Bi boneya 1’ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê kedkar amadekariyên meş û mîtîngan li dar dixin. Îsal dê li 7 bajarên Kurdistanê û gelek bajarên Tirkiyeyê miting bên lidarxistin. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di parêznameyên xwe de, balê dikişîne ser binpêkirina mafên gelan, kedkar û karkeran ku ji aliyê pergala kapîtalîst ve tê kirin.
Abdullah Ocalan di beşa ‘Şaristaniya kapîtalîst’ a paraznameya xwe de der barê binpêkirina kedê de nirxandinên dike. Ocalan destnîşan dike ku pergala kapîtalîst bi krîzên aborî li ser piyan e û dijberê aboriyê ye û wiha dibêje: “Yek îzaheke krîzên aboriyê heye. Ew jî kapîtalîzm dijminê mezin yê aboriyê ye, dijberê wê aboriyê ye. Carnan têgeheke wekê krîzên ji ber hilberîna zêde dertên, tên pêşxistin. Li aliyekê din jî beşeke mezin a cîhanê ji birçîna dimire, li aliyê din jî hilberîn zêde ye! Dijberbûna kapîtalîzmê ya li hember aboriyê herî zêde xwe di van aloziyên tên afirandin de dide nîşandan. Sedema wê jî pir aşkera ye: Kara tekelê. Para ji hêzên kadkar yên hildiberînin re tê hiştin, dema têrî hêza girtinê neke, aloziyên qaşo dertên holê. Ya rast derdixin holê. Di vê rewşê de kîjan metranê sexte an jî kîjan aborîst wê xwe bigihîne hewarê? John Maynard Keynes! Dibêje çi? Bila dewlet lêçûnan zêde bike. Çawa? Hêza girtinê ya kedkaran zêde bike! Lîstik bi hemû qirêjiya xwe derdikeve holê? Li aliyekê wê bêrikê vala bikin li aliyê din jî bêrîka din tije bikin! Ev pir aşkera ye ku mirinê nîşan didin û bi tayê razî dikin. Aşkera ye ku em bi têkiliyek polîtîk re rû bi rû ne. Dema bê xwestin ku çalakiya hêzên demorkatîk bên çewisanin ewil ev hêz birçî tên hiştin. Heta ku xwe navêjin lingên wan, zikê wan ter nakin. Em bi taktîkên herî kevn yên şer re rû bi rû ne: Ji bo teslîmgirina gelekî, bajarekî ewil dorpêçkirin piştre jî birçî hiştin!Ji bo teslîmbûnê jî têrkirina zik.”
Di binpêkirinan de xela, nexweşî û kareset tên bikaranîn
Abdullah Ocalan diyar dike ku krîzên xwe dispêrin xelayê jî di heman kategoriyê de dikarin bên nirxandin û der barê ku pergala kapîtalîst vê çawa bi kar tîne de jî vê nirxandinê dike: “Ger ku derfet û teknîkên heyî bikevin tevgerê birçîbûn û nexweşiyên cidî nikarin bên fikirîn. Ji ber armanc parastina hebûna pergala hegemonîk e, serî li vê aloziya çêker tê dayîn, nexweş û karaset wek koz tên bikaranîn. Em dikarin careke din bi awayekî zelal têkiliya alava civak û aboriya kapîtalîst ya bi hêza şaristaniya hegemonîk a fermî re bibînin û şîrove bikin. Metot heman e: Birçî bihêle, rewşa nexweşî, karasetê bi kar bîne! Li ser vê jî tu xwe wek melekê ku rizgar dike û heta Xwedabûnê dikarî nîşan bidî. Bila kul jî ji bo te şikir bikin!
Afirandina artêşa betalan
Abdullah Ocalan destnîşan dike ku pergala kapîtalîst ji bo binpêkirinê giran bike betaliyê bi kar tîne û wiha tîne ziman: “Pergala kapîtalîst ji bo rêjeya karê zêde bike her tim hewl dide artêşa betalan di dewrê de bigire û heta ger ku tune be jî neçare vê artêşa betalan biafirîne. Betalî pêvajoyeke bi zanebûn tê afirandinê ye. Di rêza pêş de sewal û nebat kêrî wan tê û mirovan jî betal dihêlin û bê fêde tên hiştin. Mînak mîrov dikarin betal bên hiştin? Mîrov ku betal namîn hebûnek pêşketî ya wek mirovahiyê wê çawa betal be? Di gerdunê de cihê têgeha betaliyê tune ye. Lê betalî wek çalakiya herî hov a jiyana civakî tê afirandin û zindî tê hiştin. Tu bûyer bi qasî betaliyê, dijminahiya pergala kapîtalîst a li hember aboriyê dernaxe holê. Di rejîma fîravun ku em bi awayekî tund rexne dikin jî têgeha ‘ betal’ tune ye. Çawa ku fîravunê betal tune, tegeha betal kole jî nayê fikirîn. Koleyek her tim kar û nirxek wî hebû. Tenê di kapîtalîzmê de betalî yanî dijminahiya li hember aboriyê heye.”
