Piştî vekişîna parlamenterên Muqteda El Sadir hin serokê partiyan dan xuyakirin ku ew dê hewldanên xwe yên ji bo avakirina hikûmetê berdewam bikin. Hêjayî bibîrxistinê ye ku Sadir di hilbijartinên dawî de bûbû partiya yekemîn û ji 329 kursiyên parlamentoyê 73 kursî bidest xistibûn. Bi wê yekê Sadir ketibû pêşiya şîîyên alîgirên Îranê yên ku gelek kursiyên xwe winda kiribûn. Her wiha hêjayî gotinê ye ku ji çileyê sala borî de hilbijartin bidawî bûn lê aliyên siyasî yên Iraqê heta niha jî nikarin hikûmetekê ava bikin.
Nakokiya herî mezin di navbera aliyê Sadir û Şîîyên din ên alîgirên Îranê de ye. Her wiha di mijara destnîşankirina postê serokomariyê de jî nakokiyek di navbera PDK û YNK’ê de derket û her yekî ji wan namzetê xwe destnîşan kir. Ji ber ku postê serokomariyê para kurdan e diviabû ku herdu partiyên kurd li ser destnîşankirina namzetekî hevbeş li hev kiribûna lê her yekî ji wan namzetê xwe da pêş.
Ji ber van nakokiyên di navbera aliyên siyasî de tevî ku derdora 8 mehan di ser hilbijartinan re derbas bû nikaribûn hikûmeta xwe ava bikin.
Niha rewş aloztir bûye piştî ku partiya yekemîn hemû parlamenterên xwe ji parlamentoyê vekişand. Li gorî çavdêrên siyasî êdî şensê avakirina hikûmetekê gelekî kêmtir bûye û hewldanên ku ji alî aliyên din ên siyasî tên kirin dê biser nekevin.
Li gorî qanûnên Iraqê kursiyên ku di parlamentoyê de vala bûne dikare ji alî partiya duyemîn de şûna wan were dagirtin, ew jî tê wateya ku hejmara parlamnterên şîîyên alîgirê Îranê zêdetir bibin. Lê tevî vê yekê li gorî çavdêrên siyasî ên Iraqê heke hikûmetek bê aliyê Sadir were avakirin jî dê alîgirên Sadir dakevin kolanan û bi xwepêşandanên xwe hikûmetê birûxînin. Lewre jî dê dîsa rewş vegere wekî salên 2019’an ku di bin zextên xwepêşandêran de hikûmet hate rûxandin û hilbijartinên pêşwext hatin lidarxistin.