12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dayikên Aştiyê xwest Barzanî dest ji xiyanetê berde

Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Rihayê bi boneya Roja Dayikan a 8’ê Gulanê li ber avahiya HDP’ê ya Rihayê daxuyanî dan çapemeniyê. Dayikên Aştiyê, Parlamentera HDP’ê Ayşe Surucu, endamên Meclisa Jinan a HDP’ê û aktîvîstên TJA’yê beşdarî daxuyaniyê bûn. Parlamenter Ayşe Surucu di daxuyaniyê de roja dayikan li hemû dayikan pîroz kir û wiha got: “Demek dirêj e dayik li ser vê axê êşê dikişînin. Dayik bi salan e li hemberî vê yekê li ber xwe didin. Dayik li Stenbol, Îzmîr, Wan, Amedê li dijî bêhiqûqiyê nobeda edaletê digirin. Em nobeda dayikan silav dikin. Emîne Şenyaşar 5 demsal in li ber Edliyeya Rihayê li dijî hemû zehmetiyan di Nobeda Edaletê de ye. Em berxwedana wê silav dikin. Divê îktidar dev ji polîtîkayên neheq berde.”

Surucu bertek nîşanî şerê Tirkiyeyê ku li dijî axa Başûrê Kurdistanê daye destpêkirin da û wiha got: “Divê tavilê dest ji polîtîkayên şer bê berdan. Lazim e îktidar dawî li polîtîkaya xwe ya şer bîne. Divê malbata Barzanî ji bo kuştina zarokên kurd nebe sedem û pêşî li şer veneke.”

Piştî daxuyaniyê jinan ji bo rawestandina şer çalakiya rûniştinê li dar xist.