12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rûyê reş ê sektora tekstîlan

Dîroka sektora tekstîlan ji beriya zayînê di sedsalên 6 û 7’emîn de di hin xebatên arkeolojîk de li Swîsreyê hatiye dîtin. Li gor şert û mercên erdnîgarî, hewa û dekorasyonê ji bo nîşaneya normên civakî yan jî li gor nîşaneya statuyê cil û berg ji hin çermên ajal û lîfên nebatan li gor herêm, netew û çandan hatiye guhertin.

Di sedsala 18’emîn de ji şoreşa hunerweriyê pê de êdî sektora tekstîlan herî zêde li Ingilistanê lezeke bê destûr daye xwe ji ber ku makîneyên tekstîlan ên herî pêşketî di wê sedsalê de li Ingilistanê çêbûne; mirovên wê serdemê jî ji bo wan makîneyan xurt bikin laş, derûnî û jiyana xwe di ber de dane.

Jin jî di hundirê malê de ji rewşa hêdî û giran a çêkirina cil û bergan derbasî kargehên mezin bûne. Gel ji gundan koçî bajaran bûne, di nav şert û mercên giran ên kar û gemariya bajaran de tengijîne. Di berbangên sibehên tarî de rabûne û çûne di wan kargehan de xebitîne. Di reştariya êvaran de vegeriyane malên xwe yanî roj nedidîtin. Bi demê re gelek nexweşiyên giran jî li wan peyda bûne.

Jin ji malên xwe derketine ketine zindaneke din, zarok ji dibistanên xwe derketine ketine wan kargehan. Ji ber şert û mercên kar ên giran tenduristiya wan xera bû û laşciwaniya wan zarokan bi pêş neket.

Em behsa sedsala 18’emîn dikin lê hema sedsala 21’emîn jî pir ji vê rewşê ne cuda ye. Bi destheqeke bêqîmet di nav toz û dumanê de, li ber dengên bilind ên makîneyan û muzîkan zarokên 12-13 salî bi qasî 12 saetan li ser piyan dixebitin. Jin piştî xebata 12 saetan diçin malê û kar û barên malê jî dikin. Ew zarokên biçûk û jin di wan tekstîlan de bi îstîsmara cinsî û devdirêjiyan re rûbirû dimînin. Ji ber tirs an jî zikreşiya ku dê karsazê/a wan bi wan bike nikarin giliyê wî/wê kesî/ê bikin. Ji bo ku zêdetir bixebitin hertim bi dengekî bilind hişyariyên hişk dikin, bi mirûzekî tirş û tehl, bi wecekî xeydokî li ser serê wan xebatkaran wekî robotên dilhêsin disekinin û bi awayekî sîstematîk jî mobîngê li wan xebatkaran dikin.

Dewlet jî bi gelek kursan an jî bi alîkariyên teşwîqdar rê li ber zêdebûna vê sektorê vedike. Li gor lêkolînên sala 2021’ê li Tirkiyeyê ji sedî 33,2 zêdebûn di sektora tekstîlan de çêbûye, bi qasî 12,9 milyar dolarî jî feyde jê girtiye. Ev hejmar di dîroka îstatîstîkan de hejmara herî bilind e.

Bi gelemperî karsazên ku di vê sektorê de ne kurd in. Ji bilî Tirkiyeyê li Kurdistanê jî di demeke kurt de gelekî zêde bûne. Mirov dikare bibêje karsazên van tekstîlan bêwijdan tevdigerin. Ji ber ku bi hêsanî van karan dikin, hinekî jî dewlet alîkariyê dide, ji bilî vê di heman demê de ji saziya ÎŞKUR’ê jî sûdê werdigirin. Xebatkaran an jî şagirtan di bin navê kursan de li gel xwe kom dikin, ew xebatkar an jî şagirt ji ÎŞKUR’ê mûçe digire yanî pere tê kartên wan ên bankayê. Lê hema karsaz bi qasî hejmara ew diyar dike(kêm zêde di navbera 700-1500’î de ye) dide wî/wê karsazê/î, yên din ji wan distîne. Xebatkar jî ji neçarî û ji ber pêdiviya bi pereyan vê neheqiyê bi vî awayî qebûl dike.

Ma ne divê devera herî zêde zext lê hebe lazime devera herî zêde berxwedan an jî serîhildan lê hebe û neheqî neyê qebûlkirin. Ji ber vê ye ku rêxistin û berxwedêriya li dijî pergala kapîtalîst û karsazên çavbirçî jî ji van sektoran derdikeve.

Divê saziyên mafên mirovan êdî bi awayekî sîstematîk wan kargehan kontrol bikin û qanûnên taybet li hemberî destdirêjiya cinsî bi dewletê bide derxistin. Maf û jiyana mirovan di ser hemû tiştî re ye, tu kes nikare bi pereyên xwe karker û xebatkaran bike esîrên ber destên xwe.

Tişta ji destên karkeran bê, divê bi awayekî rêxistinkirî û bi berxwedanê hem xwe û hem jî yên li gel xwe biparêze. Ji ber ku mirov bi hev re bêtir bihêz in.