Di 15`ê Gulanê de bi pêşengtiya Kongra Star civîna Şêwra Jina Kurd a Rojava li bajarê Qamişlo hatibû lidarxistin. Di encama şêwrê de biryar hate girtin ku “Însiyatîfa Jinan ji bo Parastina Kurdistanê li dijî Dagirkeriyê” bê damezrandin. Piştî înîsiyatif ava bû, jinan bi beşdarbûna 48 jinên ji Rojava û 24 jinên ji çar perçên Kurdistanê daxuyanî dan û însiyatîf ragihandin.
Daxuyaniya jinan wiha ye:
“Di yekemîn sedsala 21’ê de krîz û kaos her ku diçe kûrtir dibe. Ev rewşa aloz bandora xwe li ser hemû qadên jiyanê û cîhanê dike. Şer û pevçûn, qetlîam û koçberî, birçîbûn û pirsgirêkên ekolojîk, antîdemokrasî û zordestî, kedxwarî û dagirkerî nîşan dikin ku pergala cîhanê di nav qeyrane de ye. Ev rastî çiqas di asta gerdunî de bê jiyan kirin jî, herî zêde bandora xwe li ser Rojhilata Navîn dike. Ango bi şêweyê Şerê Cîhanê yê Sêyemîn li ser axa herêma Rojhilata Navîn tê jiyîn. Dergûşê civakbûnê û medeniyetê îro bûye sehneya şerên serdestiyê di navbera hêzên herêmî û cîhanê de.
Kurdistan jî bûye navenda vî şerî. Di encama vî şerî de wê pergaleke nû ya cîhanê ava bibe. Him hêzên dewletparêz, him jî hêzên demokrasî yên gelan bi têkoşîna xwe hewl didin karakterê pergala nû diyar bikin.
Di aliyê hêzên demokrasî yên cîhanê û herêmê de gelê Kurd û bi taybet jî jinên Kurd xwediyê pozîsyoneke diyarde ne. Îro, di serî de şoreşa Rojava, têkoşîna gelê Kurd ji bo avakirina pergaleke alternatîf bala çar aliyên cîhanê dikşîne. Lê di heman demê de pevçûnên cîhanî û herêmî li ser axa Kurdistanê zor dibin. Di hundirê vê rastiyê de dewleta Tirk dixwaze di 100’emîn salvegera damezrandina komara xwe de Mîsak-î millî bi riya dagirkerî û qetlîama pêk bîne û ji bo vê jî qirkirina Kurdan temam bike. Armanc dike ku di pergala cîhanê ya nû de gelê Kurd nebe xwediyê statûyeke fermî û demokratîk. Di vê çarçovê de ne tenê di hundirê sînorên dewleta xwe de, di heman demê de li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê jî şereke qirker dide meşandin. Hewl dide hemû destkeftiyên Kurdan tasfiye bike.
Di vê şerê xwe yê tunekirinê de bi taybetî jî jinan hedef digre. Ji ber ku jin pêşengtiya têkoşînê li hemberî faşîzm û serdestî dikin ji bo avakirina jiyaneke azad û bi rûmet. Bi armanca ji holê rakirina pêşengtiya jinan şereke taybet dide meşandin. Di encama vê de bi sedan jinên siyasetmedar, welatparêz û berxwedêr îro di zindanên dewleta Tirk de di bin tecrît û îşkence de ne. Hejmareke gelek mezin a jinên Êzîdî hîn dîl girtî ne. Di heman demê de di herêmên dagirkirî yên Rojava de jinên Kurd esîrê dewleta Tirk û çeteyên wî ne. Ji qetlîama Parîsê heya Kobanê jinên pêşeng bi hedef têne kuştin.
Jinên Kurd bi vê şêweyê di aliyek de hîn bêhtir bi encamên siyaseta dagirkerî û qirkirin ê re rûbirû dimîmin û di aliyeke din de ruxme her tiştî dev ji rola xwe ya pêşeng di nava berxwedana gelê xwe bernadin. Bi taybet jî rol û erkên xwe yên netewî parastina hebûn û mîsogerkirina azadiya gelê xwe bi berpirsiyarî û biryardarî radikin.
