13 Aralık, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hevserokê KNK’ê Karamûs: Firsendeke dîrokî ketiye destê me

Şerê ku û PDK’ê bi hevre li herêma Zap, Avaşîn û Metîna di 14’ê nîsanê de daye destpêkirin berdewam dike. Li gorî çavkaniyên herêmî çawişên pispor ji şer direvin. Rojnamegerên herêmê diyar dikin ku DAIŞ cilê peşmergeyan li xwe dikin û li dijî PKK’ê şer dikin. Li aliyê din heta niha di şer de bi sedan leşker hatin kuştin. Ji bo leşkerên kuştî û birîndar li herêma Şirnex û Colemêrgê nexweşxaneyên seyar hatine avakirin. Çavkaniyên herêmê diyar dikin ku cenazeyên leşkeran ji raya gişti vedişêrin. Di vê pêvajoya şerê ku li Zap, Metîna û Avaşînê dest pê kir de, hikûmeta Mustafa Kazimî jî êrîşî Şengalê kir. Xwest Şengalê vala bike. Lê gelê Şengalê ev plana Kazimî pûç kir.

Têkildarî şerê li başûr didome, Hevserokê KNK’ê Ahmed Karamus nirxandin kir. Karamûs anî ziman ku armanca şerê li herêmê hemû destkeftî û serkeftinên gelê kurd e û wiha got: “Operasyon û êrîşên dewleta tirk li dijî Başûrê Kurdistanê demek dirêj e didome. Êrîş bi hewayî û bejayî bi mebestên dagirkeriyê didomin. Lê êrîşa dawî pir berfireh e. Dewleta tirk armanc dike ku encamekê ji vê operasyonê bistîne. Sala par jî dewleta tirk li Werxelê, Zap, Avaşîn û Metina êrîş kiribû. Di van êrîşan de li dijî êrîşan berxwedanek behemba ya şervanên azadiyê pêş ket. Di wan êrîşên borî de dewleta tirk dixwest hêzên xwe bi cih bike. Lê hat ditin ku encam bi dest nexistin.”

‘Dewleta tirk ji şerê Ukrayna û Rûsyayê sûd wergirt û êrîşî başûr kir’

Karamûs, destnişan kir ku dewleta tirk ji şerê Rûsya û Ukraynayê sûr wergirt û êrîşî Başûr kir û wiha axivî: “Em vî şeri wekî şerê cîhanî pênase dikin. Di pêvajoya şerê Ukrayna Rûsayê de ku bala hemû dewletên cîhanê li ser wan e, Tirkiye di vê kaos û aloziyê de bi memesta berjewendiyên jeo-polîtik dixwaze ji firseta ketiye destê wê sûdê bigire. Dixwaze di bin siya şerê Rûsya  û Ukrayna de sûdê bigire.  Di vê pêvajoya ku dewleta tirk li Zap, Avaşîn û Metîna şer dike de, li aliyê din artêşa Iraqê êrîşî Şengalê dike. Ji beşek artêşa Iraq ku ji erebê sunnî pêk tê wan ji dest bi êrîşek bi vî rengî kiriye. Bi tang, top, balafirên şer êrîşî herêma Şengalê dikin. Dîwarên ku wekî rûreşiyekê ye ava dikin û dixwazin Şingalê dorpêç bikin û têxin zindanê.”

‘Hikûmeta Tirkiye, Iraq û PDK’ê bi hevre peyman çêkirine’

Hevserokê KNK’ê Ahmed Karamûs, destnîşan kir ku ev operasyonek taybet e û wiha berdewam kir: “Hikûmeta tirk, bi hevkariya hikûmeta Mustafa Kazimî û piştgiriya PDK’ê, di nava hevkariyeke berfireh de dest bi vê operasyonê kirine. Dixwazin encamê bigirin. Li gel êrîşên li ser Şengal û Başûrê Kurdistanê dewleta tirk hêzên xwe li ser sînorê Rojava jî bi  cih dike û amadekariyên dagirkeriya Rojava dike. Xuya ye ku dewleta tirk, hikûmeta Kazimî û hikûmeta PDK’ê bi hevre peymanek çêkirine. PDK ji gelek aliyan de piştgiriyekê dide dewleta tirk. Dîsa li hemberî êrîşên hikûmeta Kazimî ya li dijî Şengalê bêdeng e. Dixwazin destkeftî û rêveberiya xweser a Şengalê ji destê wan bigirin. Armanc ewe ku li Şengal, Rojhava û Başûr destkeftiyên gelê kurd ji holê rakin.”

