12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Cenazeyê Ûgûr li Şirnexê spartin axê

Siddik Ûgûr ê 29 salî ku li Girtîgeha Tîpa T a Qubînê ya Êlihê girtî bû, duh jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Ûgûr ji bo otopsiyê şandin Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Êlihê. Malbat ji Şirnexê çûn Nexweşxaneya Êlihê. Malbatê piştî otopsiyê cenazeyê Ûgûr girtin û çûn Şirnexê. Dadgeha Bilind hefteya borî cezayê muebeda girankirî li Ûgûr birîbû. Piştî ceza hat erêkirin, rêvebiriya girtîgehê ew avêtibû hucreya yek kesî. Dozgeriyê ji ber nebûna wekaletê rapora otopsiyê neda parêzeran.

Malbatê piştî cenaze girtin, şevê din cenaze li Şirnexê spartin axê.