Dogan diyar kir ku piştî gefên Erdogan êrîşên li hemberî herêmê zêdetir bûne û got, ev gef û êrîş ne nû ne. Dogan anî ziman ku êrîşa 17’ê nîsanê gava duduyan a “Plana Çokşikandinê” ye ku rejîma şerê taybet ew di sala 2014’an de xistiye dewrê û got, gava sisêyan a vê konseptê jî plana dagirkirina Rojavayê ye.
Dogan destnîşan kir ku Erdogan bi çapemeniya di bin destê xwe de ser windakirina eskeran dinixumîne û got: “Ji bo hejmara eskerên mirî ya ku HPG’ê aşkere kirin bi raya giştî re neyê parvekirin serî li her rêyê dan. Desthilata AKP-MHP’ê hêleke êrîşên xwe jî bi çapemeniyê xurt dike û got, li herêmê bi çeteyên di bin banê xwe de şer dike. Li herêmê bi taybetî jî piştî Heyet Tahrîr El Şam û Lîwaya Sûltan Mûrad pev ketin, di serî de li Efrînê li gelek deverên di destê dewleta tirk de liv û tevgerek rû dide.”
Dogan hin agahiyên bi dest xistine jî bi me re parve kirin û got: “Di 25’ê gulana 2022’yan de li Babê fermandarên çeteyên Ceyş El Îslamê li hev kom bûn. Di civînê de li ser bicihkirina çeteyên Tahrîr el-Şamê ya li Efrîn û Cerablûsê hat sekinandin. Fermandarên çeteyan ên tev li civînê bûn, plana ku agahiyên der barê çeteyên Heyet Tahrîr el-Şamê de bên berhevkirin û bên kuştin çêkir.”
Dogan da zanîn ku di 17’ê gulana 2022’yan de li Îdlibê Heyet Tahrîr el-Şam û Eniya el-Şamiye civîneke veşarî çêkirine û got: “Hat hînbûn ku di vê civînê de biryara ku dê li Bab, Ezaz û Efrînê komên çeteyan ên Heyet Tahrî el-Şamê û Eniya el-Şamiye bi hev re hereket bikin. Li gor agahiyên ku me ji çavkaniyên xwe yên pêbawer ên li herêmê girtine, girêdayî vê beriya gefên Erdogan ên li hemberî DAIŞ’ê û piştî wê, Sûltan Mûrad, Lîwa Ecnad Hûmûs, Feyleq el-Şam û zêdetirî hezar çeteyên Heyet Tahrîr el-Şamê ku ev du hefte ne li herêmê hatine bicihkirin li Efrîn, Bab, Cerablûs, Serêkaniyê û Girê Spî amadekariyan dikin. Her wiha bi taybetî dewleta tirk eskeran sewqî herêma Hawar Kilîsê dike ku Feyleq el-Şam li vir dimîne û çeteyên Sûltan Mûrad û Lîwaya Ecnad Hûmûs a di bin banê wê de ji bo operasyoneke muhtemel çekên xwe amade kirine.”
Hesabên Rûsya, Îran û DYA’yê
Dogan têkildarî gefên Erdogan li ser helwest, hesab û pozîsyona Rûsya, Îran, DYA û rejîma Sûriyeyê jî sekinî û got: “Li gor amadekariyên Erdogan û çeteyên di bin banê wî de, helbet Rûsya, rejîma Sûriyeyê, Îran û DYA jî li gor vê pozîsyona xwe diyar dikin. Li hemberî gefên Erdogan, DYA’yê jî ragihand ku dê hevbedên xwe ber bi xetereyê ve bişînin û di warê nelidarxistina operasyoneke eskerî ya nû de Tirkiyeyê hişyar kir. Sêşema borî Balyozê Sûriyeyê yê DYA’yê Ethan A. Goldrich hevdîtin bi fermandarên HSD’ê re kir. Di civînê de hat gotin ku ‘ji bo kêmkirina rageşiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ji bo parastina îstiqrara wê liv û tevger divê.’ Rûsya çendî gelek deverên Ukraynayê dagir kiribin jî, lê taliyê ji bo bi temamî bidestxistina Ukraynayê û ji bo dewleta tirk a dagirker ji DYA’yê dûr bixe dibe ku di warê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hin tawizan bide. Her wiha Rûsya ji bo parastina berjewendiyên xwe yên li Îdlîbê ev mehek e hem ji hewayê hem jî ji bejahiyê ve di nava liv û tevgerekê de ye. Li gor agahiyên bi dest me ketin, hefteya borî Rûsyayê gelek techîzatên eskerî ji milîsên Hizb Alahê yên li Îdlîb û Hemayê re şandine. Her wiha amûrên eskerî ji Firaqaya 25’an a girêdayî Emîd Suhêl el-Hesenê re şandine. Ev deverên teqwiyeyên eskerî lê hatine kirin li hêla derdora rêya M4 dikevin û her wiha hat ragihandin ku ger dewleta tirk û Rûsya li hev bikin dê liv û tevger dest pê bike. Rûsya piştî ku ji Dera, Lazkiye, Çiyayê Kurmênc û el-Tirkmanê vekişiya, çû li rojhilatê Helebê li Endanê binkeyek eskerî ava kir. Di heman demê de 2 jê general 40 eskerên payebilind ên rûs tevî techîzatên xwe yên giran li vê binkeyê hatin bicihkirin. Îran jî ji bo derdora xwe ya Şîî Hîlalê berfireh bike ket nava liv û tevgerê. Armanca vê liv û tevgera Îranê jî ew e ku gava Rûsya ji herêmê vekişe serweriya xwe ya li herêmê zêde bike.”
