Di rastiyê de qedexeya li ser PKK’ê ya li Ewropayê weke encameke kiryarên Gladyo û NATO’yê derket holê. Ev jî digîje kuştina Olof Palme. Serokwezîrê Swêdê Olof Palme di 28’ê sibata 1986’an de hate kuştin. Şefê Servîsa îstîxbarata Swêdê Hans Holmer, weke berpirsiyarê vê sûîkastê PKK nîşan da. Di du salên piştî vê bûyerê de bi taybetî li Almanyayê êrîşên li dijî siyasetmedarên kurd dest pê kirin.
Di çileya 1988’an de li bajarê Dûseldorf a Almanyayê konferanseke navnetewî ya polîsan hate lidarxistin û di vê konferansê de rêxistinên îstixbaratê yên ewropî biryar dan ku li dijî PKK’ê têbikoşin. Di vê çarçoveyê de nêzî 20 welatparêz û şoreşgerên ku di nava wan de ji Pêşengên Têkoşîna Azadiyê Alî Haydar Kaytan û Dûran Kalkan jî hebûn hatin girtin.
Argûmenta van girtinan jî şerê çekdarî yê PKK’ê bû. Li gorî Almanya ev yek têra danasîna “terorê” dikir. Dewleta Alman di 23’yê mijdara 1993’yan debiryara qedexekirina PKK’ê aşkera kir. Yek ji hincetên vê qedexeyê yên mezin jî kuştina Olof Palme ku dixistin stûyê PKK’ê de bû. Palme di dema xwe de li dijî şerê Amerîka yê li Vîetnamê bû û dostekî têkoşîna gelê kurd bû. Aşkera ye ku kuştina Palme û hewldanên qedexekirina PKK’ê yên hin welatên Ewropayê encama planeke Gladyoya NATO’yê ye.
Beriya niha bi du salan, piştî 34 salan Swêdê kujerê rast ê Olof Palme aşkera kir. Kesê ku Olof Palme kuştibû bîst sal berê jî miribû. Bi vî rengî êdî dosya dozê jî hate girtin. Ji ber vê bêbextiyê bi hezaran kurd rastî neheqiyên mezin hatin. Herî zêde Têkoşîna Azadiy Kurdistanê bi salan bû qurbana vê bêbextiyê.
Piştî bûyera 11’ê îlona 2001’ê Yekitiya Ewropayê di encama zextên Amerîkayê de neçar hat hiştin Lîsteya Rêxistinên Terorê aşkera bike. Di vê lîsteyê de PKK jî hate bicîhkirin. Mijara PKK’ê ya di lîsteya Yekititya Ewropayê de, zêdetir di encama zextên Almanya, Hollanda û Fransayê de pêk hat. Lîsteya Konseya Ewropayê her ji 6 mehan carekê tê nûkirin, lê li gorî prosedûrê divê sedemên pêwîst jî li ber çavan bên derbaskirin, ango biryareke heta bi hetayê nîn e. Aliyê kurdan di 1’ê gulana 2014’an de li dijî Lîsteya Rêxistinên Terorê ya Yekitiya Ewropayê li Dîwana Edaletê ya Ewropayê doz vekiribû. Dîwana Edaletê di adara 2018’an de biryara xwe aşkera kiribû û bi yekbûna dengan biryar dabû ku PKK bi awayekî neheq û bêbingeh di lîsteya rêxistinên terorê de hatiye bicîhkirin.
Hemû argûmentên Konseya Ewropayê yên bicîhkirina PKK’ê di lîsteyê de hatibûn pûçkirin, lê Konseyê bi tevî biryara Dîwana Edaletê jî PKK dîsa di lîsteya rêxistinên terorê de bi cîh kir. Konsey weke sedem jî hebûna lîsteyên rêxistinên terorîst ên Amerîka û Brîtanyayê nîşan dida. Li dijî vê yekê aliye kurd, di adara 2019’an de li dijî lîsteyê dîsa doz vekir. Heman doz di adara 2022’yan de dîsa hate dîtin. Der barê vê dozê de Dîwana Edaletê di nava 7 mehan de wê biryara xwe aşkera bike.