Weke jin em dizanin ku ji hemû demên berê zêdetir pêwistiya me bi yekitî heye. Ji bo parastina Kurdistanê li dijî dagirkerî yekitiya jinan xwediyê roleke stratejîk e. Jin dema ku hêza xwe dikin yek di hemû mijaran de dikarin serbikevin.
Ji bo bidawî kirina dagirkeriya dewleta Tirk û pêşîgirtina êrîşên nû pêwistiyeke lezgîn bi helwesteke hevbeş a jinan di asta çar beşên Kurdistanê û li derveyî welat heye. Di vê çarçovê de li ser esasiya biryarên ku di Civîna Şêwra Jinên Kurd a Rojava ya ku di 15’ê Gulanê de li bajarê Qamişlo hatiye lidarxistin de me weke jin ku li jêrê navê xwe nivîsandin damezrandina Însiyatîfa Jinan ji bo Parastina Kurdistanê li dijî Dagirkeriyê bi raya giştî re parve dikin.
Em ê weke Însiyatîfa Jinan ji bo Parastina Kurdistanê li dijî Dagirkeriyê ji niha şûnde xebat û çalakiyên hevbeş pêşbixin, bi armanca xurtkirina helwesta jinê, dawî anîna dagirkeriya dewleta Tirk û pêşîgirtina êrîşên wî. Diruşmeya me Jin Kurdistan li Hemberî Dagirkeriyê Diparêzin e. Bi vê armancê em damezrandina Însiyatîfa xwe bi raya giştî re parve dikin û bang li jinan dikin tevlî me bibin ji bo ku bikarin sekin û helwesteke bi bandor û encamgir li dijî hemû êrîşên dagirker pêşbixin û Kurdistanê biparêzin.”
Tê payîn ku bernameya însiyatîfê piştre bê parvekirin.
Jinên beşdarî însiyatîfê bûne ev in:
1 Asya Ebdulleh Endama koordînasyona Mesclisa Jin Ya Bakur û Rojhilatê Surî
2 Awat Husam ElDîn Seroka Komela Zerdeştî Kurdistan (BAŞUR)
3 Arya Mele Ehmed Hevseroka Encumena Zagonsaz Ya Herema Cizîrê
4 Arzû Temo Rêxistina SARA
5 Aynur Paşa Parêzer
6 Beser Şahîn Hunermend (EWROPA)
7 Beşîra İsmayîl Parêzer
8 Canda Muhemed Endama Desteya Cihbicihkirin Ya Meclisa Suriya DemoqratÎk
9 Delal Elhaşimî Rêvebera Partiya Kesk Ya Demoqratîk
10 Delal Fehîm Xelîl Hevseroka Kongra İslama Demoqratîk
11 Derya Remezan Hevseroka Mekteba Têkiliya Ya Meclisa Suriya Demoqratîk
12 Dilsoz Zengene Endama Însiyatîfa Piştgiriyê Ji Bo Rojava (BAŞUR)
13 Dilşa Osman Berdevka Têkiliyê Kongra Star (EWROPA)
14 Ebîr Hesaf Akademisyen di Zaningeha Rojava
15 Erîfa Bekir Komîta Têkiliyê Jin Di Partiya Yekîtiya Demoqratîk
16 Emîna Omer Hevseroka Meclisa Suriya Demoqratîk
17 Emîna Şêx Muhemed Rêxistina Jin Ya Partî Demoqratî KurdÎ Surî
18 Enehîta Sîno Nivîskar
19 Enehîta Şêxê Rewşenbîr
20 Etiya Yûsif Parêzer
21 Evîn Cuma Rêxistina Mafê MirovaYa Herêma Cezîrê
22 Evîn Qafûr Partiya Aştî Demoqratî Kurdistan
23 Evîn Yûsif Nûçegehan û Çalakvana Medenî
24 Eyşê Efendî Rêvberiya Meclisa Malbatê Şehîda Ya Herêma Firatê
