Di gerdûna biserûber de hemû tişt û hêmanên ku hene xwezayî ne. Li ser rûyê erdê jî du hêmanên bingehîn hene; hêmanên xwezayî û hêmanên çêkirî.
Hêmanên xwezayî, xwe bi xwe hatine/tên afirandin ango ji berê de hene. Hêmanên çêkirî bi destê mirovan ango ji hêla mirovan ve pêk tên. Bi vegotineke din; çi tiştên ku hene yên derexwezayî hemû ber berhemên mirovan in û ji hêla mirovan ve hatine/tên çêkirin.
Tekane avakar, hilberîner û dahênerê sazî, pergal û damezrînerên ser rûyê erdê, mirov e. Mirov her tiştî bi destê xwe ava dike; bi destê xwe diaprêze û dîsa bi destê xwe xira dike. Bi vegotineke din; mirov hem afirînerê berhemên xwe; hem jî bende û derdestê berhemên xwe û hem jî têkbir û rûxînerê berhemên xwe ye.
Ji pergala aboriyê bigirin heta pergala raboriyê (siyasetê); ji pergala tenduristiyê bigirin heta pergala perwerdehiyê hemû sazî, dezgeh û mezrîngeyên ku hene, ji hêla mirovan ve tên birêvebirin. Ev pergalên ku tên birêvebirin jî her gav ne li gor feyde û pêdiviyên mirovahiyê; li gor berjewendiyên çend kesên hêzdar, serwer û desthilatdar tên birêvebirin. Pergala perwerdehiyê jî di nav de hemû pergalên ku bi destê mirovan tên avakirin, li tevahiya dinayayê li gor vê ferasetê tên birêvebirin. Şert û mercên hin welat û civakan biguherin jî, armanc û mebesta avakarên vê pergalê qet naguhere.
Perwerdehî, parçeyekî jiyana mirovan e. Bê perwerdehî ne tu kes û ne jî ti civak nikare xwe li ser piyan bigire. Ji bo wê hêz û kesên desthilatdar pêşî dest diavêjin pergala perwerdehiyê û wê li gor berjewendiyên xwe diedilînin. Bi giştî li hemû deverên cîhanê, bi taybetî li welat û civakên paşmayî û bindest de pergala perwerdehiyê ne ji bo aramiya mirovahiyê, ji bo berjewendiyên hêzên serdest û pergala wan a ramyarî û aboriyê tê avakirin. Armanca pergala perwerdehiya cîhanê ya bingehîn ne aramî, yeksanî û geşedaniya mirovahiyê ye. Lewre parastina xwezayê, aştiya cîhanê û aramiya mirovahiyê esas nagire. Berevajiyê wê, her mirov bê haya xwe wekî hêmaneke vê pergalê tê perwerdekirin û xebitandin. Di pergaleke wisa de mirov û nirxên mirovahiyê dernakevin pêş. Li kîjan devera cîhanê û di jiyana kîjan civat, civak û neteweyê de dibe bila bibe, zarokên ku dikevin dawa diya xwe pêşî dikevin paxila vê pergalê û li gor vê mexsed û armancê perwerde dibin.
Sermiyandariya ku di her dem û serdemê de xwe wekî xwedayê hemû mirovan dide ferzkirin, îro ro bi navê kapîtalîzmê derketiye holê û wekî heştpêyekî heftserî tevahiya cîhanê daye ber xwe û jiyana mirovahiyê dagir kiriye. Pergala kapîtalîzma hoveber a ku îro bi destê mirovan hatiye avakirin bi hemû tundîtiya xwe armanc, feraset û hişmendiyeke deremirovî li ser her mirovî/ê dide ferzkirin. Siûd û şensê tu kesî/ê nîn e ku xwe li derveyê vê pergalê bigire û hebûna xwe bikudîne. Her mirov neçar e ku li gor berjewendiyên vê pergalê tev bi gere. Û dîsa her mirov bêgav e ku zarokên xwe li gor vê pergalê perwerde bike û di çerxa vê pergalê de bihecinîne. Dê û bav, mamoste, xwendekar û perwerdekarên vê dinyayê hemû bê haya xwe bûne neçar û derdestê vê pergala perwerdehiyê û wekî hêmanên pergala cîhanê ya ku ji hêla hêzên serdest ve tê birevebirin ve tên xebitandin.
