Kî çi dibêje bila bibêje, kurd, teqez miletekî bijarte, xas û taybet e. Di lîga mirovahiyê de, di asta herî rajor de ye. Bi gotineke din gelê kurd, gelê li ser girbêjê ye.
Gelek lêkolîn henin ku vê angaşta min piştrast dikin. Gava ez bi xwe li ser gelê kurd û erdnîgara wan lêkolîn dikim, gelek caran matmayî dimînim û devê min ji hevdibe. Li hember esalet û ciwanmerdiya wan, dilerizim û careke din jêre hijmetkar dimînim. Ne di destê min de ye, ma ez çer bikim! Di encama her lêkolînekê de, ez bi gezan diçim lêvên xwe. Ez çiqas wesfên esaleta we ya wurşedar bidim, dîsa jî têrê nake kurdno! Xwezî bi dilê wî kurdî ku bi çavên min li xwe binêrin.
Dîsa demek ji deman, ez li welêt, li cih û warên dêrîn, li wan devrên sêhrawî digerim. Her kêlberek, her rulyefek yan jî her bismarnivîsek min li bablîsoka xwe ya nepen dialîne û nola kerengperekî min ber bi çalreşeke nediyar ve radikşîne.
Kal û pîrên me, biwêjek li ser yên nola min deranîne; divê ji kerengper pirsîn “kerengpero bi kude?” Kerengper bersîvandiye “Ez nizanim. Ji bê bipirsin”
Bablîsoka sêhrawî, ya welatê me yê xêrnedîtî jî, min-kerengperê xwedê dibe li ser çiyayê navçeya Dihê ya Sêrtê, li gundê Êrsê datîne.
Gundekî şîrînok e û ji çend malan pêk tê. Malên wan, li berpaleke berrojk in û li hêla başûr dinerin. Malek ji wan malan, li tewra jorî gund e. Ew mal, mala kalemêrê zemana, Mehemedê Êrsî, leqaba xwe ya eyan, Rêçenasê Welat e. Ez, li mala Rêçenasê Welat yê 133 salî, diqesidim.
Mehemedê Êrsî
Navê xwe yê rastîn, Mehemed e. Lê ji ber bîrdanka xwe ya hêzdar û şîretên ji dem û dewranan danisiliye, qet ji bîr nekiriye û heta hingê di refikên bîrdanka xwe de himet kiriye, lema jî xelkê navê “Rêçenasê Welat” lêkirye.
Ne tiştekî hêsan e ku meriv 133 salên qutî golover li dû xwe bihêle û hîn jî meriv li ser hemd û hêla xwe be.
Rêçenasê Welat, ango Mehemedê Êrsî çar sultanên osmanî, her wiha hemû serokkomarên dewleta tirk bi çavê serê xwe dîtiye. Tev li şerê Cîhanê yê Yekemîn bûye. Di bereya şerqê/rojhilat de, bi awayekî çalak li hemberî Rûsan şer kiriye. Rêçenasê Welat, digot “me razana nava nivînan li xwe heram kiribû. Me bi tilaqê jinberdanê sond xwaribû ku heta em bi ser nekevin, em ê neçin hembêza jinên xwe. Nan tine bû me bixwara. Ji birçîna me zik diguvaştin. Bi rojan em diman li ser zenga diranan. Gelekan ji me, çaruxwa xwe dixwarin. Min jî çaruxwa xwe xwar….”
Rêçenasê Welat, heta hingê çar caran zewicîbû. Lê her çar jinên wî jî çûbûn ber dilovaniya xwedê. Keça wî ya tewra biçûk ya temenê xwe nêzî heftê salî, li bavê xwe Rêçenasê Welat dinerî.
Rêçenasê Welat, carna dihênijî û pêre ji ser hişê xwe diçû. Piştî bîstekê bi xwe vedihesiya, pertav dida xwe û hemû pirsên min bêqusûr dibersîvand. Gava diaxivî, destê xwe yê tilîdirêj hildida jor; her pênc tiliyên destê wî, mîna riman libadibû. Destê wî yê xwedî pênc tiliyên dirêj, melêva apê min a darînî dianî bîra min. Apê min, bi wê melêva xwe ya darînî, bênder xweş li ba dikir. Hema bila hewka ba biliviya, têra apê min dikir. Apê min ê cotkarê lareza, ew melêva xwe ya tilîkên wê bi çermên ga tevjidandibû, xweş dihejand.
