Zilamek li gundekî Amûdê hebû, gelekî çêr, xeber ango sixêf dikirin. Gundî gelekî ji vê yekê bêzar bûn û çûn ba melayê gund. Ji melayê gund re gotin divê tu çarekê ji Hemo re bibînî gelekî zimanê wî lewçe ye û ew çêr û xeberan ji her kesî re dide. Biçûk mezin, jin, mêr, ciwan, kal ferq nake ji kê aciz bibe ew wî dide ber çêr û sixêfan.
Mele ji gundiyan re dibêje ka biçin vî Hemoyî ji min re bînin ez pê re biaxifim û hin şîret û wazan lê bikim. Gundî Hemo tînin ba melayê gund û mele dest bi şîretan dike. Hemo jî ji mele re dibêje: Seyda elehî kesê ku heq neke ez têkilî wan nabim lê kesê neheqiyê dike ez xwe nagirim û têra dilê xwe ji wan re çêran dikim.
Hîna mele û Hemo wî nîqaşê dikin zilamekî navsere tê û dibêje selamû elêkum. Mele dibêje xêre bira çi derdê te heye. Mêrik dibêje welehî seyda ez hatime ku tu fetwekê ji min re bibînî. Kurê min çû ber dilovaniya xwedê û ez dixwazim bûka xwe li xwe mehr bikim, ka binêre fetwa wê heye. Mele sor dibe, Hemo xwe nema digire û ji mele re dibêje seyda: ez ji kesên weke vî re çêran dikim û dike ku çêrên xwe rêz bike. Mele dibêje tu bisekine kurê min ê ku di devê bavê wî de bimîze ez im û mele êrîşî mêrik dike.