Bi avabûna hikûmeta herêmê re, PDK’ê ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî li herêmê bi gelek aliyên cuda re tifaqên qirêj bi pêş xistin. Peymanên ku di çarçoveya van tifaqan de hatin îmzekirin îro li ser destkeftiyên gelê kurd metirsiyek mezin dide avakirin. Ji ber ku Serokê Herêma Kurdistanê û serokwezîrê hikûmeta başûrê Kurdistanê PDK’yî ne di mijara pêşxistina van tifaqan de pêşengî kir. Sedema ku PDK wisa bi hêsanî nêzî van peymanan bû jî ew e ku ji ber di karekterê rêxistinbûyîna PDK’ê de ji berjewendiyên neteweyî zêdetir berjewendiyên hizbî û şexsî derdikevin pêş peymanan îmze dikin. Lê bi tu awayî nakevin xizmeta doza azadiya gelê kurd. Ji ber vê taybetmendiya PDK’ê; gelek welatên ku îro li herêmê bi her awayî hebûna gelê kurd înkar dikin û îradeya wê nas nakin bi PDK’ê re di nava hevkariyeke xurt de ne.
Bi taybet dewleta tirk a dagirker ji bo xwe li herêma başûrê Kurdistanê bi cih bike, ji dawiya salên 80’yî ve bi PDK’ê re di têkiliyên qirêj de ye. Piştî avabûna hikûmeta herêmê têkiliyên dewleta tirk û xanedaniya malbata Berzanî jî derbasî qonaxeke din bû. Malbata Barzanî ji bo xwe li ser postê desthilatdariyê bigire û bi hêza ku ji vê erkê digre bikaribe xwe li herêmê bike hêz bi demê re hîn bêtir nêzî dewleta tirk bû. Bêguman dewleta tirk a ku dijminantiya gelê kurd ji bo xwe di asta hebûn û nebûnê de dibîne xwe bêtir nêzî PDK’ê kir. Bi PDK’ê re ji aborî bigre heta îstixbarî, ji çandî bigre heta civakî di gelek mijaran de peyman îmze kir. Di nava çend salan de Başûr bi hezaran şîrketên tirk ku li ser perspektîfa dewlata tirk di bin navê ticaretê de dest avêtin dewlemendiyên herêma başûrê Kurdistanê.
Di çarçoveya peymanên bi malbata Barzanî re hatine kirin dewleta tirk di warê leşkerî de jî di bin navê “şerê li dijî PKK”‘ê de xwe li herêmê bi cih kir. Bi taybetî di van çend salên dawî de li herêma Biradostê liv û tevgera artêşa dagirker, êrîş û zextên li ser şêniyên herêmê hişt ku bi dehan gund bên valakirin.
Hevkariya PDK’ê ya bi dewleta tirk re qasî gelê Biradostê, bandorek neyînî li ser tevahiya başûrê Kurdistanê jî çêkir. Di çarçoveya vê hevkariyê de PDK’ê bi demê re xwe ji Bexdayê durxist û hîn bêtir xwe nêzî Enqereyê kir. Bi taybet piştî Neçîrvan Barzanî bû serokê Herêma Kurdistanê û birazyê wî Mesrûr Barzanî jî bû Serokwezîrê hikûmeta Herêmê, têkiliyên Herêma Kurdistanê û hikûmeta Navendî ya Iraqê bêtir xirabûn.
Sedama vê aloziyê jî têkiliyên PDK’ê yên derveyî zagonî tên dest nîşankirin. Malbata Barzanî li ser navê hikûmeta Herêmê têkiliyên şexsî bi pêşdixe. Parlamenterên Herêma Kurdistanê bi xwe dibêjin “Ji gelek peymanên ku PDK’ê îmzekirine haya me jê nîn e”. Ev jî dide nîşandan ku PDK ne li gor berjewendiyên hikûmeta herêmê li gor berjewendiyên malbatî tevdigere.
Diyar e di halê heyî de ji derveyî dewleta tirk gelek alî ji vê bêqanûniya PDK’ê bêzar in. Helwesta Iraqê hişt ku peymanên malbata Barzanî îmze dike di qada navneteweyî de jî bê dest girtin. Lewma ji bo di qada navneteweyî de neyên tawambarkirin xwe hîn bêtir nêzî dewleta tirk a dagirker dikin. Ev rewşa heyî jî ji bo rejîma AKP-MHP’ê bûye derfetek ku xwe hîn bêtir li herêmê bi cih bike.
Li herêmê ji ber hevkariya dewleta tirk û PDK’ê tê zanîn ku li ser bingehê qirêj hatiye avakirin, kes bawerî bi piştgiriya Tirkiyeyê jî nayne. Her kes dizane ku di bingeha vê hevalbendiyê de dijminantiya gelê kurd heye. Lewma ji gelek aliyên cuda nerazîbûn tên. Lê ev nerazîbûn di van demên dawî de derket astek cuda.
Cara yekem di qada navneteweyî de dizî, talan û nelirêtiya PDK’ê ket rojevê. Der barê peymanên ku hatine kirin de doz hatin vekirin. Bi taybet hikûmeta navendî ya Iraqê tevî kirîza siyasî jî di mijara gendeliya PDK’ê de seknek bi îstiqrar nîşan dide.
Di çarçoveya van dozên ku hatine vekirin de serokwezîrê Herêma Kurdistanê yê PDK’yî Mesrûr Barzanî jî di nav de gelek endamên PDK’ê bi sûcên giran tên tewambarkirin. Malbata Barzanî dîsa ji bo xwe xelas bike di nava lêgerîna tifaqên qirêj de ye.
Hefteya borî Serokê PDK’ê Mesûd Berzanî bi awayekî veşartî ji bo du rojan çû Tahranê. Hat îdîakirin ku naveroka hevdîtina wî têkiliyên Herêma Kurdistanê û Iraqê bûn. Ev jî dide diyarkirin ku dozên li rayedarên PDK’ê hatine vekirin ne ji rêzê ne. Lê çima li şûna biçe Bexdayê çû Tahranê? Bêguman li herêmê bandora Îranê mirov nikare ji rêzê û lewaz şîrove bike. Dewleta Îranê li herêmê yek ji dewletên herî xwedî kevneşopiyeke xurt ya siyasî û diplomatîk e. Piştî têkçûna rejîma Baas hebûna xwe ya siyasî li Iraqê jî zêde kir. Lewma her çendî Îran zêde ne li pêş be jî; di siyaseta Iraqê de yek ji faktorên herî bingehîn e. Ji ber vê yekê ne mimkune ku bêyî agahiya Îranê tu hesab li Bexdayê bên çêkirin. Ji ber vê yekê çûna Mesûd Barzanî ya Tahranê jî di vê çarçoveyê de tê nirxandin. Lê gelo wê PDK li gel hevkariya bi dewleta tirk re dike û wê dawetî nav axa Iraqê dike wê bikaribe Îranê jî îdare bike? Ev ne diyar e, di halê heyî de tişta ku tê dîtin PDK bûye qeşmerê ber destê neyaran.
Ger rêvebiriya PDK’ê xwe ji vê rewşa hevkarî û xulamtiyê xelas neke û neyê xeta neteweyî ya azadiya gelê kurd, dê tinebûnek mezin bijî. Pêşveçûnên ku niha li herêmê diqewimin îşareta vê ne. Divê PDK bizanibe ku xeta hevkariyê ya ku ew temsîl dike têk çû.