Bila melêva apê min a darînî bimîne li cihê xwe, ez dîsa li bejn û bala Rêçenasê Welat vegerim. Gava diaxivî, yekcaran dilzîz dibû û ûrîneke zarokane di gewriya wî de dixelbilî. Gotin di gerita wî de dibû girêk. Piştî daqurtandineke fetisokane, bi qerpalekî di nava tiliyên xwe yên dirêj de vedimalt û disa gotinên xwe dikudand. Rêçenasê Welat, dîsa li şerê Cîhanê yê Yekemin vedigere. Bêyî ku lêbialiqe, nav û paşnavên hemû generalên Rûsan bilêvdikir. Digot: “Generalê rûsan peyam ji me re şand. Di peyama xwe de digot heke ‘hûn kurd xwe ji pişt osmaniyan bidin alî, em ê yek û dudu biçin di Stembolê re derkevin’ Lê me şerê xwe nebiland û me artêşa rûsan li ba Kevirê Qul (kevirê qul, di navbera Bilîs û Sêrtê de ye) têkşikand.”
Bêguman gava wî qala wê peyama generalên rûsan dikir, haya wî jê tunebû ku rûsan soza dayîna tivingan dabû hinek kurdan, lê paşê wan dixapînin û li sozên xwe mabin xwedî. Di rûyê rûsên bêbext de, gelek şervanên kurdan li telefatên giran diqewimin.
Ribas û Kereng
Dîsa Rêçenasê Welat xayis dikeve. Ji bo bêhnekê ez derdikevin derve. Çend heb mirîşk, bi tiralî li dora malê diçêrin. Ji deman, derbihara virnî ye. Serê kerengên bi strî, nola çeqeliya kevjalan, derketine derveyî axa bi himil ya ducanî. Her wiha ribasê/rihiyê jî, hêdî hêdî wan bi nazikî pelên xwe li erdê radixist û qîfarê navê, nola bûkekê bejin bilind dikir. Ez van pincarên şifadar û Rêçenasê Welat yê 133 salî li ber çavan re derbas dikim. Kî çi dizane. Dibe ku Rêçenasê Welat, vî temenê xwe yê dirêj ji van pelpincarên şifadar re deyndar be. Jixwe di kitêba pîroz Avestayê de, dibêje: dê û bavê mirovahiyê, pincar-gihayeke. Hin dibêjin ew pincar-giha ribas e/rihî ye, hin kes dibêjin kereng e. Li gorî baweriya Zerdeştiyan, navê mirovê yekem “giyan-mird/jiyan-mird”e. Ev merivê/a yekem, ne jin e, ne jî mêr e. Piştî demekê Ehrîman nexweşiyê ji temamê candaran re tîne û ev merivê/a yekem dimre. Aha piştî hingê du ta ji vî gihayê şifadar, ji şîrava bedena wî/wê heşîn tê. Navê tayek ji wê gihayê Maşya, yek jî Maşyana ye. Aha em benî-giyan-mird ji van herdu ta gihayê ribas/rihî yan jî kerengê ne.(balkêş e ku bi latînî ji kerengê re dibêjin “Carduus” Nola bibêjin Kardûk. Karûk, navê pêşyên kurdan e. Her wiha, Someran jî ji xwe re digotin “kîenger” Kereng/kenger,Carduus, kardûk, kîenger” pir balkêş in?)
Ez dîsa li hundur vedigerim. Kalemêrê Rêçenasê Welêt, bi xwe ve hesiyaye. Pişta xwe ya xwuz, nola rimekê rast kiriye. Bejna wî ya dirêj, hinekî din dirêj bû ye. Tepika xwe li erda ber çonga xwe dixîne û min vedixwîne li ber çonga xwe. Bi rêzdarê ez diçim û nola berxikekî henûn ez diçim di ber wî de rûdinim. Vê carê ji min re qala Hz. Nûh dike. Te digot qey Hz. Nûh, pismamê wî ye û ji min re qala pismamê xwe dike. Dîsa destê xwe ber bi hêla çiyayê Cûdî ve vedike û bi devoka Sêrtê dibêje “pa aha vaye keştiya wî xwe li ser vî çiyayê hanê danîbû” Te digot qey ew bi di wê keştiyê de bû û çendak berê jê daketiye û ew jî bavikê mirovahiyê yê “sêyem”e.
Gava ez xatirê xwe ji bapîrê Rêçenasê Welat dixwazim vedigerim Sêrtê, hevjîna min ji Alanya li min digere û ji min daxwaz dike ku gava ez vegerim, tibabek ribas/rihî bi xwe re bîbim malê. Hinekî ji hevala xwe ya dihat qursa nexş û nîgaran re jî dixwaze. Dibêje “ew hevala min bi nexweşiyeke bê derman ketiye, ango bi nexweşiya penceşêra mê ketiye. Hinekan li ber guhê wê xistine; jêre gotine ribas/rihî, dermanê derdê bêdermanan in!”
Ribas/rihî, kereng, Carduus, kîenger, kardûx û Rêçenasê Welat yê 133 salî. Hey xwedê! Ev kurd çiqas bijarte, xas û xoşewîst in.
Têbinî: piştî hevdîtina min a du salan Rêçenasê Welêt di 135 saliya xwe de çû ber dilobaniya xwedê û derket warê aşan.