‘Helwesta gelan zelal e’
Dogan destnîşan kir ku li dijî êrîşên muhtemel helwesta gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zelal e û got, gelê ereb, kurd, tirkmen û asûrî-suryanî dê li ber xwe bidin. Dogan got: “Bê guman di êrîşeke muhtemel de dê ev şer ber bi asteke din ve biçe. Li herêmê liv û tevgera hêzên dagirkeran didome û gelê Rojavayê bi cidî nêzî gefên Erdogan dibin û ji ber vê di warê eskerî, siyasî û civakî de amadekariyên xwe dikin. Em pir dûr neçin, gava behs dibe berjewendiyên Rûsya, DYA, rejîma Sûriyeyê û Îranê, tevahiya cîhanê dît ku bê ev hêz çawa tawizê didan dewleta tirk. Helbet di serî de kurd û tevahiya gelên herêmê yê hay ji vê hebûn li hemberî êrîşan û gefan helwesta xwe nîşan dan.”
Dogan têkildarî rewşa Efrînê û herêmên din ên di destê Tirkiyeyê û komên paramîlîter ên girêdayî wê de ne jî got: “Beriya niha bi çend rojan li navenda Efrînê, li Bab, Cerablûs û Marê xwepêşandanên cidî rû dan ji aliyê kesên li van deran hatine bicihkirin. Li gor agahiyên bi dest ketin di nava xwepêşandêran de çeteyên Feylaq el-Şamê jî hebûne. Şeva 4’ê hezîranê xwepêşandêran qaşo ‘Meclisa herêmê’ şewitandin. Li bajarê Soranê yê di bin dagirkeriyê de jî xwepêşandanên li dijî gendeliyê rû dan. Rê hatin girtin û dirûşmeya ‘Tirkiye bicehim ji Sûriyeyê’ hat berzkirin û îstasyona ceryanê hat şewitandin. Li Marê jî posterên Erdogan hatin şewitandin. Ev yek ji zû de ye li van herêmên di destê dewleta tirk de hebû, lê ya vê dawiyê rengvedana hêrseke ji zû de bû. Li van deverên hatine dagirkirin şerê serweriyê yê çeteyan didome û her wiha tahde, îşkence, revandin hwd. ên li ser kesên li van deran hatine bicihkirin jî zêde bûne. Mesela li gor rapora meha gulanê ya Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, artêşa tirk û çeteyên wê di gulanê de 3 jê jin û 9 jê extiyar 41 kes revandine. Hêrsa gelê herêmê ya li hemberî çeteyên dewleta tirk pir zêde bûye û girêdayî vê nelihevkirina di navbera çeteyan de jî êdî hatiye asta pevçûnên çekdarî. Hat hînbûn ku MÎT mudaxileyî vê kiriye û cihê hin çeteyan guherandiye û ferman daye ku çete ji bo êrişeke muhtemel amade bin.”
Dogan diyar kir ku di 21’ê Gulana 2022’yan de li gundê Til Silorê yê navçeya Cindirêsê noqteya eskerêb artêşa tirk hatiye valkirin û got, ev noqte li sînorê Til Silor, Cemelê û Dêr Belûtê bûye û li vir 15 esker hebûne. Dogan got: “Dewleta tirk di 8’ê Gulana 2022’yan de li navenda Efrînê bi serekên çeteyan re civînek çêkir û di civînê de ferman da ku di nava 15 rojan de 47 noqteyên ku çete lê hatine bicihkirin bên valakirin. Li navenda Efrînê ‘noqteya polîsan ku berê navenda asayîşê bû, noqteya gumrukê ya berê ku niha noqteya polîsên sivîl e û noqteya ewlehiyê ya li kêleka Keracê ya Efrînê’ mane. Zêdetirî 500 çeteyên Heyet Tahrî el-Şamê yên ji Îdlîbê hatin anîn li van noqteyên hatine valakirin hatin bicihkirin.”
‘Şoreşa hevpar a baweriyan’
Dogan di berdewama axaftina xwe de got: “Ev der heya çend sal berê erdnîgariyeke bênav û bênasname bû. Lê niha çavê her kesî lê ye û ji bo hêzên demokrasî û azadiyê bûye cihê hêvî û kelecanê, bûye ‘Welatê Azadiyê.’ Rojava, navê şoreşa gel a demokratîk ku di sedsala 21’ê de heyama şoreşê da destpêkirin. Bandora vî parçeyê biçûk her diçe bandorê li tevahiya Rojhilata Navîn dike. Şoreşa Rojavayê, ji ber ku li hemberî bîrdoziyên hêzên kapîtalîst pergaleke alternatîf berpêş dike, bêguman bi gelek êrîşan re rû bi rû dimîne. Ji ber vê pêdivî pê heye ku Şoreşa Rojava di warê taybetmendiyên xwe yên dîrokî, civakî û bîrdozî de hîn bêtir berbiçav bibe û xwedî li wate û heqîqeta wê bê derketin.”
Dogan destnîşan kir ku Şoreşa Rojavayê ku wekî Şoreşa Jinan tê pênasekirin, di şexsê kurdan de şoreşeke hevpar a nasname û baweriyan e ku li dijî pergala şaristaniya dewletparêz a bi hezaran salan li ber xwe dide.
Çavkanî: Ajansa Mezopotamya