Em werin ser hêvî û daxwazên mirovan. Hêvî û daxwazên mirovan jî li gorî şert û mercên jiyanê û hêza aborî pêk tên. Hêzên desthilatdar, bi saya pergala perwerdehiyê pêşî mirovan dişibînin hevdû û peyre dişibînin xwe. Dikin ku hemû mirov hem di nav pêşbazî û pozberiyê de bin. Armanca sereke mirovên ku di nav çerxa vê pergalê de dizivirin, serketin e. Qencî, başî û dilpakî ne mebest e. Wisa bûye ku her mirov hem di qada jiyanê de û hem di karê xwe de bi ser bikevin û çi ji destê wan bê texsîr nekin. Rewşa wan a aborî zêde ne baş be jî, xwe tî û birçî dihêlin û ji bo serketinê hemû derfetên xwe bi kar tînin. Lewre hêvî û daxwaza wan ew e ku ji bo serketinê têbikoşin; ne ji bo qenciyê.
Ji ber ku hêvî û daxwaza mirovan her car kar û xebateke bêdeman û serketin e; sinc, feraset, têkilî, pîşe û kesyetî ew qas girîng nayê dîtin. Mirov tenê serketinê bingeh digirin. Ji sibehê heta êvarî li ser hêleke jiyanê serê xwe diêşînin û hemû bal, wize û vejena (enerjiya) xwe didin ser wî karî. Têkiliyên wan ên civakî jî ne xurt in. Ji malê dernakevin; an li ser karê xwe hûr dibin an jî wekî hespên bezê di hemû qadên jiyanê de di nav pêşbazî û rikberiyê de ne. Hunera bedewkar, werzîş, lîstik û çalakiyên civakî zêde wan eleqedar nake. Heke bi tiştekî wisa re eleqedar bibin jî, dîsa bi mebesta serkeftinê di nav pêşbirk û berberiyê de ne.
Her çendî ku serketin wekî encameke baş were dîtin jî, ew her gav ne tiştekî erênî ye. Lewre mirov dikarin di karên xirab de jî bi ser bikevin. Divê hêvî û daxwaza mirovan ji serketinê bêtir kesayetiyeke saxlem, hişmendiyeke erênî, liv û bizavên sûdewar û sinc û exlaqekî baş be.
Ligel hemû neyîniyan, her tişt dijberê xwe di xwe de dihewîne. Her pozber, rikber û têkbirê pozbirê xwe ye jî. Dîsa tiştê ku vê pergalê têk bibe û li pergaleke mirovane dagerîne, dîsa hêza perwerdehiyê ye. Pegala aborî, ramyarî û hemû pergalên rêvberiyê jî bi saya perwerdehiyê diguherin û tên guhertin. Ev ne tiştekî bêmikûn e. Li ser rûyê erdê her tişt bi destê mirovan diguhere û dibe ku her pergaleke neyînî jî dîsa bi destê mirovan li pegaleke erênî dagere. Belê ji bo guhertinê pêdivî bi destpêkê heye. Destpêk. Pêlika serketinê ya sereke ye. Destpêk xala herî girînga a serketinê ye. Ji bo ku mirov di karekî de bi ser bikeve divê pêşî dest bi wî karî bike. Dibe ku destpêkirin û berdewamakirin jî her gav mirov ber bi serketinê ve neke. Belê dîsa jî bêyî destpêkê serketin tu car pêkan nabe.
Destpêkirin biryar e. Serketin encam e. Armanc serketin be, biryar dibe destpêkirin. A ku mirov radigihîne serketinê jî dîsa biryar e. Dibe ku encam jî her gav ne serketin be. Lewre serketin encama karê ku baş tê kirin e. Karê baş/qenc jî tiştekî din e. Kirina karê baş bi serê xwe dilpakî ye. Dilpakî mertebeya herî berz û bilind e. Encama karê baş, serketin û destketin e; belê encama karê xirab têkçûn û binketin e. Mirov çi karî dike bila bike, divê karekî baş bike. An jî karê ku dike baş bike. Encama karê baş û karê xirab mijareke din e. Dibe ku mirovek di karekî pir baş de jî têk biçe û berevajiyê wê, mirovek jî di karekî xirab de baş bi ser bikeve. A rastir ew e ku û mirov karê baş bike û di wî karê baş de jî bi ser bikeve. Lewre ji karê baş sûd û feyde, belê ji karê xirab zerar û ziyan hasil dibe.
Divê baş bête zanîn ku serketin jî her gav ne başî ye. Başî bi serê xwe tiştekî din e. Lewre mirov di xirabiyê de jî bi ser dikevin. Ew ên ku xirabiyê dikin jî pir serketî ne belê ne baş in. Pirsgirêka mirovahiyê ya herî mezin yek jê jî serketina ne ji bo başiyê; ya ji bo xirabiyê ye. Ango serketin encam e; her gav ne başî/qencî ye.