Sala 2011an, piştî Erdheja Mezin ya Wanê bi demeke kurt, mamosteyek ji Wanê hatibû li dersxaneya me dest bi kar kiribû. Li lîseyê bûm hingê û min xwe amadeyî îmtihana zanîngehê dikir. Ew mamoste diket kîjan dersa me nayê bîra min lê baş tê bîra min ku rojekê behs hatibû ser Erdheja Wanê. Li gor mamosteyî ew erdhej ne beleheq bû, xezeba Xwedê bû li ser wî bajarê ku rê û rêwanî ji fihûşê, alkolê, bêbaweriyê û hemû nelirêtiyan lê nemabû.
Pêşî lazim e bibêjim ev ne fikra wî tenê ye, fikra civatan giştî ye ku di hemû çax û zemanan de xwe daye der. Her wekî Erdheja Wanê, mirovan hemû karesat wekî cezakirin û tevgerên xwe yên nelirê hesibandine. MEZIN’ê baweriya wan, şiva xwe şanî wan daye.
Van rojan em di nav karesateke din re dibihurin, dinya ketiye derdê canê xwe. Ev êşa koronayê ne bi çarlepkan lê bi çargaviyan bi ser me de tê û wisa xuya dike ku qet nebe nîvê dinyayê dê bi vê êşê bikeve. Mela bang dikin ku her kes li mala xwe rûne û dia bike, xelk derdikevin şaneşînan û bi hev re dia dikin. Berî çend rojan dîmenek belav bû li ser medyaya sosyal, li Hindistanê tevî ku milet dizane wê lêdanê jî bixwe diçin mizgeftê û taeta xwe dikin. Maskeyek li ber devê polîsekî, şiva wî di dest de û kî ji mizgeftê derkeve dadiweşîne wan. Ew ji berê de amade ne ji dêvla ku şiva MEZINê wan li wan bikeve, şiva polîsê wan li wan bikeve. Diya min dia dike û dibêje helbet her tişt sebebekî xwe heye Xwedê tîne serê me. Diya min ne ji ber ku kurd e wisa difikire ne jî ji ber ku misilman e. Ew li kê dera dinyayê, ji kîjan qewmî, xwedî kîjan baweriyê û li çi çax û zemanî jî bûya dê sebebê wê li cem MEZIN’î bigeriya.
Nîvekê ewil ê sedsala 6’an webayeke mezin li dinyayê belav dibe ku bi navê Justinyenê Ewil ê împeretorê Konstantinopolê tê binavkirin. Hema tenê li Konstantinopola 500 hezar kesî, nîvê mirovan dimirin. Prokopiusê dîroknivîs ê şahidê wê Êşê dinivîse, “Mirovên şareza dikarin hin sebeban ji bo hemû belayên Xwedê şandî bînin. Lêbelê qet ne mimkin e meriv vê karesatê bi peyvan an jî bi fikirînê eşkere bike loma ti çareyek di destan de namîne ji bilî ku meriv hema wê bispêre Xwedê.”
Sedsala 14’an webayeke din a mezin bi dinyayê dikeve. Ev weba wekî “Mirina Reş” dikeve qeydan. Weqanivîsekî vê serdemê vê Êşê wekî “Destê Xwedê yê ku dixwaze heyfa xwe hilîne” terîf dike. Ev Mirina Reş dibe sebebê nivîsîna berhemeke serekî ya dinyayê jî. Mirina Reş nîvê mirovên Floransaya bajarê xortaniyê yê Giovanni Boccaccio jî ditelifîne. Di Decameron a Boccaccio de heft jin û sê mêrên Floransayê ji bo ku ji vê karesata webayê xilas bibin biryar didin ku biçin şatoyeke li derveyî bajarî. 14 rojan li wir dimînin, bi maneya îro belkî gotina karantîna lê bê. Ji bilî rojên betlaneyê yên înî û şemiyê, ku deh roj ji wan re dimîne, her roj yek ji wan dibe qral yan jî qralîçe û deh çîrokan neqil dike. Boccaccio hîn di destpêka berhema xwe de diyar dike ku ew aqûbeta karesatê ji ber xirabiyên wan bû ku hêzên semawî yan jî hêrsa Xwedayî ew ji bo îslehkirina wan şandibû. Her wiha dibêje ji bo lutfa xwe ji Xwedê bixwazin, rojên dia û tobekirinê jî çêkirine. Ji ber van tiştan dê ne ecêb be ku Boccaccio di temamê berhema xwe de nîşan bide jîyana li nav dêrê çiqas xirab e û keşeyên wê jî çiqas şolên kirêt û nelirê dikin.
