Meclîsa Jinan a HDP û DAD’ê ji bo balê bikşînin ser rewşa tendirustiya siyasetmedara girtî Aysel Tugluk li gundê Aysel Tugluk daxuyanî dan. Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Meclisa Jinan a Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) bi mebesta ku balê bikşînin ser rewşa girtiya nexweş Aysel Tugluk, çûn gundê Merxo yê Dêrsimê. Jinan, li gund daxuyanî dan û wêneyên Aysel Tugluk rakirin û çira vêxistin.
Di çalakiyê de Hevseroka Giştî ya DAD’ê Kadriye Dogan xwest ku di serî de Aysel Tugluk û hemû girtiyên nexweş bên berdan û wiha got: “Aysel, xwedî nasnameya ji rêzê nîne. Zaroka erdnîgariya Dêrsimê ye. Jin e, hiqûqnas e, parêzvana mafên mirovane, kurd e û şervana azadiyê ye. Li erdnîgariya êşan ji dayik bûye. Ew êş tevek jî di hundirê xwe de jiyan. Gotiye; ‘ne rawestan lê avakirina mafên mirovan a vê civaka êş kişandî hêjayî min e.’ Di vê rêyê de her tişt daye ber çavan. Ew bîrdariyeke û jineke ji rêzê nîne. Em dixwazin ku di şexsê Ayselê de hemû girtiyên jin û yên nexweş bên berdan.”
Hevseroka HDP’a Dêrsimê Nazli Çelîk Oz jî anî ziman ku ew têkoşîna xwe bi cesareta Ayselê dimeşînin û xwest çirayên vêxistî bibin wesîleya azadî û şîfaya Aysel Tugluk û hevalên wê. Ji HDP’ê Nûrşat Yeşîl jî destnîşan kir ku Ayselê bi rengekî neheq di girtîgehê de tê ragirtin û xwest ku di serî de Aysel Tugluk, hemû girtî û girtiyên nexweş bên berdan.
Piştî axaftinan jî loqmeyên heyî hatin belavkirin. Ji bo serdana gora dayika Aysel Tugluk, jinan berê xwe dan Goristana Asrî ya li Taxa Ataturkê.