12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îran dixwaze li Sûriyeyê şûna Rûsyayê bigire

Qralê Urdunê Abdulah El Sanî di hevpeyvîneke xwe ya malpera Al Arabiya de, der barê rewşa Sûriyeyê de diyar kir ku hebûna hêzên Rûsyayê li başûrê Sûriyeyê ji alî ewlehiyê ve roleke girîng dilîst. El Sanî di berdewama axaftina xwe anî ziman ku Rûsyayê bi şerê Ukraynayê daketiye û Îranê dixwaze sûdê ji vê yekê bigire û xwe li şûna hêzên Rûsyayê bicih bike. Qral Abdulah da zanîn ku kordînasyonek di navbera welatên ereb de heye ku bêyî Amerîkayê, çarseriyekê ji pirsgirêkên herêmê re bibînin.

Balkêşe ku ev daxuyaniyên Qral Abdulah piştî nûçe û raporên derbarê hewldanên Îranê ên kontrolkirina deverên berfireh li Sûriyeyê, hatin dayîn.  Îranê di warê leşkerî de dixwaze li Sûriyeyê herêmên di bin destê xwe de berfirehtir bike. Li gorî agahiyên Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê di meha nîsanê de hin komên alîgirên Rûsyayê xwe ji derdora Humsê vekişandin û milîsên alîgirên Îranê li şûna wan bicih bûn.

Wiha xuyaye ku mijûlbûna Rûsyayê ya bi şerê Ukraynayê ve hiştiye ku dest ji hin cihên di bin kontrola xwe de berde, ji bo ku valebûnek di wan deveran de çênebe ew radestî hêzên rejîma Sûriye û komên alîgirên Îranê kiriye.