Webaya dawiya sedsala 16’an tesîreke xwe ya mezin li William Shakespeare heye. Şanogehên ew ji bo wan şanoname dinivîsîne ji ber vê êşê ji bo demekê têne girtin. Nikare şanonameyan binivîse. Huzneke mezin li ser wî heye, soneyên delal bi hewara wî de tên. “Weba” di berhemên wî de dibin biwêjek, nifirek, dibêje, “Bila weba cenewirê te bide ber xwe,” yan jî “Webaya sor li bin guhê te keve.” Şanonameya wî ya dawî, Bahoz, ne weba be jî behsa karesatekê dike -û ev karesat piştî gelek salan dibe îlham ji bo çîrokeke li ser webayê-. Antonioyê birayê Prosperoyê mîrê Mîlanoyê bi fen û fûtan birayê xwe û qîza wî li kelekekê dike û wan berdide behrê. Dest datîne ser mîrgeha birayê xwe. Haya Antonio jê tune lê ew behr li wan tê rehmê û xilas dibin. Prospero dibe xwedî cinekî jî ku sêhrên bêhawe dike. Di sêhrekê de keştiya Antonio û hevrêyên wî noqav dike lê wan nakuje. Hemû tên ber nigê Prospero. Prospero bi MEZIN’î wan dibexşîne. Gava ku Qeptan û Keştîvan tên cem wan, Gonzaloyê endamê mîrgehê herduyan şanî Prospero dide û dibêje:
Binêre ezbenî, tu ji xwe re li vir binêre!
Çend kesên me yên din li vir in!
Tim dibêjim, heta ku sêdare li bejahiyê be
Nîne mirin ji bo vî mêrikî li nav behrê
Hey bêîmano; tew ji ber kufirbaziya te
Şefaeta Xwedê keştiya me terikand;
De tu mêr î li nav bejahiyê jî bide çêr û xeberan;
Çi bi te hat, gava derketî bejahiyê kuliyan zimanê te xwar?
Çawwa ye, tirro?
Gulana 1842’yan çîrokek di Graham’s Magazine de belav dibe. Ev çîroka bi navê “Maskeya Mirina Sor” a Edgar Allan Poe ya derheqê webaya “Mirina Sor” de li ser du jêderan bilind dibe: Decamerona Boccaccio û Bahoza Shakespare. Mîr Prosperoyê vê çîrokê êdî bi qasî yê Shakespeare ne qenc û bisiûd e. Li welatê wî ev êşa webayê belav bûye û qira xelkê wî tîne. Ji bo ku ji vê êşê xilas bibe tevî hezar peya û jinên tovrind yên welatê xwe vedikişin şatoyeke qewîn ku bi bedenên bilind dorpêçkirî ye û nahêle xelkê wî yê belengaz ji bedenan bibihure. Piştî pênc şeş mehan baloyeke bimaske li dar dixe û gazî her kesî dike. Heft salon bi jin û mêrên xwedî cilûbergên ecêb û bimaske tije dibin. Vedixwin, direqisin, şa dibin. Bi carekê re muzîk qut dibe, bêdengiyek çar hawîr digire. Beşdar çav bi kesekî ketine ku naşibe wan. Mêrik sax hestî ye û cilûbergên wî jî kefenê miriyekî ne. Maskeya wî xwîn e. Mîr Prospero dibêje, “ev kî ye?” û dide pey wî. Li heft salonan digere û hildide xencera xwe. Tam derba ku dê lêde ew xerîbê han lê vedigere. Xencera mîrê me ji dest dikeve û dimire. Beşdar wî xerîbî zeft dikin lê dibînin ku tu tiştek di bin maskeya wî de nîne. Di nav bêhêvîtiyeke mezin de ew hemû beşdar dikevin erdê û dimirin. Mirina sor çar hawîr dorpêç dike. Ev “destê Xwedê yê dixwaze heyfa xwe hilîne” ye, şiva MEZIN’î li serê dinyayê ketiye. Poe weku dixwaze bibêje, ev dinya ji mîr û hakiman re jî namîne.
Bi vê Êşa Koronayê re berhema edebî ya zêdetir ketî rojeva dinyayê jî Webaya (1947) Albert Camus e. Ev romana Camus ya meriv ecêbmayî dimîne ku em çiqas di du çaxên cuda de bin jî rewşa me ya li bin Êşê çiqasî dişibin hev. Roman behsa webaya 1944’an ya li Orana bajarê Cezayîrê dike ku bi peydabûna webayê re wî bajarî tenê dixin karantînayê. Dikandarekî ku bi vê rewşê re gelek tiştan stok dike ji bo ku paşê bi heqekî bihatir wan bifiroşe gava nexweş dikeve û tên wî dibin nexweşxaneyê, di bin nivîna wî de gelek qutiyên konserveyê tên dîtin, helbet dimire û “weba jî pereyê xwe nade”; kesekî ku hîn dibe bi webayê ketiye xwe çeng dike ser jinekê ji bo ew jî pê bikeve; kafeyeke ku ji bo mişteriyên xwe zêdetir bike li ser deriyê xwe dinivîse “şerab mîqroban dikuje.” Ev çend detayên balkêş in ku di bîra min de mane.
