em teatraliya di bendê de, berawirdî performansa ku li ser dikê tê lidarxistin, nekin, lewre, ev herdu cureyên mîmesîsê, xwediyê xwe û saw û sepeteke ciyawaz in. Bi tevî ku Zînistanî hewil daye wekî di navbera kesayetên çîrokê û temaşevanan de (lê em xwîner in) pêwendiyeke hestîyarî a rasterast, saz bike jî, ji ber kêşeya mîmesîsê, car caran bi paş de vekişiyaye û ev jî, tiştekî gelekî asayî ye.

Ji ber hindê, wekî Tennessee Williamsê ku yek ji girîngtirîn şanonivîsê sedsala çûyî bû, ji dekorkêr re têbiniyan dinivîsîne; “Gundekî gewreboz î dûr î dereke… ji zû de ye li goristana şaristaniyê bê selewat û bê zîyaret maye…” (Jana Çargoşe, r.30), yan jî; “Jûreke nexweşxaneyekê… Ronahiyeke zer û qels jûrê ronî dike…” (Mêrê Diya Min, r.93). De baş e azadî? Gelo em dikarin bibêjin wekî ew jî bi vehûnanê hatiye? Çûnkî di van çîrokên navborî de êdî em xwe di qada remz û kodan de dibînin, ma ne çîroknûs jî daxwaza vê yekê ji me dikir? Sînorên azadiya nivîskêr, bivênevê bi semîyolojiyê fireh dibe. Kafka bû yê ku digot; “Her tişt şano bû, carinan ez li jor, li galeriyê bûm carinan jî min xwe li ser dikê didît [… ] dekor ewqas mezin bû ku, ne dik, ne hêwana temaşevanan, ne tarî û ne jî ronahiya rampê dihate dîtin.Bê vê yekê xwîner jî, rêwitiyeke navbendî (intertextaul) û navnifşî dike, lewre Kurdistan, mîna xewna Kafkayî, lap î mezin û êştije ye.

Têbîniyek: Duwemîn pirtûka Mem Zînistanî Heşterxan e, heya vêga we nexwendibe, tam wext e!

[1]Şêst û Pênc Xewnên Franz Kafka (Franz Kafka’nın Altmış Beş Düşü), Felix Guattari, Ji Fransî: Murat Erşen, Monokl, 2012.

[2]Bindarûk, Mem Zînistanî, Lîs, 2015.

[3]“Bêhna barûdê di firnikên wî re, ku ji tirsan firehtir bûbûn, daxilî hinavên wî bû. Çîroka Habîl û Kabîl di fona banga ‘eşayê de çendbare dibû, hey Xwedê dizanîbû.”Ayeta Sî û Sêyem, r. 17, Bindarûk, M. Zînistanî.

[4]Sedema yekan, yê/ya neçakkirinbar, Chirac, vê peyvê, di nivîsareke xwe de, ji bo wesfandina cirmên ku di hikûmeta Vichyyê de li hemberî Cihûyan hatine kirin, bi kar aniye. (Bexişandin / Bağışlamak, Jacques Derrida, Monokl, 2015).

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê