12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tabloya heyî ne serkeftin, binketin e!

NAVENDA NÛÇEYAN –Vîrusa koronayê ji kanûna sala 2019’an rojeva sereke ya cîhanê ye. Her roj der barê vîrusê de daneyên nû tên parvekirin. Gelek welat der barê rewşê de hewl didin tabloyeke erênî nîşan bidin û rastiya heyî veşêrin.

Ji ber vîrusa koronayê li seranserê cîhanê rewşeke aloz, xeternak û pêşerojeke ne diyar heye. Ji aliyek ve zanyar bal dikişînin ser rewşa xeternak û banga zêdekirina tedbîran dikin; li aliyê din jî rayedarên dewlatan dibêjin rewş êdî asayî ye û di bin kontrolê de ye. Lê tabloya ku derketiye holê nîşan dide ku vîrus bi her awayî bandorê li jiyanê dike.

Vîrusa koronayê ya ji Çînê belavî hemû cîhanê bû û bû sedema mirina bi hezaran kesan, di serî de Çîn û li hinek welatên din hejmara kesên bi vîrusê dikevin kêm dibe. Hêdî hêdî tedbîrên hişk tên sistkirin û karantîna tên rakirin. Almanya hewl dide ku biryarên  di 22’yê adarê de girtî bi gav bi gav sist bike û li Rûsyayê jî ji bo derketina derve dê destûr bê wergirtin. Ji 16’ê adarê heta niha li Swîsreyê jî rewşa awarte hatibû ragihandin û dê ji 27’ê nîsanê şûnde jî bi sê qanaxan tedbîr bên sistkirin.

Divê tedbîr neyên sistkirin!

Epîdemiyolog Ben Cowling ê zanîngeha Hong Kongê hişyariyeke krîtîk kir û got: “Eger tedbîr bên sistkirin, dê pêla duyemîn a vîrusê pêk bê. Kîjan welat tedbîran sist bike, dê vîrus li wî welatî bixe. Tedbîrên hatine girtin divê heta meha hezîran û tîrmehê neyên sistkirin.”

Li Tirkiyeyê zêde dibe

Berdevkê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Dr. Margaret Harrîs, li Cenevreyê têkildarî hejmara pêketiyên vîrusa koronayê daxuyaniyek da û diyar kir ku hejmara pêketiyên vîrusa koronayê li hin deverên Ewropayê kêm dibe, lê li Îngilistan û Tirkiyeyê jî zêde dibe û Enqere jî daneyên vîrusê vedişêre. Ligel vê daxuyanê endamê Lijneya Zanyarî ya Vîrusa Koronayê Prof. Dr. Ateş Kara jî da zanîn ku heke tedbîrên heyî bi cih bînin dê heta dawiya gulanê an jî heta serê hezîranê rewş asayî bibe.

Mafên penaberan hatin binpêkirin

Bi belavbûna vîrusê re penaber jî hatin jibîrkirin. Li welatên vîrus heye penaber bêtir mexdûr dibin, bi cihêkariyê re rûbirû dimînin û metirsiya li ser wan hîn zêde ye. Ji ber vîrusê welatiyên Çînê bi mehan li gelemperiya cîhanê bûn hedefa cihêkariyê, lê li Çînê jî êrîşên nijadperest li afrîkiyan tê kirin. Her wiha li giravên Yewnanistanê jî metirsiya mirinê li ser bi hezaran penaberan heye. Koordînasyona Antî-Koronayê ya Ewropayê bal kişand ser rewşa hemû penaberan û diyar kir vîrus herî zêde bi awayên cuda bandorê li ser penaberan dike. Koordînasyonê ji bo penaberan çend pêşniyar jî kirin û got: “Wekî Portekîzê divê mafê welatiyan bi wekhevî bidin hemû penaberên li Ewropayê, lê divê demek ji bo vê neyê diyarkirin. Di pêvajoya vîrusê de divê hemû penaber ji xizmetên tenduristiyê bê pere sûdê bigirin. Penaberên ji bo dersînorkirinê hatine girtin divê serbest bên berdan û mafê wan ê rûniştinê bê qebûlkirin. Di serî de ji bo jin û zarokan zad û malzemeyên hijyenê bê pere bên dayîn.”

Alîkariya ji bo WHO’yê hat rawestandin

Beriya hefteyekê serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku wan alîkariya pere ya ji bo WHO’yê rawestandiye. Trump, WHO’yê bi mirina hezaran kesan tawanbar kir û li gorî wî, Rêxistinê tu girîngî nedaye rêbazên giştî yên li dijî vîrusê. Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres jî biryara Trump rexne kir û da zanîn ku biryara rawestandina alîkariyê, ne di cih de ye.

Geşedanên dawî…

Mijar û geşedanên ku mohra xwe li vê hefteyê xistin jî wiha ne; li Eyaleta Michigan a Amerîkayê komeke rastgir çek girtin û li dijî tedbîrên hatine girtin çalakî li dar xistin û her wiha koma rastgir wêneyên Donald Trump jî di çalakiyê de hilgirtin. Neteweyên Yekbûyê (YE) da zanîn ku Yemen nikare hem bi şer û hem jî bi vîrusê re têbikoşe. Ji ber nîqaşên vîrusê serokdewletê Brezîlyayê, wezîrê tenduristiyê ji kar dûr xist. Hikûmeta Japonyayê piştî zêdebûna pêketiyên vîrusê rewşa awarte ragihand. Li Koreya Başur tevî vîrusê hilbijartina giştî pêk hat. Li Portekîzê 2 hezar girtî serbet tên berdan. Fransa ji bo tedawiya vîrusê derfeta kar da bijîşkên biyanî yên ji derveyî Yekîtiya Ewropayê hatine.

Jin û zarok nayên parastin

Li dijî belavbûna vîrusê gelek welat tedbîrên cuda girtin, lê belê di nav tedbîran de parastina jin û zarokan tune ye. Di vê pêvajoyê şîdet û êrîşên li jin û zarokan zêdetir bûn. Komîsyona Jinan a Neteweyên Yekbûyî di pêvajoya vîrusê de der barê şîdeta li jinan de raporek amade kir û li gorî raporê li tevahiya cîhanê şîdeta li jinê zêde bûye. Di raporê de hat destnîşankirin ku di pêvajoya koronayê de li Fransayê ji sedî 30, li Arjantînê ji sedî 25, li Kibrisê ji sedî 33 û li Kanada, Almanya, Îspanya û Amerîkayê jî şîdeta li jinê zêde bûye. Li gorî raporê îzolasyona fizîkî jî bûye sedema zêdebûna şîdetê û gelek sazî û dezgeh ji ber vîrusê bersiv nedane bangewaziya jinan.

Her wiha yek ji mijarên herî girîng jî rewşa zarokan e. Li gorî Fona Alîkariya Bo Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ji ber girtina dibistanan milyar û nîv zarok niha li malê ne û tevahiya dema xwe bi înternetê derbas dikin, ev tişt ji bo zarokan metirsiyeke mezin e. Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyê Antonîo Guterres der barê rewşa zarokan de raporek aşkera kir û got: “Ji ber vîrusê zarok baş nayên xwedîkirin û bi şîdeta malbatê re rûbirû dimînîn. Ji ber krîza aborî ya gerdûnî jî dibe ku bi sedhezaran zarok ji ber xwedîkirina ne baş jiyana xwe ji dest bidin.”

[accordions]
[accordion title=”Mirov vekişiyan malan, heywan daketin qadan” load=”show”]Li dijî belavbûna vîrusa koronayê niha li cîhanê bi milyonan mirov li malên xwe dimînin û dixwazin xwe ji vîrusê biparêzin. Gelek bajar, cade û kolan vala man. Ji Parîsê heta Dêrsimê gelek heywan daketin kuçe û kolanan. Her wiha dengê cûkan zêdetir bûn û hewaya gelek bajarên mezin jî paqij bû.

Li Dêrsimê ji ber ku park û baxçe vala man, pezkovî bi keriyan daketin qadan. Li Parîsê jî werdek ji parkan derketin û daketin qadan. Li herêma Valde Marne ya Fransayê jî du xezal daketin bajêr. Li welatê Galê jî bizin li ser peyarêyan geriyan. Li Îspanyayê teyrên tawis ji ser dîwarê parka Retîro ketin navenda paytextê. Li kolanên Lophûriya Taylandê jî meymûn ketin kolanan. Li Japonyayê xezal li kolanan belav bûn. Li bajarê Barselonaya Katalonyayê jî beraz li kolanan peyase kirin. Li bajarê Chîcacoya Amerîkayê akvaryûma Sheddê deriyê xwe ji ziyaretvanan re girt û penguen li nava avahiyê geriyan. Li West Odaklana Kalîforniyayê jî elok li nev bajêr geriyan. Li Santîagoyêya paytexta Şîliyê, pûmayekî ciwan hat dîtin.[/accordion]
[/accordions]