Camus vê rewşa karantînayê wekî “sirgûnî”yê terîf dike û li gor wî tekane tiştê vî bajarî ji wan re aniye veqetîn û sirgûnî ye. Hîsa sirgûniyê ew valahî, heyecana berbiçav, daxwazeke ehmeqane ya vegera li rabirdûyê yan jî hewla bileztirkirina demê, rehên şewitî yên hişî ye ji bo wan ku di dilê wan de hesarge maye. Ev roman her wisa behsa van hemû tiştên li jorê jî dike. Keşeyê bajêr bê guman vê Êşa webayê pabendî Xwedê dike. Keşe Paneloux di weizên xwe de diyar dike ku ew di nav karesatekê de ne û ew vê heq dikin. Li gor wî di tarîxê de cara ewil Xwedê karesateke wisa aniye serê Firewn ji bo ku wî ceza bike û ew jî serê xwe li ber Xwedê bitewîne. Dibêje “Xwedê ev karesat nexwest” û dewam dike:
“Demeke dirêj e dinyayê bi xirabiyê re li hev kir, bawerî bi dilovaniya Xwedê anî. Tenê hinek poşmanî bes bû, destûr ji her tiştî re hebû. Jixwe kengî dema wê bihata mirov dê poşman bûbûna. Heta hingê ya herî hêsan meriv xwe nexista tengasiyê, jixwe miheqeq dilovaniya Xwedê dê her tiştî hel bikira. Lêbelê va ye, vê dê wisa dewam nekira. Ev demeke dirêj e Xwedê bi awirên xwe yên li ser bajêr dilê xwe bi xelkê dişewitîne lê êdî jê kerixî, bi wernegirtina bedêla hêviyên xwe yên bêhesab xeyalşikestî bû û awirên xwe berra aliyekî din dan. A va ye, em ê niha demeke dirêj dûr ji nûra Xwedê di vê dojehê de bijîn.”
[bs-quote quote=”Demek e lê difikirim ka ev êşên wisa bûne mijara berhemên me yên kurdî. Ji nav yên min xwendî tiştek nehat bîra min. Dema nivîsandina vê nivîsarê bi heyecaneke mezin min li Kovara Jînê (1918-1919) ya pênc cildî ya bi amadekariya Mehmed Emin Bozarslan nihêrî û rûpelên wê li ser hev qulibandin bi fikra ku belkî agahiyekê li ser wê Êşa Mezin ya 1918’an bibînim. Rastî tiştekî nehatim. Bêguman niha fam dikim ku ev tiştekî gelekî normal e. Ji bo miletekî bê par ji heq û hiqûqan, belkî nehewcehiyek bû nivîsandina van karesatên mezin yên xwezayî. ” style=”style-8″ align=”left” color=”#00012e” author_name=”Înan Eroglu” author_job=”Nivîskar” author_avatar=”https://xwebun.org/wp-content/uploads/2020/04/inaneroglu-1.png”][/bs-quote]
Gava meriv van miriyên êş û karesatan dide ber miriyên şer û komkujiyan, yên Êş û karesatê zêdetir xuya dikin. Bes çi ecêb e şer û komkujî bêtir tesîr li me dikin, bêtir bîr û hafizeya me meşxûl dikin, bêtir xuya dikin di berhemên me de. Ev Êşa Koronayê dê çiqas tesîr li me bike, çiqas bîr û hafizeya me meşxûl bike, çiqas xuya bike di berhemên me de nizanim, lê heger wisa dewam bike qet ne îhtimaleke dûr e ku miriyên me bes bibin hejmarek ji nav milyonên mirî.
Bavê min ê ku pêşî bi cidiyet nêzî meseleya Êşa Koronayê nedibû niha li malê di karantînayê de ye ji ber ku temenê wî di ser 65’an re ye û gava mela her saetê carê bang û hişyariyan dikin ku xelk li malê rûnin û dia bikin aciz dibe û dibêje “bi qestî xelkê aciz dikin.” Diya min dia dike û rewşa me dişibîne Êşa Mirîşkan. Şatoyeke min tune hildim wan bibim wir û heta ku ev Êş belav bû behsa çîrokan bikin ji hev re. Lê ne ku li “destê Xwedê” û “şiva MEZIN’î” jî nafikirim. Îhtimalek em ê ji vê Êşa Koronayê sax nefilitin lê hêvî ew e ev Êş zêdetir tesîr li me bikin, zêdetir bîr û hafizeya me meşxûl bikin, zêdetir xuya bikin di berhemên me de, rewşa me nebe wek a Êşa Mirîşkan û em nebin hejmarek ji gelek hejmaran heta ku hewcehî bi Xwedê û MEZIN’î nemîne.