25 Eyşê Hiso Hevseroka Partiya Yekîtiya Demoqratîk
26 Fewziye Spiz Mamoste (BAŞUR)
27 Feyrûz Xelîl Endama Meclisa Jin Ya Bakur û Rojhilatê Surî
28 Foziya Ebdê Hevseroka Encumena Zagonsaz Ya Herêma Firatê
29 Foza Yûsif Endama Desteya Rêveber Ya Partiya Yekîtiya Demoqratîk
30 Hanan Osman Komîta Diplomasî Ya Kongra Star Ya (LUBNAN)
31 Hediya Şemo Koordînasyona Yekîtiya Jina Êzîdî Li Herêma Cizîrê
32 Helîma Ebû Bekir Rêveberîya Asayîşe
33 Heyfa Mehmud Partiya El Hedasê û El Dîmoqratiyê Li Surî
34 Hêja İbrahîm Endama Meclisa Kongra Star Ya (EWROPA)
35 İlham Ehmed Seroka Desteya Cihbicihkirin Ya Meclisa Suriya Demoqratîk
36 Jiyan Husên Endama Koordînasyona Meclisa Jin Ya Bakur û Rojhilatê Surî
37 Leyla İbrahîm Hevseroka Mala Êzîdî ya Li Herêma Cizîrê
38 Leyla Musa Nûnera Meclisa Surya Demoqratîk Li (MİSR)
39 Medya Ebdê Berdevka Navenda Lêkolîn û Parastina Mafê Jin Li (EWROPA)
40 Meryem Fettahi Rêveberiya KJAR Li (EWROPA)
41 Mizgîn Hesen Seroka Navenda Lêkolîn û Parastina Mafê Jin Li Surî
42 Mizgîn Zêdan Hevseroka Partiya El Texyîe
43 Narîn Metînî Seroka Tora Jina Demoqratîk
44 Necah Gilo Malbatê Şehîda
45 Necla Temo Komela Şawoşka
46 Nezahet Nebo Endama Meclisa Kongra Star (EWROPA)
47 Pencewîn Elî Çalakvana Huquqî
48 Perwîn Yûsif Hevseroka Kantona Qamişlo
49 Remziye Muhemed Berdevka Kongra Star
50 Riwyda Şêxê Komîta Jin Di Tevgera El Tecdîd El Kurdistanî
51 Rîham Hico Endama Koordînasyona TAJÊ (ŞENGAL)
52 Ronak Mecid Tevgerê Azadiya Kurdistanê (BAŞUR)
53 Roşna Cemîl Cafer Çalakvana Medenî (BAŞUR)
54 Ruken Ehmed Hevseroka Tevgera Civaka Demoqrat TEVDEM
55 Saza Abdullah Partiya Goran (BAŞUR)
56 Sema Begdaş Berdevka Partiya Yekîtiya Demoqratîk
57 Sinem Mihemed Nunera Meclisa Surya Demoqratîk li (DYE)
58 Sîham Emoka Çalakvana Huquqî
59 Sîham Daud Sekrêterya Giştî ya Partiya Surya Pêşeroj
60 Stêr Qasim Çalakvana Medenî
61 Suad Hiso Mekteba Jin Ya Tevgera Civaka Demoqrat Li Herêma Şehba
62 Sultanê Xişo Weqfa Jina Azad Li Suryê
63 Surûşt Helepçe Şêwermenda Qanûnî (BAŞUR)
64 Şehle Muhemed Endama Koordînasyona RJAK (BAŞUR)
65 Şeyda Maruf Partiya Zehmetkêşan (BAŞUR)
66 Şoxan Salih Mîrza Çalakvana medenî (BAŞUR)
67 Xedîce İbrahîm Parêzer
68 Xurbet İşlek Endama Koordînasyona Meclîsa İştar (MEXMUR)
69 Zeyneb Muradî Hevseroka KNK (EWROPA)
70 Zeyneb Qenber Mekteba Jin Ya Meclisa Surya Demoqratîk Li Herêma Şehba
71 Natalia Szarek Komîta Jin Rojava Diparêzin (BİRÎTANYA)
72 Dr.Mechthild Exo Defend Kurdistan (ALMANYA)