Rihê jinên şoreşger/têkoşer Aysel Dogan, weke ava pak-zelal bû; esîl, mîna rehe dara çinarî bû. Ew gula kurdistanî, evîndara Çemê Zê, bedewiya Dersîmî bû.
Aysel Dogan, di rêya têkoşîna xwegihandina xisleta jinên azad de, rêya dirêj a heqîqetê hilbijart. Di vê rêya dûr û dirêj de, têkoşîna xwe avakirina nasnameya kurda/ê azad e bêdudilî meşiya. İsrara wê ya azadiyê tu carî kêm nebû, daxwaza wê ya têkoşînê di her şert û mercî de bilind bû. Li dijî azadiya takekesî, bi karwanê rêya heqîqetê re xwe gihand rastiya dîroka civakbûna xwe. Ji bo Aysel Dogan, civakbûyîn, azadî bû, kesayeteke kamil bû.
Di jiyana xwe de bi plan û xwedî hedef bû, her tevgereke wê bi armanc bû. Aysel Dogan, ji xebat-lebatê hêz digirt. Ji bo wê mezinbûn, xweydana kedê bû, ew mijulî avakara jiyanê bû.
Di gotin, sekin û tevlibûna xwe de mîna ava Zê bû. Şikl û cewhera wê yek bû. Aysel Dogan, jinek lihevhatî; zana, xwedî ezmûnên dîroka dûr bû. Dizanî ezmûnên xwe bi rêhevalên xwe re parve bike. Biryara wê ya têkoşînê, li pêş her tiştî bû. Di gotin û pratîka xwe de çêkerbû. Jinêk ji xwe bawer û gelek şerker bû. Li pey gotinên xwe bû. Ji ezmûnên bav û dapîran ên êş û azarên rabûrduya Dersîmê, li hember pergala mêtînger /qirker bi hers û kîn bû…
Li hemû qadên têkoşînê, herîkî jiyanê. Tu carî ne got; ‘ bila kar û xebat bê ber deste min’, ew bi xwe çû, kar dît û têkoşîn meşand. Di xebatê de mîna bablîsokê bi lêz bû. Di bin her şert û mercî de binemaliya xebatê ava dikir. Betalî tu carî ji bo xwe qebûl nekir; jiyana wê xebat bû. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan, ne digot; ‘bila jin bên ber deriyê mala min.’ Aysel Dogan, bi hewldanên cur bi cur, ji bo ku meseleyên jinan guhdar bike û ji pirsgirêkên wan re çareseriyê peyda bike, ked raber dikir. Baweriya wê bi hêza jinan ya guhertin û veguhertinê hebû. Aysel Dogan di rêya têkoşîne de, ji bo jinên şoreşger, navenda şêwra hêviyê bû; jin, li dora ked û zanabûna wê dicivîn. Giringî dida hêza yekitiya neteweyî ya kurd.
Aysel Dogan; bi mirovên ji her bîr û baweriyê re hevalbendî dikir. Bi serhilderiya xwe ya li dijî zaliman dihat nasîn. Xwe nêzî feqîr-xizanan didît. Rêhevaltiya rêya heqîqetê dikir. Li hember hemû neheqiyan şer dikir, yek ji parêzvana nirxê çanda civaka xwe bû. Ji bedewiya xwezî ya çiyayê welatê xwe û asaleta jinên çiyayî gelek hes dikir. Ew çinareke antîk a dêrsimî bû.
Mirovên şoreşger li ked û mîrasa tarîxa xwe haydar in. Ked li ba wan daneheveke pîroz e! Ayselê, yek ji wan jinên şoreşger a ku xwedî kedeke pîroz bû. Fikr û ruhê wê ked bû.
Aysel Dogan serkeftina şoreşa Kurdistanê, di azadkirina jinan de didît. Di zindanên pergala mêtînger de nexweşiya penceşêrê lê peyda bibû. Naskirina min û wê li zindanê çêbû. Ez ji xisleta wê pir tişt fêrbûm. Ji bo hevalên ku em bi hev re di heman qawuşê de diman, rola ocaxa sebre lîst, hêza moral, motîvasyon, darika me ya ezmûne bû. Ne gazinkar, rexnegir bû. Bi xîret bû, kes ji me bi xireta wê re ne digiha. Bi lez bû. Yek ji teybetmendiyên Aysel Dogan, rika wê ya têkoşînê bû ku, bîra min vegirtiye.
Aysel Dogan timî qala têkoşîna li Kurdistanê dikir û got, ‘eger ku îro dagirker li Kurdistanê bi rehetî talana xweza û komkujiyan li ser gelê me pêktîne, ne ji xurtbûna mêtîngeriyê ye, ji kêmasiyên me hêz digre.’
Aysel Dogan heyanî kêliya xwe ya dawiyê jî, hemû enerjiya xwe ji bo têkoşîna azadiyê şixuland. Tev li tevahî qadên xebatê de bû. Xeyelên wê pêkanîna Kurdistana azad û aşîtiyeke bi rûmet bû. Di her kêliya jiyanê de, azadî hîs dikir. Azadiya kurd û Kurdistanê, di misogeriya azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan de, pênase dikir. Di jiyanê de kêliyek nedima ku qala tecrîde ne dikir. Ji hêrsa wê hêvî û baweriya paşarojê dibarî.
Belê rêheval Aysel, tu qet xema nexwe, em ê heta azadiya Kurdistanê têkoşîna xwe bidomînin. Mizgîniya serfiraziyê nêze! Oxir be rêhevala Rojê; bi xatirê te, ma bi xêr, xatirê to…