Serokên hemû welatên endamên Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf (RPEK): Ermenistan, Belarûs, Kazakistan, Kirgizistan, Rûsya û Tacikistan gihîştin Lûtkeya salvegera RPEK ya li Kremlînê. Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan jî tevî ku di 15’ê gulanê de li Erîvanê meşeke mixalefetê hat organîzekirin û îstifa wî tê xwestin hat Moskovayê. Bêyî beşdariya serokê hikûmeta Ermenistanê, lidarxistina civîna heyî dê bi pirsgirêk biba, ji ber ku niha serokatiya RPEK’ê Erîvan e.
Yek ji sedemên sereke ku rêberan biryar da ku li Moskowê bi rengek rûbirû bicivin, bêguman bi rewşa dijwar a li ser asta cîhanê ve girêdayî ye. Nakokiya li Ukraynayê û aktîvkirina NATO’yê ku ne tenê milê xwe yê rojhilat xurt dike û xwe ji berfirehbûneke din re amade dike, lê di heman demê de, wek mînak, dayîna çekan ji Kîevê re jî didomîne, argumaneke cidî ye ji bo nîqaşkirina rewşa navneteweyî. Bi ser de di RPEK’ê de di heman demê de şahiyek jî hebû: Îsal rêxistin 20’emîn salvegera damezrandina xwe pîroz dike. Di gulana 2002’yan de, li Moskowê biryar hate girtin ku “Peymana Taşkentê” ku di 1992’yan de hate îmzekirin, bibe rêxistineke dagirtî.
Di beşa vekirî ya lûtkeyê de hat dîtin ku çawa axaftvanan bi yekdengî li ser rola girîng a RPEK’ê ji bo herêmê axivîn, lê dîsa jî bûn du beş. Vladîmîr Pûtîn û Aleksandr Lûkaşenko bi awayekî vekîrî ji kiryarên welatên rojavayî û hewldanên wan ên ji bo parastina nîzama cîhanî ya yekdest aciz bûn, rêberên din hewl dane ku xwe ji “mijara Ukraynayê” û daxuyaniyên tund li hember dewletên Yekbûyî û hevalbendên wê dûr bixin. Serokên Kazakistan, Kirgizistan û Tacikistanê di serî de bal kişandin ser rewşa ne aram li Afganistanê û metirsiyên bi vî welatî re.
Lê dibe ku di beşa girtî ya civînê de, serokên welatan li ser nakokiyên mayî yên di navbera Tacikistan û Kirgizistanê de jî rawestiyan. Bişkek û Duşanbe bi salan e nikarin li ser xêzkirina sînor li hev bikin. Di encamê de dem bi dem di navbera leşkerên herdu komaran de şer û pevçûn diqewimin.
Sekreterê Giştî yê RPEK’ê Stanislav Zas ku erka bidestxistina encamên civîna Moskowê ket ser milên wî lê belê ji rojnamevanên amade re teqez kir ku ew ê nikaribin têkiliyên di navbera welatên endamên rêxistinê de qut bikin. Di heman demê de wî piştrast kir ku RPEK dixebite ku pergala bersivdayîna krîzê baştir bike.
Wek encam
Vladîmîr Pûtîn di Lûtkeya RPEK’ê de diyar kir ku bi giştî “pirsgirêk ji sifirê tên afirandin. Tevlîbûna Fînlandiya û Swêd a NATO’yê ji bo Rûsyayê talûkeyan avanake. Lê dîsa jî xuyabûna binesaziya leşkerî ya hevpeymaniyê li ser axa van welatan dê bibe sedema berteka Moskowê. Pûtîn her wiha behsa tevgera leşkerî-biyolojîk a Amerîkayê li qada piştî Sovyetê kir û diyar kir ku taybet li Kafkasya û Asya Navîn Ewropayê hewldanên gurkirina pevçûnan berdewam bikin û pêwîste hemû hişyar bibin.
Vladimir Pûtîn hevkarên xwe ji bo pêşveçûna operasyona taybet a li Ukraynayê jî agahdar kir. Lê wî biryar da ku vê yekê bêyî amadebûna kamerayan bike. Sekreterê giştî yê RPEK’ê Stanislav Zas agahdar kir ku mijara beşdarbûna RPEK’ê di operasyona taybet de nehatiye gotûbêjkirin.
Li Kremlînê Vladîmîr Pûtîn her wiha bi rêberên mêvan re bi awayekî ferdî jî civiya.