19 ÇILE 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Em şîv in hûn paşîv in

Hesen Harranî

Min dixwest di van rojan de ji xwe re hemhalî û têkilîya  cîhana xwe ya hundirîn û welat û miletê xwe di nava pergala wêje û helbestê de binexşanda û rûberûyê şopevan û xwînerên xwe bikira. Lê şert û mercên em têde ne mixabin ev derfet nade min. Lê mixabin ev pêkan nabe û me dihêwirîne ser kar û barê nebaş ku li welatê me rûdidin me hemiyan  mişkulê dikin.  Me dikişînin ser bala têkilî û şerê navbeyna Kurdistaniyan.

Di ayendeya siyasî û civakî de di nava gelekî de yên  îxanetkar jî û berxwedêr jî ji heman miletî tên hesibandin. Eger em çiqasî yên îxanetkar ne kurd û dij kurd bihesibînin jî, di qeyd û tomariya dîrokê de her û her dîsa ji wî miletî tên zanin û tên bibîrkirin.

Ji ber vê yekê şûna em bi hest û xwesteka xwe ya hestiyarî yekî ne kurd yê din jî herî kurdewar bihesibînin û binivîsînin, em ê herdu aliyan li gorî rastiyê kurd bibînin û wiha pêde herin. Ya rast jî ev e.

Li vir kar û mebesta me ya rastîn ew e ku em rol û cihê aliyên siyasetê bibînin. Kî bi kar û barê xwe û bi siyaseta xwe çi dide kurdan û distîne bi mêzîna ûjdanê bînin ziman.

Heqîqeta siyaset û siyasetvanan di sekin û nêzîkatiya wan a  li hemberî dijminê miletê wî de diyar dibe. Navê ew hêza sîyasî çi dibe bila bibe qet muhîm nîne. Li vê derê kar û armanca min qet û qet alîgiriya partiyek û dijayetiya partiyekî din nîne. Heqîqet çiye û divê çibe dixwazim wî bînim ziman.

Mijara me serdehatina dewleta tirk a bi ser kurdan û Kurdistandê ye. Û ev dewlet mebest û siyaseta wî, armancên wî yên demdirêjî li ser kurd û Kurdistanê çiye dixwazim viya bi kurtasî bînim ziman. Xeletî û xwexapandineke wek nexweşiyek ontolojîk li ser me kurdan heye,  Wekî herkes dibêje, divê ez jî vê yekê dubare bikim.

Ev nexweşî ev e ku aliyekî kurd  ji bo bekaya xwe ya berjewendiya aborî û bazirganî an jî ji bo hebûna xwe ya serkirdayetiya herêmî  bi dijminê xwe re dibe yek û ew aliyê  kurd ê din têkdibe. Ew aliyê kurd ji bo hebûna xwe ya sînorteng ji pêşiya xwe radike û paşê ew jî ji ber ku lewaz dibe, ji hêla dijminê xwe ve bi hêsanî dibe paşîva şevê. Ev rewş di dîroka Kurdistanê de herdem dubare bûye û mixabin îro jî dîsa di meriyetê de ye. Û tu caran jî dersek û îbretek jî jê nehatîye girtin.

Pêşî dixwazim vê yekê bînim ziman. Mebest û armancên dewleta tirk li ser herêmê çine û dixwaze bigihêje ku?

Her kurdekî xwedî aqil û raman ger baş li ser tevger û peyamên tirkan hûr binêre wê bibîne ku armanca tirkan li ser axa rojhilata navîn û hemî Kurdistanê dixwaze bibe hakim. Dixwaze bibe hakimê hemî rojhilata navîn û bi vê hemleyê gava armanca xwe ya dewletmezinîya xwe ya cîhanî bikar bîne. Ev jî Osmanîya Nû ye. Ji bo vê yekê li gelek deverên Kurdistanê di nava hewldanan de ye. Hinek aliyên kurd mixabin di nava ev kar û barê dewleta tirk de ji bo kurdan jî cihekî dihesibînin an jî ji wan re li pişt perdeyê wiha tê gotin û ew jî bi vê yekê bawer dikin. Ger li pişt perdeyê ev  tê gotin jî binê vîya qelse û tu emareyên vê heqîqetê di meriyetê de nîne. Divê ev baş bê zanîn.

Çima nîne?

