13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pevçûnan dest pê kir hikûmeta demkî ji Trablusê derket

Roja duşemê 16 Gulanê  hikûmeta demikî ya Lîbyayê ya bi serokatiya Fethî Başaga bi daxuyaniyekê ragihandibû ku ew derbasî paytexta Lîbaya Trablusê bûne û êdî dê ji wir peywîra xwe berdewam bikin. Lê rojek di ser re derbas nebû şer û pevçûnên di navbera aliyên siyasî ên Lîbyayê de hişt ku ew îro ji Trablusê derkevin.

Hikûmeta Başaga bi daxuyaniyekê ragihand ku Fethî Başaga tevî çend endamên hikûmeta xwe îro ji Trablusê derketine. Di daxuyaniyê de tê gotin ku ew ji bo pêşî li rijandina xwînê bigirin ev biryar dane.  Komeke çekdarên girêdayî hikûmeta Abdulhemîd Dubeybe yê ku dema desthilata wî bi dawî bûye û dest ji kar bernade, êrîşî çekdarên alîgirên hikûmeta Başaga kirine û di navbera herdu aliyan de şer derketiye.

Başaga bi konvoyeke leşkerî ya girêdayî Wezareta Karên Parastinê ya hikûmeta nû ji Trablusê derket.

Dubeybe bi hatina Başaga ya Trablusê re kontrola bajêr xistibû destê balafirên bêmirov  û hemû tevgerên çekdar ji alî wan balafiran ve dihate şopandin.

Tevî hemû hewldanên navnetewî serokê hikûmeta demikî ya berê Abdulhemîd Dubeybe hêjî hikûmeta nû ya Başaga ku ji alî parlamentoya Lîbayayê ve hatibû peywirdakirin, nepejirandiye. Dubeybe li Trablusê ye û destpêkirina hikûmeta nû ya Başaga bi rêya hêzên çekdar ên girêdayî xwe ve asteng dike.  Fethî Başaga jî gelek caran dubare dike ku ew dixwaze bi rêyên aştiyane hikûmetê dewr bigire û nebe sedema rijandina xwîna gelê Lîbayayê.