Malbatên girtiyan, ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayê wan xelasbûyî û nayên berdan, li Amedê di 16’ê mijdara sala 2021’an de dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Malbatan li pêşiya Saziya Tipa Edlî (ATK) a Amedê kom bûn û daxuyanî dan. Di çalakiyê de Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, parlementera Êlihê û berdevkê Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), rêveberên jin ên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û HDP’ê, Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqê ya bi Malbatên Girtî Hikûmxwaran re (MED TUHAD-FED), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê, Komeleya Yekitî û Çandê ya Piştevanî û Alîkariya Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA-DER), Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) û Saziya Hiquqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û gelek endamên saziyên jinan amade bûn.
Di çalakiyê de dayika girtiyê nexweş Ahmet Kolakan Fevziye Kolakan diyar kir ku zextên li ser zarokên wan zêde bûne û wiha got: “Heya dilopeke xwînê di laşê me de hebe, em ê têkoşîna ji bo zarokên xwe bidomînin. Bila vê zilma ser zarokên me bi dawî bikin. Erdogan bila tenê mehekê zarokê xwe nebîne, neaxive, ka yê çi bike. Serokkomar Erdogan zarokê xwe dişîne derveyî welat û zarokên xelkê jî dide kuştin. Ev meheke min dengê lawê xwe jî ne bihîstiye. Ji bo kurê min bînin Amedê min heya niha gelek caran serlêdan kirin. Lê mixabin ev serlêdanên min hatin redkirin. Bavê wî jiyana xwe dest da lê nehêlan were şînê jî. Kurê min li Bandirma ye dûr e nikarim biçim. Ev 28 sal in kurê min girtî ye. Çima zarokên me bernadin? Ev 30 sal in girtî ne ma dê ji vir û şûnde çawa poşman bibin? Banga me ji bo Wezareta Edaletê ew e ku mafên zarokên me bidin. Ne Bandirma lê kurê min bibin dûvê din ê dinyayê jî em ê dev ji berxwedana xwe bernedin. Heta dilopek xwîn di canemê me de hebe em ê li ber xwe bidin. Kurê min bibin serê cîhanê jî ezê li dû werim. Em naxwazin tu dayik dilê wan biêşin. Bila nexweş nemirin. Di Nobeda Edaletê ya 4 rojan de 4 canaze ji girtîgehê derketin.”
Nobeta Edaletê 6 mehin didome
Ji xizmên girtiyan Herdem Mervanî jî bi lêv kir ku wek malbat û xizmên girtiyan ev 6 meh in li nobeta edaletê digirin û wiha domand: “Heya niha çi daxwazên me nehatine qebûlkirin. Em wijdana civakê ne. Wezîrê Edaletê heya îro jî li aliyê daxwazên me de çi daxuyanî neda ye. Em tenê çareseriyê daxwaz dikin. Em ê israra xwe ya di daxwaza xwe de bidomînin. Herî dawî em dibêjin, bila girtiyên nexweş û înfazên wan hatine şewitandin werin berdan.”
‘Dayikan ji bo daxwazên xwe serî hildan’
Piştre jî Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan di çalakiyê de axivî û da zanîn ku dayikên girtiyan ev 6 meh in banga edaletê dikin. Buldan, bi domdarî got ku daxwaza dayikan bidawîkirina zextên li ser girtîgehan in û wiha pê de çû: “Ji bo van daxwazan, dayikan serî hildan. Peywira me ew e ku em dengê dile dayikan bibihîzin û bidin bihîstin. Li girtîgehan binpêkirinên mafan pir zêde bûne. Her roj agahiya mirinan tên. Niha hezar û 600 girtiyên nexweş di girtîgehê de ne. Van girtiyan terkî mirinê dikin û nahêlin li derve bên dermankirin. Girtîgeh bûne ‘neynûka welat.’ Li cihekî ku binpêkirinên li girtîgehan zêde dibin û zilm li girtiyan tê kirin, malbat ji ber zarokên xwe bi dil tirs, mirov nikare qala edaletê bike.”
Buldan, diyar kir ku girtiyan bi zanebûn sirgûnî deverên dûr dikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi vê rêbazê re jî malbatan ceza dikin. Bila baş bê zanîn ku heta demokrasî, azadî û aştî tî vî welatî di serî de çalakiya dayikên me dê têkoşîna heq û hiqûqê bidome. Em bibawer in ku dê rojekê edalet were vî welatî. Dê edalet bo wan kesên ku niha van neheqî û bêhiqûqiyan dikin jî hewce bike. Desthilatdarî dê heta hetayê li cihê xwe nemîne. Bila kes baweriya xwe nede wan kursiyan. Yên ku îro van neheqiyan dikin dê rojekî werin darizandin û hesabê bidin. Banga me ji bo gelên Tirkiyeyê ew e ku xwedî li dayikên me derkevin û bi tenê nehêlin. Banga me ji bo wezîrê edaletê jî ew e ku dawiyekî li van neheqî û binpêkirinan bînin û çareseriyekî pêş bixe.”
Çalakî bi dirûşma, “Heq, hiqûq edalet” bi dawî bû.