Ji bo vê yekê her daneyên siyasî û cîvakî, kulturî û aborî li dij vê rastiyê dişixule. Zimanê kurdî ne bi yasayî qebûl e, qedexeyên li ser hêlên kurdewar berdewam e. Tu gavavêtinek ji bo muzekere û nîqaş li ser çareserkira kêşeya kurd û Kurdistanê nîne. Diçe kîjan deverên  Kurdistanê avahiyên înkar û bişavtinê yên sereke wekî dibistanên tirkî û leşkerî ava dike û rê li pêşîya kurdayetiyê digire û bingehî xebat û tevgerên tirkbûnê bicih dike.

Em viya herî baş û zelal li Efrîn û başûrê Kurdistan dibînin.

Îro li başûrê Kurdistan deverên ku tirk di warê aborî û bazirganî de bi bandorin û di warê leşkerî de jî bicihbûne bi lez û bez dibistanên Tirkî vedikin û bi stendin û kirîna hinek malbatan zarokên van malbatan dikişînin van dibistanan û li wir wan bi gorî hişmendîya tirkbûnê perwerde dikin. Tovê tirkbunê bi vî awayî li van deveran davêjin.

Ez şaş û heyîrî dimînim ku hêna jî gelek kurdên ku qaşo xwe kurdewar û Kurdistanperest dibînin vê rastîyê nabînin û tewra vê konseptê ji bo kurdan tiştekî baş dibînin û alîgirîya xwe jêre eyan dikin.

Îro hêl û cenahên kurdan ku sîyaset dikin û jibo kurd û Kurdistanê xwe xwedî teserif dibînin  mixabin bi awayekî xeflet ketine vê defika fetisandina kurd û Kurdistanê.

Ez bi dengekî bilind dibêjim, ez hêlên sîyasetê navê wan çi dibe bila bibe; bihêlin tevli vê konseptê bibin, li hember deng û bêlebatmayîna wan bixwe ji bo paşeroja Kurdistanê bêtalihêyekî mezin dibînim. Ez fam nakim van derdor û organên ku sîyasetê dikin. Ez alîgirî û piştgiriya wan a ji bo vê konsepta dewleta tirk tu cara fam nakim. Ez nizanim ev derdor û aliyên siyasî çawa bi vê konseptê bawer dikin. Gelopiştî biserketina vê konseptê dê van aliyan çiqas bi kurdayetî û bexşandina Kurdistanê kêfxweş bike? Ji bo bûyina vê soz û weadê çi garantorî û daneyên normên navnetewî hene ku kurd pê bigirin û bi wî li ser pêkanîna meslehetên xwe bikaribin bisekinin.

Biborînin ji bo pêkhatina tiştekî wiha tu dane û tu garantiyek ez nabînim û tine jî.  Beravajiyê vê rastîyê her tişt ji bo îspatkirina bicîhnehatina van teahudan heye. Ez ji bo siyastên Başûr dibêjim. Dijminatiya min bi we re nîne. Lê min îqna bikin. Ji bo hûn li hemberî birayên xwe yên din piştgirî bidin dijminê welat û miletê xwe. Hûn li holê çi garantî û çi teahudê di bin ewlehiya norm û yasayên navnetewî de dibînin?

Bazirganî û aboriya qaçax ku di nav zagonên tahkîmata navnetewî de tu ewlehî û danasînên wî nîne hûn bi tirkan re dikin çiqas ev ji bo hebûna we dikare bibe garantor?

Her gava ku ew li ser axa Kurdistanê diavêjin û lingê wan li wir bicih dibe, piştî wê hûn nabînin ku li wir çi kar û xebatên paşeroja xwe dikin? Û hûn nabînin ku ew bingehavêtinên wan di warê tirkkirina herêm û guhertina demografiyan de ji bo kurd û Kurdistanê di demên pêş de çiqas xeterî çêdike?

Divê sîyaseta Kurdistana Başûr vê rastîyê bibîne. Kurdistan û paşeroja Kurdistanê nabe qurbana bazirganiyên demkî  û malbatî! Nabe! Nikare bibe!

Ger her kurd serdehatinên tirkan wekî dagirkirina demdirêj a welatê kurdan hemî nebînin ev xefletekî zor giran û xetere. Hebûna kurdan di vir de di xetereya tinekirinêdeye. Divê her kurd vê rastîyê bibîne.

