Çiya ser piyan e; yên ku ji dûr tên dibêjin ‘em in, ên raqîb û berberî ew çiyan e.’ Belê ew war e, lê belê ne ew bihar e, kurd êdî ne kurdên zamanê berê ne.
Rewş diyar e, plan berfireh û xeteriya li ser axa Kurdistanê ji hêla her kesî ve tê zanîn. Hêzên serdest hesabên xwe yên derbarê hevsengiya erdîngeriya Rojhilata Navîn de, li ser esasê kûrkirina aloziyên heyî gurkirina şerek herêmî ye. Kulmek-çengek serdestê dinyayê, sînorên siyaseta xwe bi belavkirina stratejiya şer ji bo xwe xilasî dibînin. Mejûyê ku paradîgmaya kapîtalîst bi rê ve dibe, bi pêşxistina stratejiya şerê cîhanê hewl didin ku xwe ji qrîzên heyî yên aborî, siyasî û bînyatî rizgar bikin. Bala xwe bidin pêwendiyên di navbera dewletan de, tev li ser rageşî-stratejiya gurkirina şer pêk tê. Di vê demê de pêdiviya desthilatdarên cîhanê, bi mezinkirina şer heye…
Jixwe di rewşa niha de şerê herî mezin ê qirkirinê li ser xaka bi xêr û bereket a welatê kurdan tê meşandin. Dagirkeran çav berdane hemû xêr û bereketa Kurdistanê. Xeteriya ku îro li ser hebûna gelê kurd û Kurdistanê tê plankirin, ji ya şerê cîhanê yê yekemîn xeternaktir û berfirehtir tê birêvebirin. Di şerê cîhanê yê yekemîn de welatê kurdan di nav çar netewe-dewletan de kirin çar parçe û li gorî berjewendiyên yek “netewe” sînorên siyasî hatin xêzkirin. Yek ji sedemên herî bingehîn ê parçekirina Kurdistanê, bêhêzbûn û hevnegirtina kurdan bû. Kurd ne yekgirtîbûn û hêza wan kêm bû; yên ku zana û xwedî hêzbûn jî, bûne qurbanê berjewendiyên çîna serdest.
Di sedsala 20’an de neku hêza kurdan tunebû, rêxistina wan mîna boxçika pînekirî bû. Ji hundir de hêza wê parçekirî bû. Kurdan, ew dem hêza xwe ji bona serxwebûn û azadiya welat bi kar neanîn. Ji bo xelkê mezaxt in. Şert û mercên heyî nehatin şixulandin. Ji bo pêkanîna yekitiya neteweyî, bêpêşeng bûn.
Ê dema ku em navbera sedsala 20’an û sedsala 21’emîn de muqayese bikin, gelê kurd îro gelek destkeftiyên mezin bi dest xistine; di avakirina ruhê neteweyî de bi pêş de çûye. Hêza xwe ya cewherî ya parastina rewa mezin kiriye, bi avakirina pergala xweseriya demokratîk re, bîr û baweriya ji azadiyê xwe bi rêxistin kiriye. Derfetên îro ji bo serxwebûn û azadiyê di destê kurdan de heye, ger ku rast bêne şixulandin dikare êrîşên dagirkeriyê yên li ser Kurdistanê vala bêne derxistin.
Şerê li ser Kurdistanê tê meşandin, bi armanca tunekirina tevahî kurdan hatiye plankirin. Gelemperiya kurdan di ferq û zanebûna vê xeteriyê de ye. Lê hejmarek kêm be jî, hinek kurdên ku naxwazin vê xeterî û rastiyê bibînin jî hene. Di hevkariya dagirkeran de micîd tev digerin. Serkeşiya vê xiyanetê jî, xanedana Barzaniyan dike. Gelê kurd li hemberî vê polîtîkaya mala Barzaniyan ku xizmetî neteweya kurd nake, bi hêrs e.
Eger ku ruhê welatperweriyê ligel xanedana Barzaniyan hebûya, ew ê ne di bin per û baskên dagirkerên Kurdistanê de bijiyana. Ger ku misqalek hestên neteweyî li ba PDK’ê hebûya, wê destûra avakirina 40 baregehên artêşa tirk ên li herêma Behdînan nedana. Ev baregeh bi armanca dagirkirina axa başûrê Kurdistanê hatine avakirin. Gotineke Mele Mistefa Barzanî hebû ku digot; “Em bêyî tirkan nikarin bibin dewlet, ji bo bibin hêz me pişta xwe daye tirkan.” Malbata Barzaniyan her pişta xwe dane dewletên mêtingerên Kurdistanê. Tu derdê wan ê Kurdistana azad tune ye; lebat û merema Barzaniyan her îktîdar bin û pereyên wan pir bin.
Mêtingeriya tirk, PDK’ê ji bo berjiwendiyên planên xwe yên dagirkeriyê bi kar tîne û êrîş dibe ser nirxên neteweyî ku bi berdelên giranbuha hatine afrandin. Binemaliya vê malbatê, li ser dijberiya berjewendiyên gelan ava bûye. Em ji dîroka xwe dizanin, neyarên kurdan timî xwestine ku kurd bi kurd re şer bike. Dan û standinên PDK’ê yên ligel hêzên dagirker, bi tu awayî xizmeta gelê kurd nake. Berovajî vê yekê hewl dide dagirkeriyê bihêz û rewa nîşan bide. Vê malbatê ne di dîroka Kurdistanê de, ne jî di roja me de, nexwestiye yekitiya kurdan pêk be. Timî li dijî yekitiya neteweyî xebitî. Tu niyeta PDK’ê ya ku yekitiya neteweyî ava bike nîn e. Xanedana Barzaniyan, her bi rola dubendiyê rabû.
Dewleta tirk ji bo ku şerê dagirkeriyê yê li ser Kurdistanê rewa nîşan bide, rêze senaryoyên ji derewan ji dinyayê re rêz dike. Stratejiya şerê ku li dijî kurdan dide meşandin, bi derewan hewl dide bi herkesî bide bawerkirin ku ew şerê ‘terorê’ dike. Artêşa dewleta tirk bi tevgera dagirkirinê ya ser başûrê welat, bi sedan caran çekên qedexe yên “kîmyewî” şixulandin. Ji van êrîşan jî diyar e ku rejîma nîjatperest a dewleta tirk di planên qirkirina etnîkî ya ser gelê kurd, çendî hov-çavsor bûye. Pir aliyên vê konseptê hene, armanc jî tunekirina hebûna gelê kurd e! Li hemberî vê konsepta tunekirinê, gelê kurd ji her demê zêdetir çepera xeleka parastina nirxên neteweyî ya li dijî êrîşên hêzên mêtinger ku bi plana qirkirine tê meşandin, fireh dike. Çepera parastina axa Kurdistanê, ji çar hêlên sînorên welat derbas bûye, ber bi welatên cîhanê ve dimeşe. Ev çeper wê bi têkoşînê qayîm bibe. Divê “eniya berevaniyê ya Kurdistanê” bê birêxistin kirin. Divê her Kurdekî/ê ku bi zanebûna nirxên neteweyî dijî, di ruhê xwe de çepera parastina cewherî ava bike! Her avakirina çeperek nû ya parastinê wê dîwarê parastina nirxên kurdan zexim bike û êrîşên qirkirinê pûç bike.