Her çendî ku di hemû medyaya cîhanê de nûçeyên gefên dewleta tirk tên weşandin lê kes berê xwe nade vê rastiya ku dewleta tirk û komên çekdar ên girêdayî wê bênavber her roj êrîşî gund û bajarên Rojavayê Kurdistanê dikin.
Doh jî artêşa tirk û çeteyên girêdayî wê navenda navçeya Eyn Îsayê, gundê Seyda û rêya M4 bi dijwarî topbaran kirin û rasterast malên welatiyan dikirin hedef. Ji ber topbaranê ziyan gihiştin mal û milkên welatiyan. Di dîmen û wêneyên ku hatine kiştandin û ji alî ajansa ANHA’yê ve hatine weşandin de asta topbaranê û ziyanên ku çêbûne, diyar dibe.