‘Divê hemû kurdên xwedî wîcdan li dijî êrîşan bêdeng nemînin’

Hevserokê KNK’ê Karamus bang li hemû partî, rêxistin û gelê kurd kir ku li dijî van êrîşan helwestekê nîşan bidin û wiha lê zêde kir: “Ji ber van êrişên li dijî destkeftiyên gelê kurd wekî KNK’ê em bi erk û rola xwe dizanin.  Ji bo em vê rewşê li gel partiyên çar parçeyên Kurdistanê şirove bikin û metirsiya li ser destkeftiyên gelê kurd aşkerebikin û van êrîşan bi tu awayî qebûl nakin. Ev erk ne tenê ya partiyên çar parçeyên Kurdistanê ye.  Divê partî û rêxistinên ku tev li civîna KNK’ê bûn û nebûn hemû bi hevre li dijî vê talûkeya ku li ser destkeftiyên gelê kurt pêş dikeve helwestê nîşan bidin û van êrîşan qebûl nekin. Divê li hemberî vê talûkeyê helwestê bigirin. Divê her kes li qadên xwe nerazibûnên xwe bînin ziman.”

‘Li dijî şervanên azadiyê û gelê herêmê çekên kîmyewî bikar tînin’

Karamus bibîr xist ku dewleta tirk li dijî şervanên azadiyê û gelê herêmê çekên kîmyewî bikar tînin û wiha bang li hêzên navdewletî kir: “Disa banga me ji bo raya navdewletî bû.  Banga me ji bo Neteweyên Yekbûyî, NATO, Yekîtiya Ewropa bû. Divê hemû hêzên Navdewletî li dijî şer derkevin. Ji ber ku li dijî şervanên azadiyê û hemû gelên herêmê çekên kîmyewî bikar tînin. Divê hemû hêzên eleqeder bertekên xwe nîşan bidin û vê yekê şermezar bikin. Banga me ji Saziya Qedexekirina Çekên Kîmyewî ya Navdewletî (OPCW) dikin ku helwestekê nîşan bidin û çekên kîmyewî li Tirkiyeyê qedexe bikin. Li dijî bikaranîna çekêm kîmyewî bêdeng nemînin. Çekên kîmyewî di qanûnên navdewletî de hatine qedexekirin. Divê destûr nedin ku Tirkiye van çekan bikar bînin. Tu mafê dewleta tirk tune ku li welatekî din çekên kîmyewî bikar bine. Divê her kes helwesta xwe li dijî vê yekê nîşan bide.”

‘Dewleta tirk dixwaze tevahiya  destkeftiyên kurdan tune bike’

Hevserokê KNK’ê Ahmed Karamus diyar kir ku dewleta tirk bi şerekî topyekun dixwaze destkeftiyên gelê kurd ji destê wan bigire û wiha pêde çû: “Hikûmeta Tirkiye li Rojhilata Navîn hin hevkarên xwe yên wekî Kazimî çêkirine. Tişta ji bo me sosret e ewe ku hikûmeta PDK’ê jî bûye şirikî vê plana hêzên dagirker e. Divê her kes helwestek hevpar nîşan bidin. Divê her kes ji bo parastina nirxên kurd têbikoşe.”

‘Firsendeke dîrokî ketiye destê me’

Karamus herî dawî bang li malbata Barzanî kir û wiha axivî: “Wekî Hevserokê KNK’ê me gelek caran bang li Mesûr Barzanî, Mesrûr Barzanî û Neçirvan Barzanî kir. Me diyar kir em van dîmenên tifaq û hevkariya bi Erdogan re qebûl nakin. Dîrok wan dîmenan qebûl nake. Divê PDK û malbata Barzanî destê xwe ji îtîfaqa qirêj bikişîne. Divê li cem tevgera çar parçeyên Kurdistanê cih bigire. Dem dema yekîteyê ye. Ji bo yekîtiyê firsendeke dîrokî ketiye destê me. Hîn dereng nemûye divê em plan û stratejiya dewletên kolonyalîst têk bibin. Em bang li wijdanê gelê kurd dikin ku divê her kes dengê xwe bilind bikin.”