Li herêma Kurdistanê tevî dahateke zêde jî, mûçeyê karmendan nayê belavkirin. Nerazîbûnên li dijî nedana mûçeyan dewam dikin.
Karmend û mamostayên zanîngeha Silêmaniyê ji ber nedan û paşxistina mûçeyan li ber deriyê kevin yê zanîngeha Silêmaniyê kom bûn û daxwaza mafê xwe kirin.
Mamosta û karmend dibêjin divê meh mûçeyê wan li wan were belavkirin, ji ber rewşa wan her ku diçe xirabtir dibe.
Mamosta û karmendan diyar kirin ku ew niha li kampa zanîngeha kevin in, naçin ser kar û ji ber boykotê jî ezmûnên xwendevanan hatin paşdexistin.