H. Kovan Baqî bi navê OROK romanek nivîsî û weşanxaneya Lîsê jî ew roman weşand. Bila ev hevoka pêşiyê fonksiyona xwe ya agahdariyê pêk bîne û bi wê de here! Em ê bi çend hevokên dîtir jî qala naverok û formê bikin û piştre vegerin ser mebesta xwe ya bi wêrekiyê.
Kovan Baqî di vê romana xwe de şêwazeke nû diceribîne. Bêguman ev di wêjeya kurdî de nû ye. Bi rêya teknîka monologa navxweyî nivîskarê OROK’ê hewl dide di seranserê romanê de ton û modeke zindî biafirîne. Ev zindîbûn her çiqas bi berdêlên acisker çêbûbe jî dawiya dawî serkeftin e, lewre mod û toneke zindî -karakterên zindî jî pê rexasyetên sereke yên teksta serkeftî ne.
Zindîbûna wê bi saya serê tekstê û hêmanên wê çêdibe. Zindîbûneke navmetnî ye, yan ku bi hundirê xwe jîndar e. Bi zora Fenûdoyekî tolaz û nehs zindî ye. Bi pênaseya xwe rizûmat e ew karakter, wekî birçiyê têrnebûyî ye, geh diqîre geh dihîre lê tim û tim diaxive. Vêca em bên ser nivîskêr û helwesta wî ya ku herî baş bi peyva wêrekiyê bê şayesandin. Nivîskarê OROK’ê li ser xîmê psîkolojiyê honaka xwe saz dike û Freûd û angaştên wî tilnîşan dike.
Psîkolojî wek niqteya destpêkirinê bi serê xwe biryara wêrekiyê ye ji bo romanûs, lewre honakek wiha ne wek teqlîda rasterast hêsan e û di ser de jî bi tûrikê civaknasî û dîrokê debara xwe nake. Dema ku em vê rastiyê bidin li ber çav ku romanên kurdî piranî pişta xwe didin hêmanên derveyî metnê, egera ber bi metnê ya bi hewla afirandina psîkolojiya metnê ji bo nivîskarê romanê dibe helwestek bi rîsk û watedar.
Rîsk e, ji ber ku ji bergeha xwîneriyê ve pîvanên hevpar ên xwendin û nirxandina vê helwesta nivîsînê îro di wêjeya kurdî de li hev nehatine. Lewma jî nivîskar û teksta wî rengê ku der-katalog bin û yan ji ber tirsa nirxandinê yan bi zanetî dê neyên dîtin. Di sêgoşeya nivîskar (niyeta wê/î), tekst û xwîner de têkiliyên aloz çêdibin. Pêvajoya nivîsê bi nivîskar û niyeta wê/î dest pê dike û bi çalakiya xwendinê ya wergir/xwîner diqede. Berevajî vê yekê çalakiya nirxandinê bi bendewarî û hêviyên wergir/xwîner destpê dike. Ji ber vê rastiya nakok a nivîsîn û xwendinê, gelek caran di hişê wergir de bi awayekî jixweber em tekstê û niyeta nivîskar wek heman tişt dibînin. Zagona temamker a hişê mirov hêj di serî de nivîskar û tekstê li hev temam dike û dike yek tişt. Lewma jî tema, şêwaz an jî mijarên nivîskar dibe etîketa wî/ê ya şexsî.
Ji bo jihevcudakirina niyet û motîva nivîskar a ji tekstê pêwîstî bi bingeheke xurt a edebî heye, jixwe pîvaneke pêşketina wêjeyê jî ew e, yan ku xweserbûna niyeta nivîskar, fonksiyona metnê û bandora li ser xwîner. Di vê çarçoveyê de xuya ye ku nivîskarê OROK’ê jî dê etîketek li gor naveroka tekste wergire.
Nivîskarê wek nivîskarê filan û bêvan tiştan bi nav bibe û tekst jî dê li bin siya wê etîketa neyînî ya nivîskar bifetise, ta ku mînakên wek OROK’ê û nivîskarê wê – yên ku derfeta wergirtin û nirxandina otonom dabîn dikin- zêde bin. Bi îhtimaleke xurt nivîskarê navborî ew tişt zaniye lê dîsa jî wek destpêşxerekî wêrek tev geriyaye. Wek meydanxwazekî wêrek nivîskar cilheta mijareke paşperde jî kiriye bi rengê peyvên rût û tazî. Wêrekiya ku bi tercîha honakî û bi referansên metnnavend û bi rîska etîketa civakî ya pejoratîf destpê dike, bi helwesteke heretîk temam dibe.
Nivîskarê OROK’ê hema bêje devê gur ê girêdayî vedike. Peyvên kel digire destê xwe, serê xwe dikute binê lihêfan bi mereqa zarokekî û bi aşkerekirinên bêfedî eniya xwîneran diqurçimîne. Bêguman OROK hêjayî gelek nîqaş û nirxandina ne lê quncikê rojnameyan jî teng e.
Her çawa be, OROK tekstek wêrek û hêwerkare û wêrekiyeke wiha jî bi ser navê wêjeyeke otonom bila ji bo demekê heqê forsê û pozbilindiyê bide nivîskarê xwe.
Orok û wêrekî