Di vê dema dawî de ji ber zêdebûna êrîşên Rûsyayê û gurbûna şerê li dijî Ukraynayê, serokê Ukraynayê Vlodomir Zelenskî ji DYA’yê çekên giran xwestibûn. Guftûgoyên der barê fûzeyên menzildirêj ên ku dikarin bigihîjin heta Moskovayê bala hemû cîhanê kişandibû ser xwe, bi taybetî Rûsyayê bersiveke tund dabû û gef li welatên Rojava xwaribû.
DYA’yê alîkariya çekên giran ji bo Ukraynayê amade dikir ku di nava wan de fûzeyên menzildirêj jî hebûn û ji bo wê yekê 2 civîn li Qesra Spî hatin kirin.
Li gorî lêkolînênvanên siyasî metirsiyên Amerîkayê hene ku heke fûzeyên (MLRS) bigihên destê Ukraynayê dibe ku wan li dijî bajarên Rûsyayê bikar bîne ji ber ku ew fûzeyên dûravêjin û dikarin bigihên heta 160 kîlometreyî. Lewre rayedarên Rûsyayê jî gef li DYA û welatên Rojava xwaribû û gotibû heke ew çekên giran di kîjan welatî re derbasî Ukraynayê bibin dê bibin hedefa me û dê encamên gelekî xirab bi xwe re bînin.
Der barê mijarê de Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov welatên Rojava hişyar kir û got: “Em welatên Rojava hişar dikin heke ew rê bidin çekên wiha giran bigihên destê Ukraynayê dê ev yek bi xwe re encamên ku kesek guman nake bîne.”
Der barê sedemên ku serokê DYA’yê Joe Biden ji biryara xwe ya radestkirina çekên giran vegeriyaye jî wiha tê şîrovekirin. Li gorî akadimisyenê amerîkî Andrew Blofeld sedemên ku Biden bi paş ve gav avêtiye evin: “Metirsiya ku Rûsyayê bersivên radîkal bide û bibe sedema şer di navbera Rûsya û welatên NATO’yê de. Dê ev biryara Biden bibe alîkar nermbûnek di diyaloga di navbera NATO û Rûsyayê de. Çêbibe û hem DYA hem welatên Rojava naxwazin ku ev şer veguhere şerekî bêser û ber.”
Biryara Joe Biden ji alî serokê Konseya Ewlekariya Netewî ya Rûsyayê ve wekî biryareke aqilane hate nirxandin. Lê bê guman ev biryar ji bo gelê Ukraynayê bû sedemê şikestineke mezin.