Piştî Tirkiyeyê welatî herî zêde li dijî PKK’ê siyaseteke dijminane dimeşîne Almanya ye. Almanya bi salan e bi awayekî bêhiqûqî hemû aktîvîteyên PKK’ê qedexe kirine. Saziyên peywendîdar ên alman ji bo qedexekirina PKK’ê nikarin di warê hiqûqî de ti delîlekê bibînin ku biryara xwe mafdar derxînin, bi gotineke xeteriyeke herî biçûk a PKK’ê ya li dijî Almanya nabînin.
Almanya endamekî xurt ê NATO’yê ye û dostê herî mezin ê Tirkiyeyê ye. Ji şerê yekemîn ê cîhanê ve dostaniya Almanya û Tirkiyeyê li holê ye. Almanya welatê sereke ye ku di şerê li dijî kurdan de çekan difroşe Tirkiyeyê. Ji vî alî ve jî li pişta vê biryarê ticaret û siyaset xuya dike. Hemû saziyên kurdan bi hinceta ku saziyên PKK’ê ne îro roj li Almanya qedexe ne. Heta niha bi hezaran kurd di vê çarçoveyê de hatin girtin. Lê ji ber ku hemû siyasetmedar û aktîvîstên kurd ên hatin girtin ne endamên rêxistineke alman bûn, di warê hiqûqî de dozgeriya alman di nava tengasiyeke mezin de bû. Ji bo vê ji holê rakin di sala 2011’an de di xala 129’emîn a qanûna terorê de bendeke nû zêde kirin û qanûna “rêxistinên terorê yên biyanî” derxistin. Lê êdî kurdan jî li dijî vê helwesta dijminane dest bi têkoşîneke hiqûqî kirin. Komeleya Demokrasî û Hiqûqê ya Navnetewî MAF‐DAD, li dijî qedexeya li ser PKK’ê ya Almanyayê, di 11’ê gulana 2022’yan de serî li Wezareta Karê Hundir a Almanyayê da. Di vê serlêdanê de ji Wezareta Karên Hundir tê xwestin ku vê qedexeya neqanûnî bi dawî bike. Wezareta Karên Hundir a Almanyayê heta niha bersiv nedaye, ji bo bersivê 6 meh wextê wê heye.
Biçûk be jî îhtîmalek heye ku Wezaret gaveke erênî bavêje, herî kêm aşkera bike ku ew ê şert û mercên ji bo qedexeyê sedem dibînin di ber çavan re derbas bikin. Ger ev jî nebe, wê MAF‐DAD, serî li dozgeriyê bide û pêvajoya hiqûqî dest pê bike. Hiqûqa Almanyayê di vî warî de jî wê di îmtîhaneke mezin re derbas bibe, ango eger di hiqûqa hundirîn a Almanyayê de jî encameke neyênî derkeve, wê doz biçe Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê.
Êdî pêvajoyeke nû dest pê kiriye. Lewma ji bo Konseya Ewropayê, Almanya û Fransayê wê ev pêvajo bibe azmûn û îmtîhaneke mezin a hiqûqî. Ji ber çawa ku di doza li Belçîkayê ya li dijî PKK’ê de Dadgeha Bilind a Belçîkayê aşkera kir ku PKK ne rêxistineke terore ye, alîyekî şerê çekdarî ye, yekser piştî vê biryarê Wezîrê Karên Derve yê Belçîkayê Matthieu Branders diyar kiribû ku ev biryar biryareke hiqûqî ye û ew ê biryara wan a li ser PKK’ê negûherîne. Wezîrê Belçîkayê bi awayekî zelal aşkera kiribû biryara wan a hikûmetê ne hiqûqî ye, siyasî ye. Ango bi vî rengî bêhiqûqiya siyasetê aşkera kiribû. Ji vî alî ve jî wisa xuyaye ku êdî wê doza PKK’ê bêhiqûqiya siyaseta Ewropayê jî teşhir bike.