Hewldanên dîplomatîk ên Tirkiyeyê yên ji bo dagikirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Di vê çarçoveyê de wê hefteya bê roja sêşemê Serokdewletê Rûsyayayê Vladimîr Pûtîn, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Teyyîp Erdogan û Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî li Tehranê bicivin.
Li gorî nûçeya ku AFP’ê derbas kiriye, Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov ji rojnamegeran re axiviye û ev tişt gotiye: “Amadekarî tê kirin ku serok Pûtîn di 19’ê tîrmehê de serdana Tehranê bike û bi hempîşeyên xwe yên Tirkiye û Îranê re bicive û dosyaya Sûriyê nîqaş bike.
Rûsya, Tirkiyê û Îran çend sal in têkildarî rewşa Sûriyeyê di çarçoveya “Astanayê” de danûstandinan dikin.
Wê Pûtîn ji bilî civîna sêalî, bi Erdogan re jî li Tehranê danûstandin bike.
Çend meh bûn Erdogan hewl dida bi Pûtîn re bicive.