Ger îro tevgera kurd ya Bakur bêşikandin piştî wî ti garantîya hebûna Başûr û Rojava namîne. Divê her kurd vê yekê baş bibîne û têbigihêje. Berjewendîyên bazirganî û malbatî divê riya çûyîna paşeroja kurd û Kurdistanê şaş neke avarê neke, tar û mar neke. Her tişt tê qebûlkirin û efûkirin lê mixabin tiştên ji bo berjewendîyên ku xisar bide doza netewî û Kurdistanî nayê efûkirin û wê helbet cezayê xwe bibîne. Vîya kî bike bila bike yê bike jî kî dibe bila bibe wê miqabilê wî biqewime.

Dema per û baskê mirov şîkîya şûn de tişta ti bikî namîne. Her hêzekî Kurd ji havudu re per û bask e. Kon û star e. Kîjan hêza Kurd jibo berjewendîyên xwe yên herêmî hêzekî din ya Kurdî ji xwe re xeter bibîne û jibo ji holêrakirina wê bi dijminê xwe re bibe yek û pê re tevbigere ev îxanet e. Lanet e. Xwîna ciwan û zarokên Kurdan qet û qet divê bi vî awayî neyê rijandin. Ev heram e gunehe û lanet e.

Siyaseta Başûr bi tu awayekî nikare min îqna bike ku ev sekin û tevgera wan kurdewariye û nakeve rêza pîvanên îxanetê. Na ne mimkune. Çima? Lewre armanc û mebesta dijminê te li holê ye. Hemî mebest û armancên wî bidestxistina petrol û çavkaniyên te yên bin erdê ne. Li wir gaz û petrol dîtine û hûn jî baş vê yekê dizanin û we bi wan re di vî warî de hevpeymanên bi dizî jî kirine. Armanca tirkan ne qendîl e, bidedtxistina gaz û petrola qendîlê ye. PKK ji bo gihaştina vê armanca xwe asteng dibîne û ji bo ji holêrakirina wî we digire aliyê xwe û dixwaze bi destê we birayê we bikuje û ji holê rake.

Em bêjin we ev kar ji wan re kir û hûn bi hev re biserketin gelo piştî vê serkeftinê hûnê çiqas li piya bimînin?  Bawer bikin temenê we salekîye.

Wekî ku li Bakur dikin wê heman rê bidin pêşîya we jî. Wê du rê bidin pêşîya we. Riyeke li miqabilê kurdayetiyê ya aborî û baziraganiyê. Ya din jî tinebûna we, ji holêrakirina we. Riya vê yekê jî hêsane. Dek û dolabên tirkan pirin. Wê qulpekê ji we re bibînin, sûcekî çêkin û bidin destê dadê û wê we li îcaba we binêrin. Ma herdem ne wilo bûye!

Ji xwe li Bakur gelek malbat û derdor ji bo berjewendiyê bazirganî û aborî ji kurdbûna xwe feregat nekirine û nebûne amûrekî pergal înkar û tinekirina kurdan?

Li Bakur çerxa vê pergalê wiha digere

Yan tuyê ji kurdbûna xwe biborî û hemî îmkan û derfetên aborî û bazirganîyê bidin destê te. Yan jî wê dosyeyeke sûc bînin pêşiya te û berê te bidin zindanê. Pir pir wê li we jî wiha bikin. Yanê hûnê ji kurdbûn û kurdayetîya xwe biborin û hemî şirket û holdîngên aboriyê jî bikin bin destê we. De ka dema we ev pejirand û şûn de hûn bêjin ev bû çi? Ma îxanet ji xwe bi van amûran nayê kirin?

Dîsa dibêjim û dubare dibêjim. Welleh tirk piştî şikestina tevgera azadiyê tiştekî jî nadin we û wê hemî derfetên we jî ji destê we bigirin û pergala talan û çetetiyê li wir ava bikin. Li Efrîn çi kirine wê li wir jî heman tişt bikin. Ji bo vê yekê jî hemî amedekarîyên wan hene. Ev deh sal in belesebeb 30 hezar tirkmen li wir perwerde nakin. Biaqil bin û hişê xwe li serê xwe kom bikin. Ewqas.

Em şîv in hûn paşîv in birano!