Dijminê jinê
Abdullah Ocalan diyar dike ku pergala kapîtalîst dijminê jinên ku afrîner û hêza esas a aboriyê ne jî û wiha didomîne: “Di dîroka hemû şaristaniyan de jinan dema xwe ya herî dijwar di dema pergala kapîtalîst de jiyan e û rastiya ‘jin bê aborî hatiye hiştin’ bi awayekî herî giran xwe daye nîşan dan. Nifûsa jinan bi awayekî pelçiqandî betal hatiye hiştin. Tevî ku karên malê karê herî zehmetin jî 5 metelik nirxa wan tune ye. Tevî ku welidîn û gîhandina zarokan karê herî zehmet yê jiyanê ye jî tu nirxa wê tune ye û ligel vê jî her diçe wek belaya serê mirovan tê dîtin û wisa tê fikirîn. Jin hem wek heza erzan a kar tên dîtin, hem jî wek makîneya welîdînê û mezinkirina zarokan û heta û heta sûcdar tên dîtin. Di seranserê dîroka şaristaniyan de jin daxistine asta herî jêr a civakê. Lê tu pergaleke civakê bi qasî hêza pêşxistina îstîsmara ku pergala kapîtalîst meşandiye de, nebûye. Vê carê jin ne tenê di kata zemînê de, di hemû kaktan de bûye alava newekhevî, bê azadî, bê demokrasiyê! Ya herî bi xof jî jin veguhertine endustriya seksê, îşkence li hemû aliyên civakê belav kirine.
Di binpêkirinê de piyaseya borsa, kur û faîzê
Abdullah Ocalan di berdewamiya nirxandinê de got pergala kapîtalîst di binpêkirina gelan û kedaran de, di asta global de, piyaseya borsa, kur û faîzê bi kar tîne û di vê mijarê de wiha vegot: “Pergala kapîtalîst di asta herî dawî ya global de aboriyê di piyaseya ‘borsa, kur û faîzê’ de derdixe lutkeya herî jor, vediguhere lîstika pere-kaxiz û dijminahiya xwe, bêeleqebûna xwe ya rast ya li hember aboriyê bi awayekî aşkera û zêde li ber civakê nîşan daye. Di tu dema dîrokê de aborî veneguherîbû van lîstikên kaxizan, pergala sanal. Aborî nokteya herî xesas a civakan hatiye nirxandin û her tim di asta ku pîroziya wê heye de hatiye nirxandin. Xwedîbûn pirsgirêka herî esas hatiye dîtin û hatiye şîrovekirin. Di hemû olan de di alî ewlehiya borî de aliyekî ku bê îzahkirin heye. Cejn ji bo bîranînên zêdebûna aborî û ji demên krîzê derketinê tên pêk anîn. Di roja me ya îro de pergala kapîtalîst, beyî ku tu kedê bide, bi kur, faîz û bihayên senedan dilîzin û di asta global de di saetan de bi mîlyaran dolar dest diguhere. Mirov ku di sînorên birçîbûn û xizaniyê de ne, pergaleke wisa dijber heye.”
Krîzên hilberîn û bikarhêneriyê
Abdullah Ocalan tîne ziman ku pergala kapîtalîst ji bo bikarhênerî û hilberînariya ku du baskên girîng ên esas ên aboriyê ne di destê xwe de bigire, giraniyê dide polîtîkayên ku karê hedef dike, tu fêdeya wê ji civakê re tune ye û wiha dirêjî didê: “Krîzên hilberîn û bikarhêneriyê diafrîne û bingehan ji kokê xera dike. Di serî de çekên nuklerê, bi awayekî xof girtina çekan, her wiha ji çavkaniyên enerjiya koka wê karbone re razemenî, guhertina genetîka zeviyan, bihakirina veguhestina riya bjayî, behr û hewayî . Di encama çavsoriya modeyê de heman cure mal bi hezaran versiyonî tên derxistin û ji bo vê razemeniyên mezin yên bê hesab tên kirin. Ev tenê çend heb mînakin. Li aliyê din jî alavên hewce nake yên li aliyekî hatine kom kirin bazarê nabînin û taybetiya xweya bikar anînê winda kirine û terkî rizandinê hatine kirin. Li aliyê din jî tunebûna hêza girtinê, nexweşî, birçîbûn û artêşa betalan. Di dîrokê tu şer û karaseta ku ev xerabî li civakê nekiribû, pergala kapîtalîst pêlê damaran kir û derbas bû.”