Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Suriyeyê bi hevkariya Meclisa Suriyeya Demokratîk (MSD) dê di 10’ê gulanê de bi dirûşmeya ‘Efrîn di bin dagirkeriya dewleta tirk de ye û berjewendiyên navneteweyî’ li kampa Berxwedanê ya li navçeya Fafîn a Kantona Şehbayê dê komxebatekê li dar bixe.
Di komxebatê de wê li ser ‘danasîna dîrok û erdîngariya Efrînê’, ‘li gorî qanûnên navneteweyî sûcên dewleta tirk a dagirker’, ‘çareserî û rêbazên bidawîkirina dagirkeriya tirk a li Efrînê’ nîqaş bên kirin. Komxebat wê bi encamnameyê bi dawî bibe.
Têkildarî mijarê berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn – Suriyeyê û endamê komîteya amadekar a komxebatê Îbrahîm Şêxo ji ANHA’yê re axivî û diyar kir ku dewleta tirk ji destpêka êrîşên xwe yên li ser dagirkirina Efrînê zextê li medyayan dike da ku sûcên xwe veşêre.
Şêxo diyar kir ku armanc ji komxebatê ew e ku dengê koçberên Efrînê yên li Şehbayê bighîne aliyên navneteweyî yên peywendîdar û balê bikişînin ser sûcên li dijî şêniyên Efrînê tên kirin.
Têkildarî kesên ku dê tev li komxebatê bibin, Îbrahîm Şêxo da zanîn ku hejmareke siyasetmedar û hiqûqnasên ji Sûriyeyê wê beşdarî komxebatê bibin û gelek siyasetmedar û hiqûqnasên ji Amerîka, Ewropa, Misir, dewletên herêmî û başûrê Kurdistanê hatin vexwendin ku bi rêya online beşdar bibin.
Îbrahîm Şêxo diyar kir ku Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn – Suriyeyê têkildarî daxuyaniyên serokomarê tirk Erdogan ên vegera milyon û nîv welatiyên Suriyeyê li herêmên bakurê Suriyeyê yên dagirkirî ku wekî herêmên ewle nîşan dide, nameyek ji sekretêrê giştî Neteweyên Yekbûyî re şandine.
Şêxo destnîşan kir ku wan rastiya sûc û binpêkirinên ku têne kirin ji raya giştî re aşkere kirine û wiha got: “Armanca siyaseta dewleta tirk ew e ku di navbera ereb û kurdên li herêmê de tevliheviyan derîne û pêvajoyê dirêj bike.”
Şêxo diyar kir ku divê ew li dijî guhertina demografyaya ku îro Tirkiye li ser axa Suriyeyê pêk tîne û banga derxistina dewleta tirk ji tevahî xaka Suriyeyê kir.
Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn – Suriyeyê û endamê komîteya amadekar a komxebatê Îbrahîm Şêxo got, di dawiya komxebatê de dê komîteyek were avakirin da ku biryarên di komxebatê de bên şopandin de ku ji aliyên têkildar re bên şandin û ji dewleta tirk ji herêmên dagirkirî derkeve.